Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ûca Peymana Stenbolê bir Meclisa Ewropayê

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konseya Ewropa û diyar kir ku ew ê xebatên dîplomasiyê di her qadê de bimeşînin. Hukmê vê biryarê tune ye"

Navenda Nûçeyan

Berpirsiyara Komîsyona Têkiliyên Derve û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca derbarê vekişîna ji Peymana Stenbolê de ji Komîsyona Astengkirina Cudakarî û Wekheviyê ya Meclisa Parlamenteran a Konseya  Ewropayê re nîjeya agahdariyê şand. Ûca bi telefonê Serokê Komîsyona Cudakarî û Wekheviyê ya Meclisa Parlamenteriya Konseya  Ewropa re axivî û da zanîn ku vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê minakek pir xerab e. Ûca vekişînê wekî skandal pênase kir û xwest ku her kes li dijî vê yekê têkoşînê pêş bixe.

Ûca derheqê axavtina xwe ya ji Serokê Komîsyonê û Peymana Stenbolê de agahî da û wiha got: “Ev biryar wekî darbeyê ye û li dijî hiqûqê ye. Li Tirkiyeyê di pêvajoya ku her roj bi dehan jin bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin û tên kuştin de, Tirkiye xwe ji vê peymanê vedikişîne. Îtîfaqa AKP-MHP’ê bi vê biryarê carek din nîşanda ku li dijî jinê li cem mêran cih digire. Îqtîdar bi vê biryarê rê li pêş tundî, zext û komkujiyê vedike. Bi vekişîna vê peymanê dê mêrên kujer û tundiyê dikin bê ceza bihêle. Li vî welatî bihezaran jin bi hişmendiya mêr hatin qetilkirin. Gelek jin bi tundî û zextan re rû bi rû man.”

‘Em dest ji vê doz û têkoşînê bernadin’ 

Ûca desnîşan kir ku jin her roj tundiyê dibinin û tên kuştin û wiha berdewam kir: “Jinan di her qadê de bedelên mezin dan û piştî têkoşînek mezin gihiştin îro. Lê îqtîdarê bi polîtikayên dijminantiya jinê, bi vê biryarê diyar dike ku dê şensê jiyanê nede jinê. Her ku îqtîdara AKP-MHP’ê nêzî dawiya xwe dibe, bêtir har û dîn dibe. Li aliyekî Plana Çalakiya Mafên Mirovan dike û dixwaze xwe bi Yekîtiya Ewropa şêrîn bide xuyakirin. Li aliyê din jî xwe ji Peymana Stenbolê vedikiyşîne. Bi van polîtîkayan aborî rast nabe. Dîsa bi van polîtîkayan Tirkiye nikare nêzî Yekîtiya Ewropa bibe. Em nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bibin. Em ê xebaten xwe yên dîplomasiyê berdewam bikin û li dijî vê biryarê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Li dijî vê biryarê Sekreteriya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa, endam û parlamenterên wê gelek sazî û rêxistinên civakî li ser malperên xwe daxuyanî dan. Em tu carî dest ji vê doz û têkoşînê bernadin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar