Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina li Qereçobanê de axivî û wiha got: “Qala pêvajoya çareseriyê dikin. Ma yên ku mase wergerandin û yên mutabaqata birêz Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?”

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de berdewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi gel re hatin ba hev.  Konvoya şandeyê piştre jî derbasî navçeya Qereçobanê bû. Konvoy, di ketina navçeyê de ji hêla zarok û ciwanan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Şandeyê heta demekî li vir tûr avêt û piştre derbasî pêşiya bûroya hilbijartinê bû.

‘Heta dengek jî pir girîng e’

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û wiha got: “Em serdema heyî digirin û serdemeke nû didin destpêkirin. Em ê deriyê demokrasî û azadiyê vekin ku hemû gelên Tirkiyeyê bi hêviyeke mezin li bendê ne. Em ê welêt ji vê desthilatdariya zordest rizgar bikin. Lewma her dengek jî bo me pir girîng e. Divê em xwedî li sindoqan derkevin ji ber ku her dengek an jî kursiyek xwedî wê hêzê ye ku rê li ber siyaseta demokratîk veke.”

‘Em ê li rojeke bê AKP û zilmê hişyar bibin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got ku ev hilbijartin ji bo kurdan pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hilbijartin ji bo azadiya gelê me pir girîng e. Bila ev îktîdara ku 20 sal in welêt bi zilmê birêve dibe êdî ji Erziromê, ji Kurdistanê biçe. Roja 14’ê Gulanê dê bibe roja bê AKP û bê zilm ê. Em dixwazin ku bi saya dengên we serkeftineke mezin bi dest bixin. Gelê me îro mizgîniya serkeftinê daye.”

‘Bersiva herî baş dê gelê me bide’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku ew parçeyeke têkoşîna qedîm in û wiha domand: “Navê me îro Çepên Kesk e lê em ji têkoşîneke qedîm tên. Gelê me heta niha bersiv daye hemû êrîşan. Di 14’ê Gulanê de gelê me dê bersiva herî baş bide. Îktîdar, dirûşma ‘Dema rast, mirovê rast’ bi kar tîne. Anku tenê ew heye. Lê di beyannameya me de hemû kes, gelê me hene. Em ê komara demokratîk ava bikin. Dema gelê me di bin kavilan de, Heyva Sor kon difirotin û em vê îktîdarê ji vir nas dikin. Em vê îtkîdarê ji polîtîkayên şer nas dikin. Em wan ji tecrîdê nas dikin. Dema ew di qesran de dijîn, xelk ji birçan dişikê û em wan ji vir nas dikin. Dibêjin ku qedexeyên li ber kurdî rakirine. Di sala 2014’an de 50 kes ji ber axaftina bi kurdî rastî êrîşê hatin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameyên bi kurdî hatin qedexekirin. Kurdî-Der hat girtin û muzîk qedexe kirin. Gelo ma yên heta duh jî digotin yekziman ne hûn in? Wê demê divê em van kesan di hilbijartinê de têk bibin.”

‘MA YÊN KU MASE WERGERANDIN NE HÛN IN?’

Uçar, bal kişand ser nîqaşên “pêvajoya çareseriyê” ya nû û ev tişt anî ziman: “Qala pêvajoya çareseriyê dikin. Gelo ma yên mase wergerandin, yên ku mutabaqata birêz Ocalan wergerandin ne hûn in? Ev şerê tê kirin, îktîdar ji bo xwe dimeşîne. Divê em li dijî vî şerî îradeyekê nîşan bidin. Em soz didin ku dê vê îradeyê nîşan bidin. Gelo hûn jî li gel me ne ku komarê demokratîk ava bikin? Em jî amade ne û dê vê jî bi jin û ciwanan re bikin. Mîna hezîrana 2015’an em ê dîsa wan têk bibin. Heta dê serkeftineke ji wê serkeftinê mezintir bi dest bixin.”

Şandeya hilbijartinê piştre jî ber bi navçeya Gimgim a Mûşê ve kete rê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar