Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re bi 13 guleyan ji aliyê polîsên tirk ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn

Zarokê kurd Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz di 21’ê Mijdara 2004’an de li Qosera Mêrdînê li ber mala xwe ji aliyê polîsên tirk ve hatibûn qetilkirin. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan hatibû qetilkirin.

Ûgûr Kaymaz û bavê xwe di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Taxa Ataturkê hatin bibîranîn. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên MEBYA-DER’ê tev li bîranînê bûn.

Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday axivî û diyar kir ku bi derxistina holê ya faîlan û cezakirina wan dikare pêşî li cînayetên zarokan bê girtin.

Kûday da zanîn ku li Kurdistanê zarok bi maşîneyên zirxî tên qetilkirin û wiha got: “Her tişt ji zarokên kurdan re rewa tê dîtin. Zarok dibe, ciwan dibe, extiyar dibe, kî dibe bila bibe dema ku kurd tê kuştin tu dozger û dadgeh li du vê nakevin. Ji ber vê em dibêjin ku bila faîlên Ahmet Kaymaz û Ûgûr Kaymaz bên cezakirin.”

Bîranîn bi xwendina diayan bi dawî bû.  MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar