Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Vê hefteyê jî malbatan li aqûbeta wendahiyên xwe pirsîn

Xizmên windayan di çalakiya xwe ya Amed û Êlihê de li aqûbeta kesên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin windakirin pirsîn û Hrant Dînk bi bîr anîn.

Malbatên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 727’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li aqûbeta kujerên Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Di destpêke de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Guven, bi lêv kir ku bi salan e ew bi daxwaza edaletê çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Lê hê jî malbatên windayên ku hestiyên windakiriyên xwe nedîtine hene. Bi hezaran kujer hene ku hê nehatine cezakirin. Em dixwazin ji kujeran hesab bê pirsîn. Heta windakiriyê dawî bê dîtin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Pişt re jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî. Bozgeyîk bi lêv kir ku ji bo demokrasiyeke mayînde dîtina windakiriyan û cezakirina kujeran pir girîng e. Bozgeyîk, diyar kir ku sala 2022’yan ji bo dayikan saleke bêedalet derbas bû û axaftina xwe wiha domand: “Lê çi dibe bila bibe em windakiriyên xwe ji bîr nakin. Heta kujer bên dîtin têkoşîna me wê berdewam bike. Di sala 2022’yan de jî edalet pêk nehat. Doza Mûsa Anter bi necezakirinê encam girt. Daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat.”

Çîroka kesen ku hatine qetilkirin ji aliyê Endama Lîjneya ÎHD’a Amedê Derya Yildirim vê hat xwendin. Yildirim anî ziman ku piştî bûyerê malbatên kesen hatine qetilkirin qala şahidiya bûyerê kirine û tiştên ku malbatên wan gotine wiha anî ziman: “Hevjina Suleyman Gaysak, Leyla Gaysak derbarê qetilkirinan de gotibû: ‘Hevjîne min bi apê min ve ji malê derketin. Piştî ew ji malê derketin 20 deqîqe derbas bûn kesek nenas telefon li malê kir û got merivên we revandine, yek ji wan li mezraya Holana Jêr qetil kirine. Ez jî çûm nexweşxaneyê, lê ji ber ku li ber nexweşxaneyê panzer hebû min nekarî bikevim nexweşxaneyê heqaret li min kirin û ez qewirandim. Me jî dest bi lêgerina hevjînê min û xizmên me kir. Piştî 3 rojan me li mezraya Kirijê ber bi Bozalan ve rêçên wesayiteke dît, me rêç şopandin û li pêy şopa rêçê em rastî kortekê hatin. Di kortê de me cenazeyên xizmên xwe dîtin.”

Îsa Akman jî got ku: “Yaya jî di nav xizmên me yên ku hatibû windakirin de bû. Me xwest daxwaznameyê bidin dozgeriyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê lê polîsan destûr neda ku em têkevin hûndir û xizmên me derb kirin. Min di kortê de rûye zarokê xwe Yahya nas kir. Tiliya zarokê min a gustîlê jê kiribûn û gustîl biribûn. Bedana her çaran jî pir hatibû hincirîn. Me cenaze xwe bi motorê anîn. Ez ji Abdulhekim Guven, Bedran û Selîm Xoce yê ku zarokê min bi zorê xistin toroseke spî de û ji wan kesên ku ew emir dane wan re gilîkar im.”

 Êlih

Malbatên windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî çalakiya xwe ya 563’yan li ber peykerê Mafê Mirovan a li cahdeya Gulistanê li dar xistin. Girseyê pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” hilgirtin. Endamên HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê jî di çalakiyê de amade bûn. Beriya daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Êlihê Mahfûz Akgul (35) ku di 12’ê Çileyê de  jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn.

Di destpêke de Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî. Yildiz bi lêv kir ku Mahfûz Akgûl ji ber nexweşiya pênceşêrê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna wî ya ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê tu car naye jibîrkirin. Bi ciwantiya xwe koça dawî kir. Her heftê ew jî bi malbatên windakiriyan re li vê qadê bû.”

Pişt re jî rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vî hefteyê xwend. Di destpêka axaftina xwe de Tangûner jî Mahfûz Akgul bi bîr anî û got ku li serma zivistanê û germahiya havînê de jî li qadan bû. Tanguner pişt re jî daxuyaniya vê hefteyê xwend.  Tanguner vê hefteyê bal kişand ser Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Agos’ê Hrant Dînk ê di 19’ê çileya 2007’an bi sûîkastekê hate qetilkirin  û xwest edalet bi cih were.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar