Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

U N R W A   û   H S K  

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev her du sazî jî, bi heman armanc û heman naverokê hatine avakirin: UNRWA(Saziya Alîkariyê û Bicihkirina Koçberên Filistîniyan) saziyek Filistînî ye, HSK (Heyva Sor a Kurdistanê) jî saziyek kurdistanî ye.
Herdu sazyên pîroz jî, di heman çarçoveya hûmanîter a yarmetiya mirovahiyê de hatine damezrandin.
Çarçoveya armancên wan; ji bo koçber û mexdûrên şer, pêşkêşkirina xizmeta bicihkirin, tenduristî, xwarin-vexwarin, perwerdehî û hwd. e.
Damezrandina UNRWA, salekê piştî avabûna dewleta Îsraîlê (1949) ye.
Damezrandina HSK, sala 1993’yê ye.
Li gel aliyên van herdu saziyên hûmanîter ên wekhev, kêm be jî hinek aliyên wan ên cuda jî hene, mînak: UNRWA, di dema avabûna xwe de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pejirandin û ji aliyên gelek dewletên mezin ve jî hatiye nas kirin û her wiha hatiye fînansekirin.
HSK, di sala 1993’yan de li derveyî welêt li Elmanya hat damezrandin.
Erê, ji bo ava kirinê ti asteng nehat derxistin û li piraniya dewletên Ewropayê hatin avakirin û nehat qedexekirin, lê ji aliyê ti dewletan ve nehat fînansekirin jî.
Xebata HSK’ê, bi tevayî li ser kesên bi dildarî/bêpere tê birêvebirin û hema hema çavkaniya alîkariya wê, bi tevayî gelê weletparêzên kurdistanî û demokrat in. Alîkariya navdewletî jixwe nîne, ya navneteweyî jî gelek kêm e.
Lê dîsa jî, xebata berhevkirina alîkariyê û şandina vê alîkariyê ji bo mexdûrên şêr ên welêt ne kêm e. Hilbet ev xebat û alîkarî, têra hemû mexdûr û hewcedarên li welêt nake.
Divê, derfetên destek û piştgriya hûmanîter hîn bi xurtî werin afirandin û hîn pirtir alîkarî were berhevkirin, bi taybetî alîkariya ji kes û saziyên hûmanîter û xêrxwazên navneteweyî were zêdekirin.
Îca li gel van aliyên ku hinek naşibin hev ên van her du saziyên xêrxwaz û aştîxwaz, him armanca navaroka xebata wan û him êrîşên her du dewletên dagirken ên li ser wan, hema hema weke hev in.
Jixwe van rojên dawî hinek nûçeyên di çapemeniyê û medyayê de derdikevin, ên li ser êrîşên Îsraîl ên dijî saziyên xizmetguzariyên gelê Xezayê û bi giştî Filistînê, pir bala min kişand.
Hema bi tevayî dişibin êrîşên dewleta tirk ên li ser xizmetguzariyên gelê Kurdistanê.
Jixwe hinek stratejîst û taktîsyenên wan, aşkera êrîşkariyên van dewletan, di çapemeniyên de dinivîsînin û dibêjin, venaşêrîn.
Dibêjin, “ji bo em berxwedan û serîhildanên gel bide rawestandin, divê em gel û gerîla ji hev dûr bixin, divê em gel tî û birçî bihêlin” û ji bo vêya jî “divê em xwendegeh, parestgeh, xwaringeh, tenduristgeh û hwd. hemû navend û saziyên xizmetguzariyên gel xera bikin!”
Bi kurtayî armanca wan, bi van êrîşan, gel bêzar û bêteqet bixin, qudûmê wan bişkîne; ya wê bêdeng bimînin ya jî koçber bibin.
Erê herdu dewlet; Îsraîl û Tirkiye, ji hemû kar û xebatên van her du saziyên hêja yên mirovperwer û aştîxwaz aciz in, belê ji van mînakek balkêş jî, alîkariya bi koçberan/penabaren re ye.
Saziya UNRWA, xebata wê ya despêkê alîkariya bi koçberên Filistînî re bû.
Balkêş e xebata despêkê ya HSK’ê jî, alîkariya bi koçberên Mexmûrê re bû! Her wiha bi koçberên gelê me yê êzidî re ye. Yek sedem jî ev e ku dewleta tirk, bela xwe ji van her du wargehan venake û her êrîşên komkujiyê pêk tîne.
Herdu dewletên dagirker jî, êrîşên taybet dibin ser van navend û qadên wisa.
Belê mirov dikarê mijarek din jî ya bêexlaqî li êrîşkariya dewleta tirk zêde bike: Êdî êrîşan dibe ser miriyan û mezelan jî. Ewqas ji pîvanên mirovahiyê dûr ketine.
Bêguman, divê dewletên li van êrîşên dijî mirovahî yên Îsraîl û Tirkiyeyê temaşekar dimînin jî neyên jibîrkirin.
Jixwe ti dewletên ku alîkariya HSK’ê dikin nîne, belê ew dewletên giregir ên alîkarî bi UNRWA’yê re dikirin, di dema vî şerê dawî yê Xezayê de, berovajî, piştgriya Israilê kirin û alîkariya UNRWA’yê dan rawestandin! Ma ev jî ne balkêş e?
Belê em bînin bîra xwe ku hema di çar mehên despêka damezrandinê de, dewleta tirk gilî li HSK a li Elmanya kir û ji bo girtinê daxwaz ji Xaça Sor a Elmanyayê kir.
Li ser vê daxwaza girtinê ya dewleta tirk, HSK’ê serî li navenda Xaça Sor a Navneteweyî ya Cenevê da. Xaça Sor a Navneteweyî, giliyê dewleta tirk ne pejirand û berovajî li Swisreyê jî HSK hat avakirin!
Carek din tê dîtin ku alîkarî û piştgriya gelan a bi hevre û baweriya bixwe ve, bingehîn e!

Nûçeyên Têkildar