Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan’

Komîteya 'Azadî ji bo Ocalan a Îran û rojhilatê Kurdistanê' Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Divê azadîxwaz, alîgirên mafên mirovan, jin û hêzên demokrasiyê li ber vê zilmê bêdeng nemînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin."

Komîteya ‘Azadî ji bo Ocalan a Îran û rojhilatê Kurdistanê’ ji ber salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Daxuyaniya bi sernavê ‘Vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ wiha ye: “Em dikevin sala 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Apo ku 24 sal in dîl hatiye girtin. 24 sal in li dijî Rêber Apo îşkenceyek ne mirovî tê kirin. Bi vî rengî hewl didin hêviyê bidin şikandin û çokê bidin tewandin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de Tevger Azadiya Gelê Kurd tune bikin. Nekarî vê bikin. Berovajî, Tevgera Azad a Kurd bi hêztir bû, vê hêz û vîna xwe jî ji Îmraliyê digire.

Weke her salê îsal jî li her derê Kurdistan û cîhanê di salvegera 24’emîn a komployê de komplo û komploger tên şermezarkirin. Dengê fikir, raman û felsefeya wî sînor hemû derbas kiriye; bûye navenda herî zêde azadîxwaz a li cîhanê li hev kom dike. Niha îdeolojî û paradîgmaya wî komploger tengijandiye û li hemû kolanên cîhanê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê qîrîn. Piştî 24 salan jî nekariya Îmrali û dîsa bi sîstema îşkenceyê Rêbertî îzole bikin. Îro ji her demê bêhtir dengê wî bihêztir e, tu astengiyê nekariye pêşiya fikir û felsefeya Rêber Apo bigire. Niha li navenda hemû semîner, civîn û nîqaşan neçarin Ocalan bixwînin. Niha modernîteya sermayedarî, Gladyo, NATO, dagirkerên li Kurdistanê û hemû hêzên komploger ketine nava fikaran û bêçare mane.

Niha nikarin qala azadiya jinan, rêzgirtin û parastina jîngehê, azadiya gelan, mirovan, azadî, demokrasî, yeksanî û hwd. neken û Ocalan nexwînin. Ew niha bûye manîfestoya azadiyê. Bûye Premetos û ketiye ber xezeba dijminên azadî û serbestiyê.

Niha dema wê ye ku piştî 24 salan li ser derbasbûna komployê re, pêwîste her kes erkê xwe yê mirovî, exlaqî û azadîxwaziyê bi cih bîne. Dema wê ye ku jin, gelê azadîxwaz, alîgirên demokrasî û mafê mirovan, têkoşîna xwe fireh bikin. Hew vê zilmê qebûl bikin. Girtina Ocalan tê wateya, binpêkirina van hemû nirxan. Ocalan hemû temenê xwe ji bo azadî û maf derbas kiriye. Ji bo wê divê hemû azadîxwaz, alîgirên mafê mirovan, jin û hêzên demokrasiyê careke din li beramberî vê zilmê bêdeng nemînin, ji bo şermezarkirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar