Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Vê carê PDK’ê Kurdistan parçe kir!

Awyer Botan

Dagirkarên kurd bi peymanan Kurdistan li ser çar welatên cîran ên dagirkerên Kurdistanê parçe kiribû, vê carê jî PDK’ê Kurdistan parçe kir! Bakur, Rojava û Rojhilat weke Kurdistan qebûl nekir!

Hişmendiya ku sînor û erdnîgariya Kurdistanê parçe dike û tenê li çend bajaran sînordar dike, hişmendiyeke ji dijmin kembaxtir û wêrantir e.

Ev hişmendiya parçekar û dîsa ji derveyî xwe kesekî/ê din qebûl nake, kelemeke li pêşiya serfirazî û serxwebûna Têkoşîna Azadiya Kurd.

Di 20’ê tebaxê de nexşeya Kurdistanê li ser dîwarê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Zaxoyê hatibû danîn. Lê belê nexşe 11’ê îlonê bi biryara serokatiya Zanîngeha Zaxoyê hat rakirin û li ser nexşeyê tenê bajarên dikevin sînorê başûrê Kurdistanê li ser dîwar hat hiştin.

Derket holê ku li ser tirsa dagirkeriya tirk ev nexşe hatiye rakirin û tenê Kurdistan weke bajar û sînorên başûrê Kurdistanê hatiye nîşadan. Ango Kurdistan tenê weke Başûr hatiye diyarkirin.

Ev sosreteke mezin a bêaqiliyê ye. Ev vekirî dide nîşandan ku erdnîgariya Kurdistanê tenê Başûr e û deverên dikevin bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê ne Kurdistan û hemû êrîş û zextên li ser tê kirin rewa nîşandan e. Li aliyê din rayedarên PDK’ê û hişmendiya wê ya ku niha serweriyê li xaka başûrê Kurdistanê dike, alîgirên dijmin û dîsa dixwazin bi firotina parçeyên din ên Kurdistanê hebûna kurd û Kurdistanê li sînoreke teng asê bikin û kurdeke li ser berjewendiyên dijminên kurdan bide avakirin. Ev jî bi serê xwe hişmendiyeke ji ya dagirkeriya gelê kurd xeternaktir û wêrantir e. Nifşeke ku welatê wî lê bide bîrkirin û di sînoreke teng ê jiyanê de hebis bike.

Hemwext ev hewldana bi zanabûn hate kirin, metirsiyeke mezin li ser temamê kurd û Kurdistanê da çêkirin. Hem xaka Kurdistanê hat parçekirin û dagirkeriya li ser rewa hat nîşandan, hem jî tengkirina sînorên kurdan, başûrê Kurdistanê ji êrîşan re vekir û her wextê dikare Başûr bi hêsanî ku PDK weke Kurdistan tenê pênase dike, bikeve bin dagirkeriyê. Heta niha hebûna kurdan ku li pêşiya dagirkeriyê û mêtingeriyê astengiyeke mezin bû, niha weke erdnîgarî û hişmendiya li kurdbûnê tê meyzandin dike ku bibe pariyeke yê devê dêwên dagirker ên kurd û Kurdistanê.

Ji xwe berî niha jî hewldaneke wiha ya PDK’ê ku dema Papayê Vatîkanê Papa Francîs Adara 2021’ê serdana Iraqê kir û piştre derbasî Hewlêr bû, kartên ku wêneyê papa Francîs ku nexşeya Kurdistanê li ser bû hat nîşandan. Ji ber nîşandana qertek a nexşeya Kurdistana mezin li ser, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku daxuyaniyekê bide, her wiha êrîşî rêveberên Hikûmeta Herêmê dike û ji wan re dibêje; ‘Hedê xwe nizanin’.

Li ser vê gefê rêveberên PDK’î daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku şaştiyek bûye. Lêborîna tê xwestin ji qebhetê mezintir e. PDK û Barzaniyên ku her tişt radestî dewleta tirk a mêtinger kiriye, her gava ku mijar dibe Kurdistan û azadiya wê gefê li Başûr û Barzaniyan dike, henekê xwe bi wan dike, heqaret dike, lê Barzanî û PDK ji vê şermê nake û di ya xwe de israr e.

Bînin bîra xwênerên xwe, di referandûma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê ya 25’ê îlona 2017’an de heman nêzîkatî Tirkiye li hember rêveberiya Başûr û dîsa hikûmeta başûrê Kurdistanê kiribû. Ti heqaretek nemabû ku nekir, encam bû çi? PDK dîsa dest vala ma. Di rewşek wilo de ku PDK û Barzanî her tişt radestî Tirkiye kiriye, serde evqas heqaret bixwe, nayê famkirin? Mirov gelo qey rûmet û keramet tine? Qet xwîna kalik û Şêx Ebdulselam Barzanî ku ji aliyê pêşiyên tirkan osmaniyan ve hatiye kuştin nayê bîra wan. Mirov ecêbî dimîne.

Ev çi hişmendî û kesayetiye. Kêmek jî be mirov bi ar û namûs dibe. We tiştek nehişt ku mirov rêz û rûmetê nîşanî we bide. We her tişt bo dagirkeran kir. Yek rojê jî van dagirkerên ku we ji bo wan her tişt kir, rêz nîşanî we neda û tim heqaret li we kir. Gelo hûn çi dixwin çi vedixwin, li cîhaneke çawa wiha mirov bê rûmet mezin bibe, mezin bûne. Evqasî jî mirov famkor nabe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar