Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Vê carê jî bihara tirkan e!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Yên Bihara Ereban da destpêkirin, gelo vê carê jî bihara tirkan didin destpêkirin?

Jixwe mirov bala xwe dide sala 2021’ê, cîhan bi hemû nakokî û dijwariya xwe derbasî sala 2022’yan bû. Her roj ew şer û pevçûnên navbera hegemonên/desthilatên cîhanê germtir û gûrtir dibin.

Van nakokiyên navbera serwerên cîhanê, ji asta parzemînî heta herêman û welatan bi berfirehî berbelav dibin.

Ji Amerîkaya Latinî, Afrîqa û Rojhilata Navîn niha derbasî Asyayê jî bûye. Mirov dikare bêjê şerê cîhanî yê 3’yemîn her diçe tûjtir û dijwartir dibe.

Weke mînak, piştî destêwerdanên Afganistan, Iraq, Sûriye, Misr, Libya, Yemen û hwd. mirov dikare bûyer û vegurînên li Haiti, Peru, Şîlî, Malî, Etîyopya, Sûdan (cara dudan li Afganistanê) û hwd. rûdanên dibin destnîşan bike.

A herî dawî jî rêzebûyera berî deh rojan a ku li Kazakistanê pêk hat!

Vê carê nêçîrvan û bazirganê şer R.Erdogan, weke carên bêrê bi lezgînî xwe ne avêt ser nêçîrê. Tenê bi dengekî nizm û piştî çend roj derbas bûn got: “Em amade ne ku alikariya birayên xwe yên Kazakistanê bikin.!”

Ji bo ku destdirêjayê li van welatên tirkî bike, gelek amadekariyên xwe kiribû û bi taybetî jî çav berdabû Kazakistanê. Mînak, yekitiyek bi navê ‘Tirk Keneşi’ di nava 5 dewletên tirkan (Tirkiye, Kazakistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Azerbeycan) de, di 2009’an de hatibû ava kirin, berî 2 mehan (di 12.11.2021 de) li Stenbolê Kongreya wê çêkir û navê wê û rêxistina wê li gorî xwe guherî kir ‘Teşkîlata Dewletên Tirk!’

Jixwe di bûyera 2’yê çileyê de ya li Kazakistanê çêbû, mirovekî bi navê Vahşî Arman, weke mirovekî ji pêşengê vê bûyerê, ketiye nava hinek liv û tevgêrên balkêş. Lewma niha hatiye girtin li Kazakistanê. Girîngiya vî kesî çi ye?

Ev Arman, di van çend salên dawî de li Tirkiyeyê bû û danûstendinê wî li gel Sedat Peker bû, (piştî ew ji Tirkiyeyê derket), li gel Alatîn Çakici û hinek rayedarên bilind ên dewlêtê weke Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û hwd. gelek xweş û geş û gûr bûye.

Lê wisa tê xuyakirin ku R.Erdogan û D.Bahçelî dereng man û Kazakistan jî ne pariyekî li gorî devê wan bû, erdekî mayinê wê mezin û xurt bû! Ji ber ku Putîn, berî wan amadekariyên xwe yên gelekî mezintir ên ji bo pêşerojê kiribû.

Rûsya, yekitiya bi navê Peymana Ewlekekariya Kollektîf a ku di sala 1992’yan de hatibû avakirin, di sala 2002’yan de navê wê û naveroka wê guherî û xurtir kir; Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf.  6 Dewlet endam in; Rûsya, Belerûs, Ermenistan, Tacikistan, Kirkizistan û Kazakistan.

Ji ber ku ev peyman, ji peymana dewletên tirkî ya R.Erdogan û D.Bahçeli pêşengiyê dikin bi hêztir bû, Kazakistanê, alikarî ji vê peymanê xwest. Tew peymana tirkan nehat ser zimanê wan jî!

Li aliyê din, di Asyaya Navîn de welatê herî mezin û herî dewlemend e Kazakistan e. Lewma bêgûman ‘xwazgînî’ û kiriyarên wê gelek zêde ne. Lê xwedê zane xwediyê wê yê kevn Rûsya û yê nû Çînê, dora xwe berî her kesan danîn ser vê ten(d)ûrê. (ev biwêjek gelîrî ya kurdan e; “kî berê dora xwe deyne ser tenûrê, rêza yekemîn a tenûrê dibe ya wê/î”)

Her wiha sînorê Rûsya û Çînê li gel Kazakistanê nêzî 10 hezar km ye. Hema weke ku ew dorpêç kiribin. Weke mînaka li jor hat destnîşankirin, gelek peymanên din ên aborî û hwd. jî hem li gel Rûsyayê hem li gel Çînê çêkiriye. Bi kurtayî, êdî Kazakistan nema ji dewletên din re dibe nêçîr.

Wisa diyar e, weke gelek cihên din li vir jî ‘dewla wan bi avê neket’ û ji nêçîrê destvala vegeriyan!

Her wiha plan û projeya Bihara Ereban, çi anî serê ereban û bihar çawa li wan bû zivistan li ber çavan e.

Êdî bihara tirkan çi tîne serê tirkan xwedê zane! Weke gotina dibêjin ‘hatina pêncşemê ji çarşemê ve diyar e’, ma gelo ev jî ew ê wisa ne be?

Erê, dibe ji aliyekî ve ji bo Kurdistanê neyînî hebe û dewleta AKP-MHP’ê dîsa vedigerin ser serê gelê Kurdistanê. Lê ma jixwe heta niha teqsîrî naxistine êrîşên xwe.

Belê her şikestinek wan, ji bo Kurdistanê aliyê wê yê erênî pirtir e ji yê neyînî. Ji vir û pê ve, kar û peywir dikeve ser milê şarizayî û pisporiya kurdan a dîplomasiyê. Zemînê vî karî niha berxweştir dibe.

Nûçeyên Têkildar