Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

‘Van êrîşan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye’

Parlamenterê Valensiyayê Josep Nadal diyar kir êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî

Nadal êrîşên dewleta tirk nirxand û diyar kir ku nûçeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan ditirsîne û got: “Divê civaka navneteweyî û bi taybetî welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî Tirkiyeyê bi awayekî xurt tevbigerin. Bersiva herî kêm divê wekî bersiva li dijî Rûsyayê ya di dagirkirina Ukraynayê de be.”

Nadal der barê têkiliya dewlet û hikûmeta Îspanya ya bi Erdogan re axivî û got: “Ti wateya vî tiştî tuneye ku Îspanya çekan bifiroşe Erdogan û bi argumana parastina yekparçeyiya dewletan û hiqûqa navneteweyî alîkariya leşkerî ya xurt bide Ukraynayê. Mixabin, lobiya çekan bandoreke xurt li ser partiya sereke ya hikûmetê, Partiya Sosyalîst heye. Partiya Sosyalîst partiyek e ku di siyaseta navneteweyî de piştgiriyê dide rejîmên totalîter ên mîna Erdogan û vê partiyê dev ji kevneşopiya xwe ya demokratîk berdaye.”

Nadal anî ziman ku Îspanya hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye û Tirkiyeyê jî alîkariya DAIŞ’ê kir û got: “Tevahiya Yekîtiya Ewropayê ne tenê ji bo hevgirtina bi gelê kurd re, ji ber ku xaka me di bin gefa dagirkeriyê de ye, li dijî Erdogan e.”

Nadal têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nirxand û got: “Weke gelê Valenciayê, gelên hişmend ên Ewropayê jî heyranê têkoşîna gelê kurd a demokrasî, xwerêveberî û azadiya jinê ye. Ev nirxên gerdûnî ne ku baweriya me bi mirovahiyê re nû dikin.

Em ê her dem deyndarê mêr û jinên Kurdistanê bin ji ber ku wan DAÎŞ rawestandin. Her çiqas rêveberên me piştgiriyê bidin rejîmên wekî Erdogan jî, ji bo piştgiriya xuşk û birayên me yên kurd ên ji bo dinyayeke adilane têdikoşin, çi ji destê me were em ê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar