Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranî

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û piştî çend rojan cenazeyê wî li navçeya Madena Xarpêtê hat dîtin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û siyasetmedaran li ser gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê bîranîn pêk anîn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn, birayê Aydin Veysî Aydin û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê hêj şer, mirin û hilweşandin didome û wiha got: “Ji bo vê yekê ye ku pêdiviya me bi pêşengiya Vedat Aydin û hevrêyên wî heye.”

Ceylan anî ziman ku ew ê her dem fikrên Aydin zindî bihêlin û ev tişt anî ziman: “Fikrên wî çi bûn? Li dijî şer aştiyek bi rûmet bû. Israra siyaseta demokratîk bû. Yê ku Vedat Aydin kir lehengê gelê wî jî fikr û ramanên wî bûn. Ji ber vê yekê em ê şopdarê rêya aştiyê ya Vedat Aydin bin. Heta ku qatil werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Pêvajoyek nû destpê kir’

Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanîk jî da zanîn ku bi qetilkirina Vedat Aydin re li Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê kiriye û ew têkoşerê siyaseta demokratîk û aştiyane bû û dê têkoşîn û daxwaza wî mezintir bikin.

‘Berpirsyar dewlet e’

Birayê Aydin, Veysî Aydin jî bi bîr xist ku bi ser qetilkirina keke wî Vedat re 29 sal derbas bûn û wiha got: “Di nava van 29 salan de gelek tişt li Tirkiyeyê guherî lê bes ev zîhniyet heman zîhniyet e. Pergalek û zîhniyetek ku gelê kurd tune dihesibîne û li ser pişaftinê hatiye avakirin li hember me heye. Heke li cihekî bi hezaran însan tên kuştin û kiryarê wan nediyar be, li vir hêzek dewletê ya birêxistinkirî heye. Em kujerên Vedat Aydin dizanin. Navê wan jî aşkera ye. Piştî ku li hev nekirin di nava dewletê de hatin tasfiyekirin. Sedemê kuştinê ew in lê îro ew li holê tune ne. Ji bo me ne tetikkêş ên ku ferman dane berpirsiyar in. Li gorî me berpirsiyarê qetilkirina Vedat Aydin dewlet bi xwe ye. Rakirina tundî û cînayetan çareserî nîne. Çareserî ew e ku aştiyek bi rûmet pêk were ye.”

‘Em soza têkoşînê didin te’

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn jî bal kişand ser têkoşîna Vedat Aydin a ji bo mafê mirovan dabû û ev tişt anî ziman: “Em ê xwedî li xeyal, fikr û têkoşîna wî derkevin. Di destpêka salên 1990’î de yên ji bo mafê gelê kurd têkoşiyan û parastin hemû bûn armanca êrîşan. Êrîşên kontrayan bi qetilkirina Vedat Aydin dest pê kir. Bi binpêkirinên sîstematîk re domiya. Çimkî ew pêşengê têkoşînekê bû. Em li ser gora te soza têkoşînê didin.”

Piştî axaftinan beşdaran qerenfîlan danîn ser gora Aydin û bîranîn bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar