Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê axivî û rojevên heyî nirxand. Uçar, ji ewil ji ber wefata xwîşka Gultan Kişanak, Zeynep Ozer sersaxî ji bo Kişanak xwest û hunermend Aram Tîgran di 14’emîn salvegera wefata wî de bi bîr anî. Her wiha Uçar, kesên di 8’ê tebaxa 1938’an de li Erzînganê hatin kuştin bi bîr anî û xwest ku dewlet bi van komkuijyan re hevrû bibe. Uçar, diyar kir ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin.
Uçar wiha domand: “Em hem li dijî şewata li Cûdî hem jî ji ber birîna darên li Akbelenê li ber xwe didin. Ji çar parên Daristana Akbelenê yek jê hatiye birîn. Em, berxwedana gel a li dijî vê qirkirinê silav dikin. Divê civîna li Meclisê bi xwe re encamekî bîne. Heke hewce bike divê Meclis li Akbelen û Cûdî bicive. Heke encamek jê dernekeve, bila Meclis necive. Li Çiyayên Kazê Cengîz Holdîng, li Cûdî jî dewlet bi xwe û li Akbelenê jî şîrketên nêzî îktîdarê vê qirkirinê dikin. Li Cûdî deverên daristan lê hene tên şewitandin. Êrişeke ewqas eşkere ye ku hêzên ewlekariyê li ser hesabên xwe yên Tîktokê nîşan didin bê ka Cûdî û xaka Kurdistanê çawa dişewitînin. Bi sala ye Cûdî tê şewitandin. Şewat ji 26’ê tîrmehê dest pê kir û heta 29’ê tîrmehê dom kir. Yên dixwestin biçin agirî vemirînin jî hatin astengkirin. Ne tenê li Cûdî, li vî welatî ev 100 sal in şewata siyasî heye.
Divê dengê em ji bo Akbelenê derdixînin li Cûdî û yê em ji Cûdî derdixînin jî li Akbelenê bê bihîstin. Ji ber ku talankirina xwezayê li yek navendê tê birêvebirin. Kî ji bo şer texrîbata ekolojiyê weke amûrekî bi kar bîne, yên dibin sedema mirinan jî ew in. Dewlet bi xwe li Cûdî û Kurdistanê şewatan derdixîne. Dixwazin daran tune bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.
3’yê Tebaxê 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî bû. Li cîhanê yek ji baweriyên herî qedîm êzdatî ye. Komkujî her tim bûn para wan. Her êzidiyeke tê kuştin, her êzidiyeke tê kolekirin û ezyata ew dikişînin, ji pêşeroja me tê dizîn.
Pergala tecrîdê didome
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê bi hiqûqê nayê kirin. Ji ber bikaranîna peyva tecrîdê, mirov tên girtin. Em rastiyê bi dengekî bilind bibêjin; li vî welatî tecrîd heye, tecrîda girankirî heye. Baroya Hiqûqê ya Sedsalê duh têkildarî birêz Ocalan daxuyaniyek da. Di nava 12 salan de parêzeran tenê karîne 5 hevdîtinan bikin. Îktîdar û alîgirên wê yên ku dibêjin dewleta hiqûqê heye, heta niha jî têkildarî vê qirkirina hiqûqê de tiştek negotine. Ev bû 30 meh ku bi birêz Ocalan û girtiyên li cem wî re tu hevdîtin nayên kirin û tu agahî jê nayên girtin.
Bi sedan parêzeran bi hezaran serlêdan kirin. Ne tenê malbat û parêzer, hemû kesên di ferqa talûkeya tecrîdê de li seranserî cîhanê serlêdan kirin. Di mehên hezîran û îlona 2022’yan de têkildarî tecrîdê agahiyan bigirin û li Îmraliyê lêkolînê bikin. Lê derheqê vê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Îktîdar, ji peyva tecrîdê ditirse. Baş e lê çima ditirsin? Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de, di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk de û ji bo mayîndekirina aştiya civakî kesayetê herî girîng birêz Ocalan e. Kengî bikeve dewrê, ji wê kêliyê ve dê tu rewatiya îktîdarê û şerê heyî nemîne. Tişta ku me di navbera salên 2013-2015’an de tecrube kirî jî ev bû.
Dewlet û îktîdar di nava ecziyetekê de ne. Lê dê nekarin bi tu îşkenceyan vê ecziyetê veşêrin. Divê tecrîd bê bidawîkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome.”
Uçar, anî ziman ku krîza aborî roj bi roj girantir dibe û bi zimanê kurdî wiha bang li Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek kir: “Yek ji mijarên herî girîng ên welêt, bihabûn û enflasyon e. Krîza ku em îro dijîn, encama tercîhên aboriyê yên AKP’ê ne. Barê krîza çavkaniya xwe ji şer û rantê digire li ser pişta kedkar û me ye. Me bi tirkî got we fêm nekir. Wê demê em li vir bi kurdî bangî Şîmşek bikin ku li gorî me herî baş bi vî zimanî fêm dike. Rojek nan heye, dew tune ye, rojek dew heye, nan tune ye. Êdî bes e, êdî naçe, êdî nameşe. Gelo niha fêm kiriye yan na?”