Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Vîrûsa koronayê belav dibe: Hejmara miriyan derket 723’yan

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (2019-nCov) ku ji ewil li bajarê Wuhan ê Çînê hatibû dîtin, her ku diçe belavtir dibe. Hejmara welatiyên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin jî roj bi roj zêde dibe. Têkildarî mijarê Komîsyona Tenduristiyê ya Navneteweyî ya Çînê agahî dan û diyar kir ku li temamiya welat 723 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 101 kes jê rewşa wan giran bi giştî 34 hezar 546 kes jî ji vîrûsê bi bandor bûne. Li hêla din hejmara kesên ku guman heye ku vîrûs lê heye jî derket 27 hezar û 657 kesan. Her wiha 189 hezar û 660 kes jî ji ber ku têkiliya wan bi kesên vîrûsa koronayê ketine, di bin çavdêriyê de ne.

Konsolosxaneya DYA’yê ya li Pekînê jî da zanîn ku hemwelatiyekî amerîkî ku bi vîrûsa koronayê ketibû, li bajarê Wuhan ê Çînê jiyana xwe ji dest daye. Bi vê re, yekemîn care ku hemwelatiyekî amerîkî bi vîrûsa koronayê dimire.

Keştiya rêwingan a li Japonyayê

Ji ber vîrûsa koronayê, rayedarên Janponyayê keştiyeke rêwingan xistibûn karantînayê. Li gorî agahiyan, ji rêwingan di 3 kesên din de jî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin. Bi vê yekê re hejmara kesên li Japonyayê bi vîrûsa koronayê ketin derket 89 kesan.

Mirina bijîşk Venliang

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bijîşkê bi navê Li Venliang ku li bajarê Wuhan ê Çînê dixebitî, yekemîn car tespîta vîrûsa koronayê kiribû. Venliang di hişyariya xwe de ji hempîşeyên xwe re gotibû ku vîrûsa nû hinek dişibe vîrûsa SARS’ê. Li ser vê hişyariyê jî polîsan gefa ‘Divê tu agahiyên şaş belav nekî’ li bijîşk Venliang xwaribû. Hat zanîn ku bijîşk Venliang dema ku nexweş derman dikirin bi vîrûsa koronayê ket û jiyana xwe ji dest da.

Gel bi bertek e

Mirina bijîşk Venliang li Çînê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Welatiyan li ser medyaya civakî ya Weiboyê têkildarî mijarê gelek peyam parve kirin û hikûmeta Çînê bi ‘Veşartina vîrûsê’ sûcdar kirin. Jixwe demek berê jî hikûmeta Çînê qebûl kiribû ku di mijara vîrûsa koronayê de polîtîkayeke şaş kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar