Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya êzîdiyan dike.

Di 5’ê tebaxa 2014’an de du roj piştî komkujiya gelê me yê êzidî, navê Viyan Dexîl bi girîna wê li parlamentoya Iraqê deng veda. Hêsirên çavên wê berê hemû bazirganên siyasî dan vê jinê.

Piştî jenosîda êzidiyan û valamana meydanê ji her bertekeke navdewletî, hawara vê jina li parlamentoya Iraqê li ser torên civakî û mediyayên navdewletî bi taybet di (CNN) û Washington Postê de cih girt. Xelatên yek li pê ya din ku ew navdar kir û bingeha bazirganiya siyasî ya PDK’ê ku niha weke berdevka hikûmeta Tirkiyeyê li Iraqê tê naskirin, bilind kir.

Di cotmeha heman salê de li parlamentoya Iraqê xelata jina salê dan Viyan Dexîl. Piştî demekê di bin navê dengê jinên êzidî de ji bo rizgarkirina jinên dîlên di destên DAIŞ’ê de xelata Polîtkovskaya ya Dengê Jinên Êzidî dîsa dane wê. Piştre bala kompaniyayên din yên dewletên cîhanî jî kêşand û di sala 2015’an de xelata Jina Salê ji Dubai, xelata Bruno Kriskî ji bo Karûbarên Mafên Mirovan li Viyanayê û di sala 2016’an de jî xelata Konferansa Cenevre ya Mafên Mirovan dan vê jinê.

Peywendî û nav zîq kirnên ji bo Viyan Dexîl û navdarbûna wê pêş ket, piranî bi rêya PDK’ê bûye. Herçî karên niha PDK dike bi biryarên Tirkyeyê dike. Ji mijarên rêgiriya li şandina locistîkan ya ji aliyê hêzên kiwalisiyonên navdewletî ji hewlêrê bigre heta îstxbarata parastnê ku li tevahiya herêmê hemû hêza xwe kiriye liv û tevgerê ji bo terorakirina endamên tevgera neteweyî ya gelê kurd bi rêya dron, siuqestên bi gulebarankirin yan her curekê bibe. Niha jî dîsa ev jin bi rengek rasterast hevpeymaniya xwe di gel rijêma tirk ku sereketirîn sedemên komkujiyên li ser gelê êzidî ne, her ji kevin heta hevdestiya wan di gel DAIŞ’ê niyeta îslama Erdoganî û Osmanî ji holêrakirina bi tevahiya kiltur û ol û neteweya gelê kurdên êzdî bûye, dikarin bibêjin tevahiya komkujiyên li ser vî gelî jî her ji dewleta Osmanî û tirkan çavkanî girtiye. Kilturê teslîmiyetê û giriyê ew gihande xelatan, lê kilturê “berxwedan jiyane” hînî şervanên YBŞ kir ku eger bi hêza xwe xweseriya xwe mîsoger nekin,  ne hêsirê çavan, ne xelatên biyaniyan, ne jî parlemen qet mafên wan naparêzin, hemû ji şanoyek direwîn û minafiq wêdetir nîne. Di sedsala atomê de kes li hêsirê çavên kesê nameyizîne, belko tên hêsirên wan dixin nava bazaran û siyasetan li ser dimeşîne. Viyan Dexîl û Nadiye Murad nimuneyên herî berçavin.

Ya rast gotinên devê vê jinê li perlementoya îraqê ji bo ricakirna hevkarî xwestinê ji bo ku bikevin kêlek dewleta tirk ji bo ji holê rakirna PKK’ê ev ne ji mêjiyê vê jinê derketiye, ji xwe ev dijmintiya wê li hember tevgera azadiya gelê kurd ne cara yekem e, lê ti carî helwestên vê jinê bi hişmendiya wê bi xwe nebûye, PDK wê şarj dike û her dema pêwîst bike bikar tîne. Helbet ku gotinên PDK ê jî ne yên wê bi xwe ne û ew jî her rengê pêwîstiyek siyasî û dîplomatîk ji Tirkiyeyê digrin û yêkser dixin qonaxên karên xwe de. Bi sedan hezar gelê êzidî li ser destê PKK’ê hatin rizgar kirin, bi hezaran jinên êzdî yên dîlên destê DAIŞ’ê bi bihayê xuna van şervan û gerîlayên PKK’ê hatin rizgarkirin û vegerandin, zêdetirî 12 hezar şehîd hatin dayîn ji bo ku DAIŞ were jinavbirin û azadiya Şengalê were vegerandin, kanê xîreta kê hebû bikeve çeperê hêrşan bo ser DAIŞ’ê dema her kes paşde dikişiya lê gerîla ber bi sîngê DAIŞ ve diço. Çima Viyan Dexîl wê rojê li şûna barandina hêsirên bêçaretiyê ew çav nedivekirin ji bo ku rastiyan bibîne ka çi diqewime?! Ew perwerdeya îrade û hêza ku ji bo hezaran gelê Şengalê îro hatî avakirin ma qey çi serdemekê hebûye û çima çavên Viyan Dexîla îro bûye berdevka tirk nikare jê fêm bike û bibîne?  Yan jî tenê fêrî giriyê bûye? Erê birastî Viyana Dexîl qet vê dizane, dîsan gereke piştî nemana vê îradeya xweseriya Şengalê vê carê wê xwîn bigrî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar