Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Vedat Aydin hat bibîranîn

Siyasetmedarê kurd Vedat Aydin di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Amedê bi tevlêbûna gelek kesan li ser gora xwe hate bibîranîn. Beşdaran got ku Aydin şoreşgerekî mezin bû û dê her tim di dilê gelê kurd de bijî

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin, 28 sal berê di 5’ê tîrmeha sala 1991’an de ji mala xwe hate revandin û cenazeyê wî di 7’ê tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê hate dîtin. Cenazeyê Aydin di 10’ê tîrmehê de jî ji hêla bi sedhezaran welatiyan ve li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate definkirin. Bi munasebeta salvegera qetilkirina Vedat Aydin, bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê, nûnerên siyaseta kurd, birayê Vedat Aydin ê bi navê Veysî Aydin û gelek kesên din, li ser gora Aydin merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bernameya bîranînê de hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku Vedat Aydin şoreşger û mamosteyekî gelek mezin bû û wiha domand: “Aydin, pêşengê siyaseta demokratîk bû. Rûmeta gelê kurd bû. Ji ber vê sedemê bû ku 28 sal berê ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Dibe ku Vedat Aydin bi fîzîkî de bi me re nebe. Lê bi fikrên xwe di dilê sed hezaran de ye. Bi sedhezaran Vedat Aydin gihaştin. Îro bi milyonan mirov ji bo ku aştî û demokrasî pêk bê, di rêya Vedat Aydin de dimeşin. Vedat Aydin nemiriye.”

28 sal in kujer nayên dîtin

Veysî Aydin jî destnîşan kir ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha domand: “Li ser qetilkirina birayê min 28 sal derbas bûn lê kujerên wî hê jî nehatine dîtin. Bi salan e em li pêy kujerên wî ne. Lê hêj jî bûyer nehatiye zelalkirin û kujerên wî nehatine diyarkirin. Ev pêkanîn ji dîrokê ve li ser kurdan tê ferzkirin.”

Her wiha parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari jî daxuyand ku kujerên Vedat Aydin diyarin û hişmendiya dewletê hêj neguheriye.

‘Aydin girêdayî nirxên neteweyî bû’

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî Aydin bi bîr anî û wiha got: “Vedat Aydin girêdayî nirxên xwe yên neteweyî bû. Qerîna aştî û demokrasiyê bilind dikir. Armanca êrîşa li dijî Aydin ew bû ku vîna gelê kurd bişikînin. Ên ku dixwazin gelê kurd belavela bikin, êrîşa vîna wan dikin. Lê têkoşîna kurdan qet nesekinî û dê nesekine jî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar