Navenda Nûçeyan |
Vîrûsa Korona ya nû ku bi navê Covîd-19 tê binavkirin, meha kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê li bazareke heywanan derkete holê.
Li gorî daneyên roja çarşemê li gelemperiya cîhanê zêdeyî 80 hezar kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Bi gotineke din, li derveyî Çînê 3 hezar kes bi vîrûsê ne. Li Çînê jî zêdeyî 2 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên li derveyî Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derdora 50 kesî ye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo pandemiyeke gengaz hişyarî da û diyar kir ku divê cîhan xwe ji pandemiyê re amade bike.
Vîrûs roj bi roj bêhtir belav dibe. Li nêzî 40 welatî belav bûye. Vîrûs roja sêşemê li Awûstûrya, Swîsre, Hirvatistan û Cezayîrê belav bû. Roja çarşemê jî Brezîlya, Yewnanistan, Makedonya Bakur, Pakistan û Gurcistan li van welatan zêde bûn.
Gelo tedbîra Îranê ‘veşartina rastiyan e’?
Vîrûsê li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li Îranê kir. Li gorî daneyên fermî li vî welatî 19 kes ji ber vîrûsê mirin. Hejmara mirovên bi vîrûsî ne, li gorî daxuyaniyên fermî derdora 140 kesî ye. Lê belê gumanên cidî hene ku tê gotin, hejmara rastî tê veşartin. Parlamenterê bajarê Qumê roja duşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku tenê li bajarê wan herî kêm 50 kes ji ber vîrûsê mirine. Îran di mijara veşartin û berevajî nîşandana agahiyan de xwedî sicîleke gelekî nebaş e. Rêxistina Rojnamevanan a Sînornenas nerazîbûn nîşanî rêveberiya Îranê da ji ber ku agahiyan vedişêre û diyar kir ku veşartina agahiyan sedema mirinê ye.
Rayedarên Îranê red dikin ku bajaran bixin karantînayê û di rewşa heyî de tenê kesên bi vîrûsê ne yan jî yên guman li ser wan hene ku bi vîrûsê ne, liv û tevgera wan kêm kirin. 24 kes jî bi hinceta ku gotinên dibin sedema alarmê li înternetê weşandine hatin destgîrkirin.
Li Ewropayê herî zêde bandor li Îtalyayê kir
Vîrûs li Ewropayê bandor li 13 welatan kir. Îtalya ew welat e ku li Ewropayê herî zêde ketiye bin bandora vîrûsê. Li Îtalyayê 400 nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin ku herî kêm 6 ji wan zarok in. 12 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. 11 bajarên li bakurê welêt ketine karantînayê. Bi belavbûna vîrûsê re tirs û fikar jî zêde bûn.
Fransa bi guman e
Fikar hene ku mîna Îtalyayê li Fransayê jî bê û vîrûs bi lez û bez belav bibe. Li Fransayê 6 nexweşên nû hatin tespîtkirin. Li Fransayê 2 kes ji ber vîrûsê mirin. Bi giştî 18 nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin, 11 ji wan baş bûn. Rayedarên tenduristiyê di halê hazir de daxuyaniyên erênî didin, lê belê pispor û medya balê dikişînin ser rîska belavbûna vîrûsê.
Hejmara nexweşên ki Koreya Başûr gihişt hezar û 300 kesî
Li derveyî Çînê welatê ku herî zêde mirov bi vîrûsê ketine Koreya Başûr e. Hejmara mirovên li vî welatî bi vîrûsê ketine hezar derbas kir. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm hezar û 261 kes bi vîrûsê ketine. Hejmara nexweşên ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane jî 12 kes in. Yek ji nexweşan leşkerekî amerîkî ye.
Li gelemperiya cîhanê tedbîrên cuda derketin holê. Çînê bi taybetî 50 milyon kesên li eyaleta Hûbeî xiste karantînayê.
Li welatên cuda jî tedbîrên karantînayê, betalkirina çalakiyan, kêmkirina seferên balafiran û kontrolên li ser sînor hatin wergirtin.
Biryara komîsyona Ewropayê
Komîsyona Ewropayê xwest, mirovên ji 11 bajarên Îtalyayê yên di asta kategoriya ‘sor’ de ne derbas bibin, 14 rojan di karantînayê de bên hiştin. Komîsyonê di rewşa heyî de pêşniyar nekir ku li qada Schengenê kontrol ji nû ve bên destpêkirin.
Parlamentoya Ewropayê jî mîna Komîsyona Ewropayê biryareke karantînayê girt. Lê belê dîrektîfa Parlamentoya Ewropayê ji bo herêmeke berfirehtir e. Ji bilî herêmên navborî yên Îtalyayê, Çîn, Hong Kong, Macao, Sîngapûr û Koreya Başûr jî li nava kategoriya sor hatin bicihkirin.
Qraliyeta Yekbûyî pêşniyar li welatiyên xwe kir
Qraliyeta Yekbûyî jî pêşniyar li welatiyên xwe kir ên ji bakurê Îtalyayê, Çînê, Koreya Başûr û Îranê vegeriyane û ji wan xwest ku malên xwe bimînin û agahiyê bidin rayedaran. Li welêt herî kêm şeş dibistan hatin girtin, dibistanen din jî ji xwendekar an jî personelên xwe xwest ku malê bimînin.
Tedbîrên li welatên din
Li Bosnayê pêşniyar li mirovan hate kirin ên çûne welatên ku vîrûs lê hene û ji wan hate xwestin ku serî li doktoran bidin û li mala xwe bimînin.
Awûstûryayê ragihand ku ger rewşeke gumanbar rû bide wê karibin sînorên xwe bi rengekî demkî bigirin.
Li Hirvatistanê ji bo 30 rojên bê ger û geşta dibistanan hemû hatin betalkirin.
Gelek welatan pêşniyar li welatiyên xwe kirin ku neçin herêmên Îtalyayê yên vîrûs lê hatiye dîtin. Spanya, Qraliyeta Yekbûyî, Awûstûrya, Macaristan, Ûkrayna, Luksembûrg, Komara Çekê û Romanya çend ji van welatan e.
Fînlandiyayê ji welatiyên xwe xwest ku dema li Îtalyayê bûn gelekî hay ji xwe hebin.
Rêyên Hewayî yên Navneteweyî yên Ûkraynayê ji personelan xwest, dema ku çûn Îtalyayê lepik û maskeyê bi kar bînin.
Vîrûsa Korona bandoreke giran li aboriyê kir. Yên ku herî zêde ji şewbê sûd wergirtin zêr û pereyê krîpto bîtcoîn in. Buhayê herduyan jî gelekî zêde bû.
Maskeyên qaçax tên firotin
Bi belavbûna vîrûsê re firotina maskeyên qaçax zêde bû. Bi vî rengî maskeyê kalîteya xwe nebaş e. Li Çînê polîsan dest danîn ser 31 maskeyên sexte yan jî bi rengekî qaçax hatine çêkirin. Tevî vê yekê herî kêm 22 hezar gumanbar ji ber sûcên têkildarî şewbê ketin ber lêpirsînê.
Li Iraqê ji ber vîrûsê dibistan ketin betlanê
Odeya krîzê ya hikûmeta Iraqê ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsa korona biryar da ku li tevahiya dibistan û zanîngehan 10 rojan bibe betlaneya fermî.
Di civîna çapemeniyê de Wezîrê Tenduristiyê ku di heman demê de Seroke Odeya Krîzê ya Hikûmetê ye aşkera kir ku dê heta 7’ê adarê dibistan di betlane de bin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê got ku ku sînema, çayxane, cafeterya, bîranîn û şahiyên civakî wê girtî bin û civînên giştî jî hatin qedexekirin.
Her wiha biryar hate dayîn ku geştyarên Behreyîn û Kuwêtê jî nekevin Iraqê.