27’ê Mijdara 1978’an rojeke wisa ye ku gelê kurd ê dixwestin bi tevahî ji holê bê rabikin, ji nû ve rakir ser piyan û can dayê.
Ev roj rojeke vejîna jiyaneke qedîm a hezar salî ye ku bi saxî xistibûn gorê. Bi pêşengiya komeke mirovên heskiriyên vê axê û dildarên dozê, dest bi pêngav û têkoşîneke bêeman a ji azadî û fedekariyê kirin.
Ji bo bijîn, dest bi têkoşîneke mezin kirin. Ji bo koledarî û mêtingeriya hezaran salan û gelê ji axa xwe hatibû sirgûnkirin, qetilkirin û bûbû biyaniyê axa xwe, di serî de li welat û piştre belavî hemû cîhanê bû.
Ev roj rojeke destpêkeke nû ye ji bo kurdan. Ev roj bû sedema têkoşîneke nû ya naşibe serhildanên din ên têkçûyî. Destpêkê li hemberî xwe serî rakirin û piştre hebûna kurdan nîşan dan û dest bi berxwedanê kirin. Ev serîrakirin, li dijî kesayetiya kurdê ji rastiya xwe dûr bû.
Van ciwanan, pêşî xwe nas kirin û piştre jî ji bo rastiya hebûna xwe û civaka xwe ya hatî helandin û kolekirin, dest bi şer kirin. Şerekî bêeman li ber wan bûn. Ew jî di wê ferqê de bûn. Di vê rêyê de gotibûn, ‘an serkeftin an serkeftin’ ji derveyî vê dirûşma wan a têkoşînê nebû.
Hê di gava pêşî de berdêlên mezin hatin dayîn. Yek ji pêşeng û kadroyên PKK’ê Hakî Karer ê ji aliyê Stêrka Sor ve hate şehîdkirin, bû bingeha têkoşîna bi rêbazeke din û damezirandina partiyê. Ji şehîdê yekem dest pê kir û îro gihîşte hezaran.
Li her parçeyekî, li ber her dar û kevirê vî welatî şehîd û bîranên wan hene ku ji bo azadiyê hatine dayîn. Îro ji Bakur bigire heta Rojava, Rojhilat û Başûr, bi hezaran ciwan li ser rêya têkoşîn û azadiyê bi ruhekî xwedî hesta azadî û avakirina jiyana azad e. Berdêl çi bibe bila bibe, wê soza ji bo şehîdan hatî dayîn biencam bibe. Israra di şerê azadî û aştiyê de, israra meşa li pey xeyal û hestên şehîdan e. Heger îro li her alî şer tê kirin û têkoşîn tê dayîn, sedema vê azwerî û hestên jiyana azad in.
Ji bo vê ye ku ev têkoşîna bi komeke ciwan dest pê kir, ne mimkûn e ku nece serî. Her çend astengî û êrîşên dijwar bi hevkariya hin aliyan hebe jî biryardarî û hişmendiya têkoşîna azadiya gelê kurd, bi berdêlên giran jî be, wê teqez biencam bibe. Ma jixwe fedayiyê Sûrê negotibû; ‘Çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be’. Dema van ciwanan dabû ser vê rêyê encam hatibû bidestxistin! Ji bo wê ye ku ev 42 sal in bênavber di serî de li hember kesayetiya ketî ya kurd û dijminê xwînxwar û mêtinger bi awayekî bêeman têdikoşe.
Rakirina kurdê ketî, azadbûna ji koledariyê û avakirina jiyana bi hev re; wê encamên biheybet bi xwe re bîne.
Ji îro û şûn de jî têkoşîna bê dayîn wê li ser vî esasî û bi heman hişmendiyê çi dibe bila bibe, teqez bi encam bibe û encameke serketî be. Dayîna berdêlên evqas giranbuha jî wê ne tiştekî ji rêzê be.
Li ser vî esasî, em di têkoşîn û berxwedana pirreng û alî ya Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê û gelê kurd de, serkeftinê dixwazin.