PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Vîna Mexmûrê vîna gelê kurd e

Her bajarek taybetmendiyek wî heye. An taybetmendiyên xwe yên dîrokî, çandî, an jî bi aborî tê  nasîn.Taybetmendiya Mexmûrê ne dîroka wî ye, ne dewlemendiya  ser erd û bin erd e û ne jî jeostratejîka wî ye.Taybetmendiya Mexmûrê gelê wî ye. Mexmûr bi gelê Mexmûrê tê nasîn. Dema dibêjin Mexmûr gelê Mexmûrê tê bîra mirov.

Gelê Mexmûrê koçberên bakurê Kurdistanê ne. Li Başûrê welatê xwe çawa dibin koçber? Ev jî mijarek cuda ye. Di sala 1994’an de ji Bakur koçkirine basûrê Kurdistanê. Pêşî li kampa Etruş û  Nînova paşê jî di sala 1998’an de hatin Mexmûrê. Ev 20 sal e li Mexmûrê jiyana xwe didomînin. Zarokê ku ew dem nû hatibû dinê niha ciwanek 20 salî ye. Dema mirov serpêhatiyên mexmûriyan guhdar dike mirov li cihe xwe disekine. Ji ber ku di serpêhatiyan de êş û elem, ked û fedekarî, bawerî û berxwedan heye. Her çiqas roman hatibin nivîsandin, fîlm hatibin çêkirin jî ev yek têrî nake. Ji ber ku her kesek û her malbatek serpêhatiyek, seknek û jiyanek wî heye. Ked, bawerî, berxwedan, girêdanî, fedekarî, nasnameya mexmûriya ne. Bi keda xwe, bi baweriya xwe, bi berxwedana xwe,  xwe gihandine roja me. Sekn û berxwedana mexmûriyan pir bi nirx û pîroz e.  Ji niha ve mexmûriyan di dîroka Kurdistanê de navê xwe nivîsandine.

Ev 24 sal e her tim li ser mexmûriyan zilm û zordarî, êrîş û zehmetî hene. Ev êrîş, zilm û zordarî li gor deman guherî ye. Carcaran bı kuştinê, carcaran bi ambargoya aborî xwestine teslîm bigirin. Carcaran jî bi rêbazên şerên taybet xwestine wan ji nirx û manewiyata wan dûr bixin. Li hemberî van êrîşan sekna mexmûriyan her tim berxwedan bû. Bi çandî, bi bawerî, bi fikrî, bi aborî,  her tim li ber xwe dan. Lê ji 2014’an vir ve êrîşên li ser Mexmûrê xwe gihand astek nû. Bi destê DAIŞ’ê xwestin Mexmûrê bi temamî dagir bikin û ji holê rakin. Lê Mexmûr neket, careke din bi berxwedanê bi ser ket. Serkeftina Mexmûrê pêşî li DAIŞ ê girt ku li başûrê Kurdistanê li pêş bikeve. Paşî êrîşên DAIŞ, bi rengên cuda li pêş ketin.

Bombeyan teqandin gefan xwarin ku mexmûriyan bitirsinin û Mexmûrê vala bikin. Di van salên dawî de dewleta tirk bi balafiran gelek car êrîşê Mexmûrê kir. Di van êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Lê dîsa jî mexmûriyan neçewsandin. Lê hemberî êrîşên balafiran mexmûrî nedireviyan. Êrîşî bombeyan dikin. Gelekî ewqas pîroz û watedar e. Gelek dost û dijmin hemî li ber vî vîna mexmûriyan rêz big,rin. Hele hele her kurdek bi vî vînî  divê serbilind be.

Lê mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê dev ji rêz û xwedî derketine berde bi êrîşan bi ambargoyan bi leyîstikên cuda cuda her tim xwestiye Mexmûrê vala bike. Herî dawî ev serê 20 roj e nahêle mexmûrî derkevin derve. Dîsa ambargoyek bi giştî danîne ser Mexmûrê, çûyîn û hatine Mexmûrê hatiye qedexekirin. Ne kes dikare bikeve Mexmûrê û nejî dikare derkeve derveyî Mexmûrê. Nahêlin pêdiviyên xwe yên rojane hal bikin. Erzaq diqede mirovên nexweş nahêlin herin nexweşxaneyan. Ji ber vê yekê du jinên ducanî zarokên xwe windakirin. Li jêr dewleta Iraq û PDK’ê li jor jî dewleta tirk bi balefiran êrîşan dike. Li hember vê yekê jî dengê tu hêzan dernakeve. Êrîşê li dijî mirovahî û kurdayetî heye li ser mexmûriyan. Encax neyarê mirovan ev yek bike. Mexmûr ne neyarê bajarek qedîm û pîroz ên Kurdistanê ye. Mexmur tenê li hember dijminên gelê kurd e. Ji bo vê yekê cih û warê xwe berda, ji bo vê yekê 27 sal e li ber xwe dide. Vînek ewqas xurt e ku ne girtin ne kuştin ne penaberî ne jî ambargo dikare vî vînê bişikîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar