Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Vê carê wekîl û esîl  bi hev re di qada şer de ne

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Heta şerê Ukraynayê, şerên herêmî û pêve girêdayî şerên cîhanî, bi rêya wekîlan dihat meşandin.

Bi navekî din, jêre “şerê wekaletî” dihat gotin. Wateya wê bi zelalî ev bû: xwediyên şer ên li paş perdê DYA, Rûsya û hwd. bûn. Ev; ên esil, ên xwedî, yên fermandar û plansazên şer bûn.

Yên wekil û li şûna van dewletên hegemonên cîhanî, şer didan meşandin jî; mîna Tirkiye, Iraq, Sûriye, Urdun, Pakistan, Polonya, Azerbeycan, Ermenistan, Yewnanistan, Lubnan, Qeter û hwd. bûn. Li gel vana, dewletên mîna Hindistan, Îran, Misir û hwd. jî mirov dikare hinek  di vê kategoriyê de an di kadegeroya navberê ya sisyan de bijmêre.

Piştî şerê Ukraynayê û her wiha şerê Xeza-Îsraîlê, êdî gav bi gav xwediyên eslî-sereke yên cîhanî DYA, Rûsya, Çîn, Britanya, Fransa, Almanya û Îsraîl derketin qada şer.

Weke mînak Wezîrê Derve yê DYA’yê Antoni Blinken, hema bi lez roja dudan a şer çû Îsraîlê, li gel nasnamaye xwe ya amerîkî, nasnameya xwe ya cihûtiyê jî derxist pêş û xwe weke milîtanê şer ragihand.

Piraniya zirdewletên hegemon, piştgiriya xwe li gel Îsraîlê nîşan dan. DYA’yê û Înglistanê, hema li pey hev geştiyên xwe yên herî mezin şandin ji bo alikariya Îsraîlê.

Dewletên dijberî vê eniyê Rûsya, Çîn û gelek hevalbendên wan jî, ne li Hemasê, belê li Filistînê xwedî derketin û rêveberiya Netanyahû rexne kirin.

Di vê navberê de, hilwesta herî balkêş a dewleta tirk û Îranê bû. Îranê, yekser dijberiya Îsraîlê û yekser piştgriya Hemas û Filistînê kir. Belê hilwesta Tirkiyeyê hîn balkêştir bû; di hefteya despêka şer de bêdeng ma, piştre hema ji nişka ve R. Erdogan bi tundî piştgiriya Hemasê kir. Lê bi sistî rexne li Îsraîlê kir. Ji ber ku sextekar e û peywendiyên wî yên bazirganî bi Îsraîlê re gelek li pêş e.

Her wiha piraniya giregir û payebilindên dewletên hegemon çûn Telavîvê û destek dan dewleta Îsraîlê. Di nava wan de gera zêde ya Antoni Blinken pir bal kişan ser xwe.

Li pey du caran çûna wî ya Îsraîlê, Urdunê û hwd. bi taybetî çûna wî ya Bexdayê balkêş û watedar bû. Di serî de lixwekirina êlegê polayî, tirs û xofa wan a mezin a li Iraqê dide diyarkirin.

Ya dudan û armanca wî ya bingehîn a çûna Bexdayê, ji bo pêşîgirtina êrîşên Îranê bû. Jixwe nakokî û dijberiyên mezin ên navbera DYEyê û Îranê tên zanîn. Her wiha ji bo derbeya hilweşandina rejîma Islamiya Îranê, ji mêj ve û piralî dixebitin.

Gûmana xurt ev e ku, heke vê êrîşa HEMASÊ wan organize kiribin an nekiribin zêde xem nîne, lê dibe ku vê êrîşî, ji bo bi lez derbeya giran li Îranê bide, bikin sedem/hincet û zemin!

Ew roketên fuzeyî yên meddirêj/dûrmenzîl ên hûsiyan ku ji Yemenê, avêtin ser îsraîliyan, nîşan dide ku Îran bêhilwest ranaweste û ev jî, metirsiyê dixe dilê DYA’yê û hevalbendên wan.

Di heman demê de hêzên ser bi Îranê ve di ser Iraqê re jî, êrîş birin ser hêzên DYA’yê yên li Iraqê û li Sûriyeyê. Metirsiya wan ew e ku; ji Yemenê yan deverek din êrîşkîrina ser Îsraîlê û hêzên amerîkî, dereng û giran ji wan re bibe mal.

ji Îranê re ji bo êrîşan bajo ser Îsraîlê û hêzên amerîkî, xaka Iraqê û Sûriyeyê ji bo wan hêsantir e. Gumana xurt heye ku Blinken ji ber van sedeman, bi lez û ji nişkave berê xwe da Bexdayê.

Îca weke gotina “di nava şerê fîlan de çîmen tên eciqandin”, gelo Kurdistan jî di nava şerê van giregiran de neyê eciqandin an derbeyên mezin nexwe? Ji ber ku Kurdistan jî qadek navendî ya şerê sêyemîn a cîhanî ye.

Diyar dibe ku dîsa hinek karê xerabkirinê dane ber şefê faşîst R. Erdogan. Loma dîsa lez da êrîşên xwe yên qirkirinê yên ser Başûr û Rojava.

Gotinek pêşiyên kurdan heye: Ji pir an pir, ji hindik an hindik diçin!

Bawer bikin, erê di şer de herkes derbeyan dixwe û ziyanê dibînin, em ê jî bibînin, lê yê ku derbeya mezintir bixwin ew in. Jixwe ew leza wan jî, ji lawaztiya wan û ji wê tirsa wan a zêdetir tê.

Vê carê jixwe yên wekîl têk diçin, belê yên esîl jî derbeya herî mezin û giran dixwin. Yên mezlûm bi ser dikevin!

 

 

Nûçeyên Têkildar