Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne

Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Samed Ûcaman diyar kir çêkirina konbajarê li kêleka Çemê Dîcleyê dê rê li be xetereyên mezin veke.

Ji ber karesata erdhejê ku li 10 bajaran bandorê kir ji  aliyê dewlet û saziyên girêdayî wê ve konbajar hatine avakirin. Her wiha niha li ber Çemê Dîcleyê konbajarek ava kirine û pirsgirêka mexdûrên erdhejê ya starbûnê ji holê rakin. Saziyên avahisazan, endezyaran û yên têkildarî mijarê çêkirina konbajar a li kêleka Çemê Dîcleyê wek xetere dibînin. Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Samed Ûcaman ku di Desteya Koordînasyonê ya Navendê (ÎKK) a Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) de cih digire têkildarî mijara navborî axivî.

Ûcaman destnîşan kir ku li gor lêkolînên wan, ji hêla demokratîk, erdnîgarî û  jeolojîk ve gelek cihên guncav hene ji bo konbajaran. Ûcaman da zanîn ku ew konbajara ku kapasîteya wê 4 hezar 200 kes e û li kêleka Çemê Dîcleyê tê çêkirin xetereyeke mezin e û ji nirxandinê jî dûr e. Ûcaman wiha got: “Hûn kesên bi aliyê teknîkî ve elaqedarin deynin aliyekî, kesek ji nava gel jî bînin dê bi dehan sedeman ji bo çênekirina konbajar gelek tiştan bîne ziman. Ji ber ku li wir jiyana bîrekî dîrokî heye. Gava em behsa lehiyê dikin, em tenê bi bendavan ve girê nadin. Rayedaran gotiye Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ji hêla bendavan ve tu xetere li ser konbajar nedîtiye. Ev yek ji zanistiyê û teknîkê dûr e.”

Metirsiya asbestê

Ûcaman da zanîn ku ew cihê herî dawî yê ku kon lê bên vedan e û got: “Ev qadên harfiyatê bi gelemperî ji herêmên ku em jê re dibêjin Seyrantepe, Yenî Hal hatine anîn. Di nava avakirina binesaziyê de kanalên betonê yên ku em jê re dibêjin kanalên kanalîzasyonê jî hatine şikandin û anîn wê qadê. Dîsa erdên veguherîna bajarî hatine anîn. Em nizanin ku asbest di van kanalên kanalîzasyonê de heye yan na. Ji ber vê yekê ev herêm li ser erdê çêkirî ye.”

Pirsgirêka mêş û moranê

Ûcaman di berdewamiya axaftina xwe de li ser xetereya konbajar sekinî û wiha got: “Di konan de pirsgirêka germkirinê heye, me ji çapemeniyê bihîst, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin, li herêma ku kon lê hatiye vedan, xaniyên dublex yên li hemberî konan weke mînak nîşan da û got ‘Heke li wir pirsgirêk tunebe, çima li vir pirsgirêk hebe?’ Bi gotineke din, hûn nikarin konekî bi qadek betonarme û îzolekirî re bidî ber hev, ev nirxandinek xelet e. Di heman demê de tiştên ku ew jê re dibêjin betonarme sîstema kanalîzasyonê jî nîne. Li van herêman ji aliyê DSÎ’yê ve yek kanalîzasyon nehatiye çêkirin. Sîstemên kanalîzasyonê hene û ew jî gel li wir bi awayekî vekirî û cuda cuda çêkirine. Bifikirin, bermayiyên kanalîzasyonên nîvco yên wan vîllayan dê biherikin çemê Dîcle. Vîlayên li wir wek xala referansê tên nîşandayîn ku dê biharê pirsgirêka mêşûmoran jî bi xwe re bîne. Dibêjin li wir hatiye dermankirin û dê kon jî bên dermankirin û tu pirsgirêk dernakeve. Anîna vîla û konan ya ber hev ne nirxandineke rast e. Ger em bi teknîkî biçin tiştekî referans bidin, em ê di rewşên wiha de nirxandina herî xirab vebêjin.”

Xetereya travmaya sosyolojîk

Ûcaman bi lêv kir ku ew cihê konbajar dê ji bo xelkê bajêr jî pirsgirêkên din bi xwe re bîne û ev tişt gotin: “Xelkê bajêr ew kes in ku di kargeh, dibistan û saziyên dewletê de dixebitin. Ji ber vê yekê hinek ji wan karkerên demsalî ne, hinek karmend in, hinek jî di karên cuda de ne. Bi dûrxistina van mirovan ji çerxa jiyana xwezayî ya bajêr,  bi îzolekirina ji bajêr re wê bibin sedema travmayeke sosyolojîk. Ji ber vê yekê, piraniya pêşniyarên me herêmên nêzîkî bajêr, nexweşxane û dibistanên ku li bajêr hene ne. Ger li wir perwerde di konan de bê kirin, ji bo zarokan pirsgirêk e û çûnûhatin jî pirsgirêkek din e. Wusa dixuye dibe ku trawmayek tenê ji bo zarokan jî bête jiyîn. Em nikarin bi wijdanî vê yekê qebûl bikin. Ji ber ku gelê vî bajarî ji me tên veqetandin û dibin cihekî din, wijdanê me diêşîne. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Xebatên di karesatekê de ji nîqaş û rexneyan dûr tên kirin. Lê em rewşên wiha bi tiştek cûda şîrove dikin. Ev ne mesela derman kirina birînên karesata heyî ye. Ev bêtir veşartina tiştekî ye. Dema tiştek tê veşartin, hinek xal xelet tên nirxandin û dibe sedema encamên xeternak.

Hem dibe sedema qirêjiya bajaran û hem jî xerakirina pergala ekolojiyê. Encama ku ji destpêkê ve xelet hat kirin encameke rast nîne. Heya ku em ekolojiya civakî nenirxînin, dê li wan qadan wêran kirina ekolojiyê bidome. Wêraniya wir ji vê yekê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar