Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ugur Şakarê ku xwe şewitand şehîd bû

Kurdê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krîefeldê yê Almanyayê li ber dadgehê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandibû şehîd bû

Kurdê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krîefeldê yê Almanyayê di 20’ê Sibatê de li pêşiya dadgehê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandibû. Şakar ji wê rojê ve li nexweşxaneyê dihat demankirin û li gel hemû mudaxaleyan şehîd bû.

Ugur Şakar li 40 salî bû û ji Dêrsimê bû. Şakar li ber dadgehê benzîn li xwe kiribû û xwe şewitandibû. Bedena Şakar ji sedî 64 şewitî bû. Şakarê ku li nexweşxaneyeke Duisburgê dihat tedawîkirin. Lê belê li gel hemû mudaxaleyan jî nehat rizgarkirin û şehîd bû.

Şakar beriya ku xwe bişewitîne, nameyek dabû hevalê xwe!

Nameya Şakar

Şakar di nameya xwe de qala van tiştan kir:“Rêhevalên hêja; Ez tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî li oxira wê bimirin, ji jiyanê hez dikin. Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim. Ez welatên Ewropayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî şermezar dikim. Ez modernîteya kapîtalîst jî şermezar dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin. Ez tundiya polîsên Almanyayê û zextên li ser kurdan nalet dikim. Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin. Em ê bi ser bikevin.Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq. Bê Serok jiyan nabe. Bijî Serok Apo. Heval Ugur.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar