Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Veguhastina girtiyan ji bo nexweşxaneyan veguheriye îşkenceyê’

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku pêvajoya veguhastina girtiyan a ji bo nexweşxaneyan veguheriye îşkenceyê. Fîncanci got ku muamaleya xerab a li dijî girtiyan nayê qebûlkirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor jî destnîşan kir ku gelek rêveberên girtîgehê haya wan ji bidawîbûna grevên birçîbûnê jî nebûye

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran girtiyên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dawî li çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Piştî bidawîkirina çalakiyan jî çalakgeran sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Lê li gelek girtîgehan çalakger nayên dermankirin û binpêkirinên zêde hene. Têkildarî mijarê Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û serokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Îlhan Ongor ji ANF’ê re axivîn.

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku tevî ku çalakî ev 3 roj in bi dawî bûne jî heta niha hîn jî organîzasyoneke bi rêk û pêk nehatiye amadekirin û wiha domand: “Hîn nehatiye tespîtkirin bê ka dê kîjan çalakgeran bibin nexweşxaneyê, dê kîjan li kampûsa nexweşxaneyê û dê kîjan li revîrê bên tedawîkirin. Lê ger ku organîzasyoneke baş hebûya, dê bidawîbûna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê re ev tişt hemû diyar bûna.”

Binpêkirinên li dijî girtiyan

Fîncanci destnîşan kir ku veguhastina girtiyên siyasî ya ji bo nexweşxaneyê veguheriye îşkenceyê û wiha derbirî: “Girtiyan bi wesayîtên rîngê vediguhêzin. Ev nayê qebûlkirin. Divê bi ambûlansê bên veguhestin. Nabe ku bijîşk muayeneya bi kelepçeyê bike. Divê Protokola Stenbolê bi cih bînin. Nabe ku mafê nepenîtiyê yê mirovan bê binpêkirin û di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de mirov bên mûayenekirin. Ji heqaret û kiryarên li dijî girtiyan de ne tenê cendirme, wezîrê karên hundir jî berpirsyar e. Divê teqez vîtamîna B bidin girtiyên siyasî û bi hemû mînarelan divê bên xwedîkirin. Mîna pitikan divê bên xwedîkirin. Divê bijîşkên serbixwe tev li vê pêvajoyê bibin.”

Amadekarî nehatine kirin

Li girtîgehên herêma Çukurovayê jî tevî bidawîbûna çalakiyan jî girtî li nexweşxaneyan nayên veguhastin. Têkildarî mijarê serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor axivî û got ku dê pêvajoyê bişopînin. Ongor got ku wan Maseya Krîzê ya Lezgîn ava kiriye û wiha domand: “ÎHD, parêzerên HHB û bijîşkên TTB’ê li maseya krîzê rê û rêbazên ji bo dema pêş destnîşan kirin û dest bi kar kirin. Lê ne li wezareta tenduristiyê, ne li nexweşxaneyan û ne jî li girtîgehan amadekariyeke ji bo pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê nehate kirin.”

Haya rayedaran ji bidawîbûna greva birçîbûnê nebû

Herî dawî jî Ongor ev tişt anî ziman: “Gelek rêveberên girtîgehan agahiya wan ji karê piştî greva birçîbûnê nîne. Hin midûrên girtîgehan jî ji me hîn bûn ku grevên birçîbûnê bi dawî bûne. Ji ber vê rewşa neamade, pêvajoya tedawîkirinê bi derengî dest pê kir.” STENBOL-EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar