Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Vekişîna nav sînorên xwe ya Tirkiyeyê jî dê nekare wê ji têkçûnê xelas bike’

Gelê kurd bi berxwedana bi pêşengiya PKK’ê re hebûna xwe mîsoger dike û vê têkoşînê jî ji hemû cîhanê re radigihîne. Êdî hemû cîhanê qîrîna azadiyê ya gelê kurd bihîst. Dewleta tirk jî di rûdanên nû de ne tenê dê ji Sûriyeyê vekişe, bi vekişîna nav sînorên xwe jî dê nekare xwe ji têkçûnê xelas bike

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê li pêş çavên tevahiya cîhanê hate dagirkirin. Di bin navê ‘Herêma bi ewle’ de êrîşên li dijî kurdan hatin zêdekirin; bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re qadek ji çeteyan re hate afirandin. Tevî ku gel hemû li ber rabûn jî li pêş çavên dewletan dagirkerî pêk hat. Daxuyanî, gotinên ji bo pêkanînan hemû nehatin pêkanîn. Agirbesta ku ji ber berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê hate ragihandin aşkera bû ku ji bo têkbirina berxwedanê ye. Tirkan ev taktîk li bakurê Kurdistanê jî bi kar anîn û jê re ‘pêvajoya çareseriyê’ gotin. Li Rojava jî tevî ku qala pêvajoya agirbestê tê kirin êrîş didomin.

Di nava şerekî wisa de rewşeke asayî ye ku hevdîtinên dîplomatîk bên kirin. Serokê DYA’yê Trump ji bo pirsên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurdan û tirkan de bi helwesteke necidî got; ‘gelekî baş e’. Ev nêzîkatiya wî nêzîkatiyeke înkarê ye. Li holê rewşeke gelekî baş nîne, ya ku tê kirin berxwedana kurdane. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê di her astê de, li başûrê Kurdistanê êrîşên ji bo berfirehkirina qada dagirkirî û tunekirinê, li rojavayê Kurdistanê jî êrîşên dagirkeriyê didomin. Di serî de li bakurê Kurdistanê heta ku pirsgirêka azadî û hebûnê ya gelê kurd li tevahiya Kurdistanê neyê çareserkirin dê tiştek baş nebe.

Hemû cîhanê qîrîna kurdan a azadiyê bihîst

Berxwedana gelê kurd a bi pêşengiya PKK’ê tê kirin bêhempa ye. Berxwedaneke wisa ye ku gelê kurd ku hêzên mezin ên cîhanê li dijî wê bûne yek, bi pêşengiya PKK’ê li ber xwe dide, hebûna xwe mîsoger dike, ji bo azadiyê têdikoşe û vê têkoşînê jî ji hemû cîhanê re radigihîne. Di salvegera 42’yan a damezirandina PKK’ê de cîhanê qîrîna azadiyê ya kurdan bihîst ku ev yek encameke bêhempa ye.

Her wiha têkiliyên dewleta tirk ên li derveyî NATO’yê, bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer bûn sedema destpêkirina nîqaşên nû. Li hemû welatên ereban dewleta tirk êdî teşhîr bûye, qîmeta xwe nîne. Gelên Rojhilata Navîn êdî dibînin û tînin ziman ku dewleta tirk li herêmê çavkaniya penceşêrê ye.

Hevsengiyên nû bi berxwedana gelan diafirin

Fransayê got ku NATO ji mejî ve miriye. Rewşeke bi vî rengî bû sedema nîqaşên der barê hevsengiyên nû yên hêzê. Lê belê êdî hêzên mezin hevsengiyan ava nakin, serdem ew serdeme ku hevsengî bi berxwedana gelan diafirin. Paradîgmaya neteweya demokratîk serdemeke wisa da destpêkirin ku hevsengî ne ji aliyê hêzên emperyal ve lê belê ji aliyê gelan ve tên afirandin. Ya ku NATO ji mejî ve kuşt, şerê li dora têkoşîna azadiyê ya kurdan bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku PKK’ê beriya 41 salan dest pê kir tevî ku gelek hikûmet li Tirkiyeyê têk bir, niha jî xwedî roleke mezine ku NATO ji mejî ve têk bir.

Têkoşîna 41 salî ya PKK’ê hevsenga hêzên emperyalîst li bin guhê hev xist. Cara pêşî li DYA’yê dubendiya navxwe, cihêtiya raman bi rengekî zelal hatin nîqaşkirin. Hêzeke mîna DYA ya emperyal di ser kurdan re nakokiya navxweyî jiya û ev nakokî hate xuyakirin, ev jî asta guherînê ya guherîna paradîgmayê nîşan dide. Ev serkeftina PKK’ê ye. Mîsoger e ku dirûşma bi rengê ‘jiyaneke din pêkan e’ ya gelên cîhanê, dê li dora berxwedana PKK’ê û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo berbiçav bibe û bibe bernameyeke xurt a jiyanê, ev mîsoger e.

Rojevek heye ku li dora Tirkiyê geş dibe

*Derketina Tirkiyeyê û çeteyên wê yên ji Idlibê. Dewleta Sûriyeyê li ser vê mijarê têkoşînek daye destpêkirin. Hewldna ku çeteyên li Idlibê mîna sivîlan nîşan bidin dê pûç bibin. Têkilî derketina ji Idlibê ya dewleta tirk, dagirkeriya tirk a li Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê dê dîsa were rojevê. Tirkiye tenê bi vekişîna nav sînorên xwe dê nikaribe ji vê xwe xilas bike.

*Derketina Tirkiyeyê ya ji NATO’yê tê nîqaşkirin. Ev rewş tenê ne bi Tirkiyeyê re, paralelî nîqaşa bi NATO’yê re dê geş bibe. Tirkiye bi bikaranîna rewşa jeostratejîk a bi hêzên emperyal re hêvî dike ku ji pêvajoyê serkeftî dereve lê wê windahiyên wê zêde dibin û dê bi zêdebûnê re jî têk biçe.

Çavkanî: Zeynep Korkmaz /BEHDÎNAN-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar