Parlamenterê Danîmarkî yê Yekîtiya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen xwest, dewleta Tirk a ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike ji NATO’yê bê derxistin.
Endamê Lîsteya Yekîtiyê (Enhetslîstan) û Parlamenterê Ewropayê Vîllûmsen ji medya Danîmarkayê re der barê dagirkeriya dewleta Tirk axivî û diyar kir, Erdogan wê deriyê Ewropayê û Rojhilata Navîn li DAÎŞ’iyan veke û encamên vê jî wê giran be.
Vîllûmsen diyar kir, ku ya Erdogan li hevalbendê wan Kurdan dike wê bibe sedem ku bi sed hezaran mirov herêmê biterikînin û got, “Ew deriyê Rojhilata Navîn û Ewropayê li Dewleta Îslamê vedike. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Vîllûmsen xwest, Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin. KOPENHAGEN