Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Vîrûsa Koronayê çi ye û gelo xelasî jê pêkan e?

Navenda Nûçeyan |

Li bajarê Vuhan ê Çînê vîrûseke nû derket holê. Di kesên ku ev vîrûs lê peyda bûye de enfeksiyona rêya hilmijînê tê dîtin. Ev vîrûs di nava çend hefteyan de bi lez û bez belav bû û ji bilî Çînê, di heman demê heta niha li zêdetirî 16 welatên din hatiye tespîtkirin. Mirinên bi sedema vê vîrûsê her ku diçe jî zêdetir dibin. Vîrûsa ku ji ewil di meha kanûnê de hatiye tespîtkirin, weke ‘2019-nCoV’ hatiye binavkirin. Di heman demê de weke vîrusa koronaye yan jî corona tê naskirin.

Bajarê Vuhanê ku cara ewil vîrûs lê hatiye tespîtkirin, niha di karantînayê de ye. Di çarçoveya pêşgiriyên tenduristiyê de, nayê hiştin ku 50 milyon kesên li van herêman rêwingiyê bikin. Nayê zanîn bê ka şewba vîrûsa koronayê şewbeke demkî ye yan dê domdar be.

Taybentmendiyên vîrûsa koronayê

Vîrûsa koronayê yek jê ji vîrûsên malbata mezin a vîrûsan e. Tevî vê vîrûsê, 7 vîrûsên din hene ku derbasî mirovan bibin. Sendroma Rêya Hilmijîna (SARS) bi rêya vîrûsa koronayê derbasî mirovan bûbû. SARS, di sala 2002’an de li Çînê jî bi bandor bûbû. 8 hezar û 98 kes bi vê şewbê ketibûn û ji van kesan 774 kes jê miribûn. Hatiye piştrastkirin ku vîrûsa ‘2019-nCov’ jî mîna SARS’ê derbasî mirovan dibe.

 

Nîşaneyên vîrûsê

Ji ewil herareta zêde dikeve laşê kesên bi vê şewbê ketin. Piştre jî kuxikeke hişk dest pê dike û ev nîşane hefteyek piştre jî bi bêhntengiyê didome. Di heman demê de persîv, kuxik, bêhalî û êşa qirikê jî dibe ku yek ji nîşaneyên vê vîrûsê be. Di kesên hindik serma girtin de ev vîrûs dike ku semptomên ku rê li ber mirinê vedikin çê bibin. Ji ber vê jî zanyar hişyar dikin ku kesên ev nîşaneye lê ne, di zûtirin dem de xwe nîşanî nexweşxaneyê bidin.

Çavkaniya vîrûsa 2019-nCoV

Tê texmînkirin ku vîrûsa dibe sedema SARS, MERS û 2019-nCoV’ê, ji heywanan derbasî mirovan bûye. Vîrûsa 2019-nCoV’ê ji ewil li bajarê Vuhanê hate dîtin. Tê payîn ku ji bazareke sewalan derketiye. Di hinek zindiyên behrê de vîrûsa koronayê heye. Lê di heman demê de tê gotin ku ev vîrûs ji mirîşk, şevşevok, kîvroşk, mar an jî ji sewaleke din jî dikare derbasî mirovan bibe. Di heywanan de gelek vîrûsên talûke hene lê ev vîrûs pir kêm caran xwe li xwîna mirovan didin. Lê li gorî zanyaran, dema ku pergala bergiriyê gelek zeîf dikeve, ev yek dike ku vîrûs rêyekî bibîne û tev li xwîna mirovan bibe. Zanyar dibêjin ji bo ku ev vîrûs di nava xwîna zindiyekî din de bi rehetî bijîn, divê xwe biguherînin. Zanyar balê dikişînin ser ku ev yek jî bi xwe re encamên giran tînin. Li gorî zanyaran, her çiqas derbasbûna vîrûsekê ya ji insanekî ya ji insaneke din re zehmet be jî, ji ber ku vîrûs dikare di mutasyonê re derbas bibe, dikare bi rehetî derbasî mirovan jî bibe. Ev jî dê rê li ber şewbeke mezin veke û ji bo mirovahiyê dibe talûkeyeke mezin. Lê nayê zanîn bê ka ev şewb dê çiqas zû li cîhanê belav bibe.

Çawa dikare pêşî lê bê girtin?

Heta niha jî ji bo vîrûsa 2019-nCoV’ê dermanek nehatiye dîtin. Ji bo pêşxistina dermanan, hewcehî herî kêm bi salekê heye. Niha tekane rêya li pêşiya mirovahiyê ew e ku kesên bi vê şewbê ketin tespît bikin û bixin karantînayê. Di heman demê de divê kesên bi nexweşên bi vê şewbê ketin re eleqedar dibin jî, ji bo demekî dirêj bên şopandin û di bin kontrola tenduristiyê de bin.

Gelek herêm xistin karantînayê

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vê vîrûsê, li Çînê di serî de kesên bi vê şewbê ketin dixin karantîna yê. Rayedarên çînî bajarê Vuhanayê û 10 bajarên girêdayî rêveberiya herêmî ya Hubeîyê xistin karantînayê. Her wiha li Çînê hemû çalakiyên mezin hatin betalkirin. Li van bajaran her wiha kafe, sînema, konser û eywanên pêşangehan jî heta demekî hatine girtin. Li Vuhanê rûpoş li her kesî hate ferzkirin, rêwitî hate bisînorkirin, kamerayên germa laş tespît dikin li balafirgehan hatin bicihkirin û bazara masiyan jî hate girtin. Li hêla din li gelek welatên cîhanê jî pêşgiriyên cur bi cur hatin girtin.

Xebatên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê

Her çiqas vîrûsa nû tenê weke ‘2019-nCoV’ bê pênasekirin jî, xebatên ji bo pêşîlêgirtina belav bûna wê û dermankirina kesên bi vê şewbê ketin, hema hema bi saetan piştî tespîtkirina wê hatin destpêkirin. Rayedarên çînî di demekî kin de koda genetîk a vîrûsê derxistin holê. Vê agahiyê kir ku bê zanîn bê ka vîrus ji ku hatiye, bi berbelavbûnê re rastî çi guherînan tê û ji bo ku mirov xwe jê biparêzin divê çi bê kirin. Di heman demê de ji ber teknolojiya pêşketî, hema hema li seranserî cîhanê zanyar ji bo pêşîlêgirtina wê ketin nava liv û tevgerê. Zanyarên ku li laboratuara Inevîo ya li San Diegoyê dixebitin, ji bo ku dermanê vê şewbê bibînin tekonolojiyeke DNA’yê ya nû bi kar tînin. Navê yê ji bo dema niha ‘INO-4800’ ye û tê payîn ku dê cara ewil di demsala havînê de li ser mirovan bê ceribandin. Her çiqas ji bo dîtina derman hewldanên nû hebin jî, nayê zanîn bê ka dermanên nû ji bo jiyana mirovan çiqas bi tenduristin an jî dê li ser jiyana mirovan çiqas bi bandor bin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vîrûsa li Çînê derketî û li gelek welatên din jî belav bûye hişyariya ‘Divê hemû cîhan baldar be’ da. Bi vê rojevê jî WHO duh li bajarê Cenevre yê Swêdê civiya. Têkildarî vîrusa 2019-nCoV’ê de WHO’yê ‘Rewşa Awarte ya Tenduristiya Cewaweriyê ya Navneteweyî (PHEICH)’ ragihand. Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê li Çînê jiyana xwe ji dest dane derket 210’an.

Belav bûna vîrûsê

Nifûsa cîhanê di temamiya dîroka mirovahiyê de di asta herî zêde de ye. Li gorî daneyan, nifûsa mirovahiyê 7 milyar û 700 milyon derbas kiriye. Ev jî dike ku têkiliya mirovan a bi hev re zêdetir bibe. Mînak; êdî li cihekî biçûk pir zêde mirov bi hev re rûdinin, didin û distînin. Ev jî dike ku mîkrobên dibin sedema nexweşiyan zûtir di nava mirovan de belav bibin.

An jî rêwingiyên bi balafir, trên, seyare û amûrên veguhestina komelî dike ku vîrûsek di demekî kin de li herêmên pir berfireh belav bibin. Ango tenê di rojekê de, ew vîrûs dikare hema hema li hemû cîhanê belav bibe. Yek ji mînaka vê ya herî şênber ew e ku piştî vîrûsa koronayê li Çînê derket, di nava hefteyekê de li zêdetirî 16 welatan belav bû.

Hema hema hemû vîrûsên weke Ebola, SARS û herî dawî jî vîrûsa li Vuhanê, ji heywanên bi movikdar derbasî mirovan dibin û vîrûsên Zoonotîk in. Ji her 4 nexweşiyên di roja me de hema hema sê jê, nexweşiyên zoonotîk in.

Daxwaza xwarinên bi goşt li seranserê cîhanê zêde dibe. Ev jî dike ku sektora sewalkariyê mezintir bibe û vîrûsên grîpê ji heywanên kedîkirî derbasî mirovan bibin. Bi vê yekê re ji xwe heywanên ku ev vîrûs lê hene jî bêhtir dikevin nava jiyana mirovan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar