Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.
Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di bernameyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Ûçar bal kişand ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû û diyar kir ku girtina Yanardag mînaka bêhiqûqiya li welêt e. Uçar wiha got: “Lê ji bo me ya herî girîng bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan e ku qetlîamek hiqûqê ye. Ji ber vê yekê em difikirin ku ne tenê kurd her kesê ku li vî welatî dijî, divê dîmen-wêne mezin ê tecrîdê bibîne. Heya ku em li ber vê qetlîama hiqûqê re serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”