Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ukrayna û Beşar Esed!

Dahola Şerê Cîhanê yê Sêyem lê dide. Helbet wê bandora vî şerî li tevahiya welatên cîhanê bibe û herî zêde jî di warê aborî de. Weke ku kovara Foreign Policy ya Amerîkî gotiye “Wê krîzeke mezin a xwarinê li ser asta cîhanê rû bide”. Bi taybet ku herdû welat di warê şandina pêdiviyên sereke yên xwarinê de, di rêzên yekem de ne. Rûsya di firotina genim de di pileya yekem de û Ukrayna jî sala 2020’an de di rêza 5’an hatibû tomarkirin. Li kêleka vê yekê madeyên xav ên çêkirina zeyta xwarinê jî herî zêde ji Ukrayna derdikevin û herî zêde welatên Afrîka û Rojhilata Navîn ji van berheman sûdê dibînin. Dîsa di heman çarçoveyê de, li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sedî 50’î ji pêwîstiyên jiyanî yên koçberên di hindirê welatê xwe de, ji Ukraynayê tên şandin. Ji ber vê çendê wê rewşa koçberan jî gelekî xerab bibe.

Halê hazir jî li ser asta cîhanê welatê herî zêde koçberiya hindirîn lê heye, Sûriyeye ye. Neteweyên Yekbûyî bi raporekê aşkere kir ku bêhtîr 6 milyon welatiyên Sûriyeyê ji cih û warê xwe derketine û berê xwe dane parêzgehên ewle. Di vê xalê de wê Sûriye ziyaneke herî mezin bibîne.

Li hêleke din, niha Moskova û Şamê dostên hev in û gelek projeyên rûsî li Sûriyeyê hebûn ku bi rêya wê dixwest Rejîma Beşar Esed ji krîza aborî rizgar bike. Rûsya him xwe di benderên sûrî de bi cih kir û him jî li ser projeyên Enerjî û Fosfatê dixebitî. Wekî din Rûsya dixwest bi rêya qezenckirina raya giştî dest bi projeya jinûveavkirina Sûriyeyê bike û yê herî zêde sûdê ji vê yekê dibîne jî Esed e. Her wiha Rûsya weke çavkaniya pêwsîtiyên xwarinê yên deverên rejîmê tê binavkirin. Îcar bi êrîşa Moskovayê li ser Kievê, hêza Vlademir Putîn qels dibe û êdî nema dikare gavên mezintir bavêje. Jixwe dê ev rewşa mora xwe li pêşketinên siyasî û leşkerî bixîne û êdî dibe rejîma nema karibe desteka berê di warê çekdarî û dîplomasî de bibîne û ev jî tirsê dixîne dilê desthilata heyî ya Sûriyeyê. Ji ber ku berê ew deverên ku rejîm wan bi rê ve dibe bê binesazî û hema bêje li ser erdê sekinîne.

Di warê petrolê de jî wê Sûriyeyê û herî zêde rejîma Esed bandor bibe. Ji ber ku nirxê bermîla petrolê li ser asta cîhanê digihêje 140 dolarî û him jî nirxê dolar li beramberî lîreya Sûriyeyê bilind dibe û ev jî dê bihêle buhayên petrolê li deverên hikûmeta Şamê zêde bibe, nexasim ku hema bêje tevahî petrola xwe ji Îranê wer digire.

Ji lewre niha em dibînin ku herî zêde li ser asta cîhanê desthilata Esed destekê dide leşkerên rûs ên li Ukrayna. Weke gava destpêkê desteka xwe ji êrîşê re aşkere kir, piştre wêneyên serokê Rûsya Putin li navena Şamê daliqand û herî dawî jî agahî hene ku wê komek alîgirên rejîmê berê xwe bide Ukrayna û li kêleka leşkerên Moskovayê li dijî Kievê şer bikin.

Weke me li jor jî got, wê şer bandor wî li cîhanê bi giştî hebe, lê welatên ku ev 10 sal in di nava krîzê de, wê herî zêde bandor bibin. Halê hazir di Sûriyeyê de, sê herêm hene, yên rejîmê, dagirkeriya Tirkiyeyê û Rêveberiya Xweser. Aliyê ku destê wî li ser dilê wî ye Esed e. Ji lewre bi şekestina Rûsya li cîhanê wê şikandina Esed be. Ji ber ku eger sala 2015’an Rûsya destwerdana leşkerî nekiriba û alîkarî nedaba rejîmê, wê di rewşeke kampax re derbas bûbûna. Tê dîtin ku qedera Esed bi ya Putîn ve girêdayî ye.

Nûçeyên Têkildar