Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Vê carê jî faşîzmê rûyê xwe li Stenbolê nîşan da

Dewleta tirk a faşîst vê carê li Stenbolê li hemberî endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin û herî kêm 17 kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya dewleta tirk a dijminê kurd li Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsên şefê faşîst Erdogan li navçeyên Başakşehîr, Esenyûrt, Arnavûtkoy û Kuçukçekmeceyê û gelek navçeyên din avêt ser gelek malan. Polîsên maşeya destê akp-mhp’ê li malan lêgerîn pêk anîn û rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes destgîr kirin.

Hinceta destgîrkirinê nehate zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li kolana Vatanê ye. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe. Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê ye.

Navên kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars.

Dewleta tirk a dagirker faşîst bi van operasyonan dixwaze îradeya gelê kurd û demokratên tirk bişkînin û pêşiya desthilatdariya akp-mhp’ê bide vekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar