Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Velî Encu hat girtin

Leşkeran li Gundê Roboskê bi ser mala Velî Encu de girtin û ew binçav kirin. Li gel Encu Hevşaredarê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr jî di navde 4 kes hatibûn binçavkirin. Ji 5 kesên hatin binçavkirin Encu û Demîr jî di navde 4 kes hatin girtin

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser gelê kurd ranaweste. Leşkerên dewleta tirk ên ku vê qirkirinê pêk tînin li Gundê Roboskê bi ser mala Velî Encu de girtin û wî li malê binçav kirin. Leşkeran piştî Velî Encu binçav kirin birin qereqola gund. Li gel Encu, Hevşaredarê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr, Xebatkarên HDP’ê Mazlûm Guzel û Salîh Kerçin û Şehmus Kerçin jî hatibûn binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê piştî lêpirsînê ew sewqî dadgehê kirin. 5 kesan piştî îfade dan dozgeriyê bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” sewqî Dadgeriya Sulh Ceza ya Cizîrê kirin. Heyeta dadgehê Salih Kerçin serbest berda û Velî Encu jî di navde 4 kes girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk li Roboskê bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê yên bazirganî dikirin qetilkiribûn. Di komkujiyê de ji birayê Velî Encu Serhat Encu û gelek xizmên Velî Encu hatibun kuştin.  ŞIRNEX  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar