Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Villo Sigurdsson: PKK tevgereke azadiyê ye

Şaredarê berê yê Kopenhagenê Villo Sigurdsson ragihand ku yek ji şertên herî girîng û pêşîn ên aştiya li Rojhilata Navîn derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye û got ku PKK tevgereke azadiyê ye

Şaredarê berê yê paytexta Danîmarka Kopenhagenê Villo Sigurdsson yek ji hezar rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarî ye ku ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin îmze da. Yek ji wan kesên destpêkê ye ku îmzeya xwe danî binê vê daxwazê.

Villo Sigurdsson ê danîmarkî ku sala 1944’an li Tehranê ji dayik bû, diyar kir ku PKK tevgereke azadiyê ye û wiha got: “PKK dê weke tevgereke azadiyê ya çekdar bê pênasekirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de mîna ANC a li Afrîkaya Başûr û BOPA ya li Danîmarkayê.”

Sigurdsson anî ziman ku têkoşîna navbera PKK û artêşa tirk pêwendiya xwe bi terorê re nîne û wiha domand: “Li gorî analîstên leşkerî pevçûn şerekî bi rêk û pêk e û di şer de jî pîvanên şer ên navneteweyî bi cih têne anîn. Sedema esasî ya hiştina PKK’ê di lîsteyê de, endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO’yê ye. Lê belê rejîma tirk kir ku DYE û Yekitiya Ewropa PKK weke terorîst îlan bikin. Tirkiye endamekî NATO’yê ye. Pêwîstiya dewletên rojavayî li dijî Rûsya û dijminên li Rojhilata Navîn bi tifaqa bi Tirkiyeyê re heye.”

Şertê herî girîng ê aştiyê derxistina PKK’ê ji lîsteyê ye

Damezrînerê Solidarisk Alternativ û endamê Desteya Rêveber a Socialdemokratiet û Venstresocialisterneyê Villo Sigurdsson da zanîn ku li Asya, Afrîka, Amerîkaya Başûr, Awûstralya, Kanada û Meksîkayê PKK weke ‘terorîst’ nayê dîtin û bi bîr xist ku PKK tenê ji aliyê Tirkiye, DYE û Yekitiya Ewropayê ve weke ‘terorîst’ hatiye pênasekirin.

Sigurdsson destnîşan kir ku yek ji şertên pêşîn û herî girîng ê aştiya li Rojhilata Navîn ew e ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û bal kişand ser kiryarên kêfî û derveyî hiqûqê yên ji ber qedexeya li ser PKK’ê li dijî Kurdan têne kirin: “Heta ku DYE, Yekitiya Ewropa û Tirkiye PKK’ê weke terorîst pênase bikin dê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan a kurdan dewam bike. Ji bo aştiyê divê danûstandin bêne kirin û mîna partiyên siyasî hemû bê qebûlkirin ku PKK jî tev li nava jiyana siyasî bibe. Ji ber vê yekê jî siyasetmedar û saziyên navneteweyî divê ji bo doza PKK’ê bixebitin.”

Sigurdsson îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe û got ku siyasetmedar û saziyên navneteweyî jî ji bo bidawîkirina tecrîdê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û Ocalan bêşert bê berdan. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar