Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

UNICEF: Li Malî di şer de zarok dibin qurbanî

Li welatê Malî ku ji sala 2012’an û vir ve li dijî komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ’ê şer tê kirin, tenê îsal bi sedan zarok bûn qurbaniyên êrîşan. Nêzî 400 hezar zarok li herêmên ku şer lê diqewimin di rewşeke metirsîdar de ne.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li Malî ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, di şer û êrîşên vê salê de zêdeyî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên meha destpêkê yên vê salê de 75 zarok birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zarok di şer de tên bikaranîn û li gorî heman dema sala derbasbûyî hejmara zarokên ku ew kirine leşker bi du qatî zêde bûye. Her wiha ji ber pirsgirêka ewlekariyê derdora 900 dibistan hîn jî girtî ne.

UNICEF’ê diyar kir ku ji ber pirsgirêka ewlekariyê ya ji ber şer, bûyerên sinetkirina jinê, sirgûn û revandin zêde bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi zêdebûna şer re tevî kuştin û birîndarbûna zarokan hewldanên ji bo biçekkirina zarokan jî zêde bûye.

UNICEF’ê diyar kir ku ji bo 377 hezar zarokên li herêmê divê tedbîrên parastinê bi lezgînî bên wergirtin û ji bo vê jî pêwîstî bi foneke ji milyonan dolarî heye.

Di 9’ê Hezîranê de di êrîşeke ser gundekî de 22 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar