Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Viyan Leyla: Dewlet tê wateya deryaya xwînê

Endama PAJK’ê Viyan Leyla diyar kir pergala netewe-dewletê krîz û kaosan diafirîne û got “Dewlet tê wateya ku her der bibe deryaya xwînê, tê wateya asîmîlasyon, civakeke ku tiştekî napirse û naxebite.”

Endama PAJK’ê Viyan Leyla tevlî bernameya Xwebûnê ya JIN Tvyê bû û pirsên rojnamevan Arjîn Baysal bersivand.  Endama PAJK’ê Viyan Leyla li ser dewlet, desthilatdarî û otorîteyê nirxandin kir.

Hûn desthilatdariyê çawa pênase dikin?

Viyan Leyla: Belê, pêwîstî pê heye ku mijara desthilatdarî bê pênasekirin. Di roja me ya îro de mijara ku herî zêde di rojevê de ye, herî zêde tê şixûlandin, herî zêde kiryarên wê li ser jinê li ser civakê encamên cur bi cur bi xwe re tîne mijara desthilatdariyê ye. Lê mirov dikare bibêje mijara ku ji bo neyê fêmkirin herî zêde hatiye tevlîhevkirin, hatiye berevajîkirin e. Wiha bi sir, bi nepenî nêzîk bûne ku her kes jê bitirse û nîqaş neke. Pergal bi taybet, hewil dide ji bo vê yekê. Bi taybetî di serdema modernîteya kapîtalîst de jî, desthilatdarî wekî nexweşiyekê belav bû. Modernîteya kapîtalîst ji bo hemû civak xwe desthilatdar hîs bike bi taybetî kar û xebat meşand. Yanî her kes bibe xwediyê desthilatdar. Her kes rihê desthilatdariyê di xwe de bihewîne û li gorî vê yekê kar bike. Gelek pênase hene. Mînak dewlet, pergala serwer çawa desthilatdariyê digşire dest? Wekî tiştekî xwezayî, pergaleke rêvebirinê pênase dike. Heta dirûşmên wan çi ne? Desthilatdariya mutleq, çareseriya mutleq e. Yanî desthilatdarî çiqasî xurt be, bêdawî be; em dikarin ji bo civak û jiyanê jî ewqasî çareserî peyda bikin. Ev derewek e helbet. Em bi vê şêwazê nagirin dest. Hindek tevgerên cuda jî hene ku desthilatdariyê cuda digrin dest. Mînak tevgerên reel sosyalîst li ser desthilatdarî bi taybetî lêhûrbûn kirine. Wekî şêwazê birêveberina dewletê girtine dest. An jî hindek tevgerên anarşîst hene. Nêzîkatiyên wan cudatir e. Ew desthilatdariyê wekî nexweşiyeke civakî digrin dest. Anarşîstekî bi nav û deng, Bakunîn desthilatdariyê wiha pênase dike. Dibêje, “kesên herî bi exlaq jî li ser kûrsiya desthilatdariyê rûnê, wê di nav bîst û çar saetan de bê guhertin”. Destgirtina me ya desthilatdariyê bi parêznameyên Serokatî hîn kûrttir bû. Rêber Apo bi parêznameyên xwe em ê li dijî desthilatdariyê çawa şer bikin û li ser çi esasî dahûrandin bikin mêzekirinekî hîn firehtir nîşanî me kir. Em desthilatdariyê çawa digirin dest. Hemû fealiyet û berhemên madî-manewî yên civakê desteserkirin desthilatdarî ye. Mînak, di civakê de tiştên ku aîdî civakê ne, nirxên madî an jî manewî yên ku civak bi xwe ava kiriye talankirin, xespkirin, aîdî xwe nîşandayîn faeliyetên desthilatdariyê ne. Ji bo vana bike her cure faeliyan dimeşîne. Mînak xebatên bîrdozî hene. Di vê derbarê de zîhniyet ava dike, li gorî vê yekê berê xwe dide berê xwe dide civakê. Di heman demê de xebatên leşkerî, di zor, tundî, desteserkirin de tên şixulandin. Ji bo civak li ber xwe nede, civakê bide razandin serî li çîrokan didin, civak di xew de dihêlin. Dema civak vê yekê qebûl nake, civakê qir dikin, asîmîle dikin. Mirov dikare şênber vê bibêje; pergala dizî, pergala talan, pergala derew e. Nirxên civak ava kiriye, wekî aîdî xwe, aîdî etnîsîteyekî, aîdî zayendekî nîşandayîn xebatên desthilatdariyê ne.

Wekî hêzekê bê qontrol û bê sînor e.

Di roja me de mêzêkirina desthilatdarî wisa ye. Dibêje ez di nav hemû civakê de belav bûme. Di hemû zîhniyetan de belav bûme. Li gorî vê yekê xwe xurt rêxistin dikim. Di civakê de jî hîssiyatekî wekî ku desthilatdarî tiştekî pir bi qudret e ava dike. Yanî wek ku mirov nikare li dijî desthilatdariyê derbikeve. Lewma wekî ku wiha nepixiye, mezin e, berfireh e ku kes nikare hilweşîne. Lê em vê ti carî ji bîr nekin. Tiştekî çiqasî binepixe, çiqasî mezin bibe, ew ê her tim ji rizandinê re jî vekirî be. Serokatî di parêznamê de mînaka sêvekî dide. Sêva biçûk dema mezin dibe ger kes dest neavêje ango ji darê jê neke; sêv bixwe dirize û dikeve. Rewşa desthilatdariya roja me ya îro jî dişibe vê mînakê.

Carînan di serê me de hindek tişt şaş tên gel hev. Pênaseyên me şaş jî derdikevin. Em otorîteyê çawa digirin dest? Desthilatdarî û otorîte heman tişt in an ji hev cuda ne?

Ji hev cuda ne. Otorîte hêza civakî ye. Mînak hêza birêvebirina civakî otorîteya siyasî ye, an jî hêza aboriya civakî otorîteya aborî ye. Hemû hêzên aîdî civakê wek otorîte dikare bên pênasekirin. Ferq li ku derê ye? Desthilatdarî piştre hatiye avakirin, otorîte xwezayî ye. Em ji civaka xwe mînak bidin: Di civaka Kurdistanê de rûspiyên me hene. Kesî negotiye ez ê bibim rûspî û li ser serê we xwe ferz bikim. Ew çima rûspî ne? Ji ber ku ji pirsgirêkên civakî re dibin bersiv. Di aliyê xwe rêxistinkirina civakê de xwedî rol in. Di aliyê bicihanîna pêdiviyên civakî de xwedî rol in. Lewma civak jî xwe li derdora wan de digrin. Di dîrokê de jî otorîte di nîvenga jinê de dihat rêxistinkirin. Pêşengtiya jinê di aliyê civakî de dihat pejirandin. Jin pîroz dihat dîtin. Jin jiyaneke nû ava dike, zarokan mêze dike, civakê diparêze, ji bo jiyana civakê rêxistin bike hewil dide. Bi awayekî xwezayî jin dibe otorîteyeke xwezayî.

Yanî serdestî, bindestî nîne?

Na, civak bixwe îkna dibe. Civak bi xwe dipejirîne. Tercîheke civakî ye. Lê. desthilatdarî ji jor de ferz dike. Ferq li vir e. Mesela di roja me îro de, aliyên siyasî desthilatdarî xwe ji jor de ferz dikin, civak re dibêjin divê hûn qebûl bikin. Lê dema civak qebûl nake vê carê jî civakê qetil dikin, dikujin, asîmîle dikin, îmha dikin. Lê di rêvebirina xwezayî ya civakî de bi taybetî pêvajoya otorîtebûyînê em wekî dayiksalarî jî pênase dikin. Di wê serdemê de jin vê yekê bi darê zorê nekiriye. Bi berhemên xwe, bi tevlîbûyîna xwe ya jiyanê, bi avakirin û parastina jiyanê re bi awayekî xwezayî wek otorîte bûye.

Eger em werin roja me îro; pergal desthilatdariya xwe çawa rêxistin dike?

Viyan Leyla: Mirov dikare bêje desthilatdarî di her qadê de xwe rêxistin dike. Bi taybet li ser ‘ez ê di civakê de bi halê berfireh çawa ava bikim’ kar û xebat dimeşîne. Di qada siyasî de xwe rêxistin dike. Komele, weqif, partiyên siyasî şêwazên xwerêxistinkirina desthilatdariya siyasî ne. Bi ti şêwazî cih nade jinan. Niha hemû cîhan nîqaş dike. Wê kîjan partî di hilbijartinan de bi ser bikeve? Wê kî desthilatdariyê bi dest bixe, kî di aliyê birêvebirinê de xwe li ser civakê ferz bike bi şer re vê yekê dimeşînin. Di qada aborî de xwe rêxistin dikin. Hemû berhemên madî yên civakê desteser dikin. Di roja me îro de ev kî ne? Patron, mirovên herî dewlemend in. Yanî di esas de kesên ku di qada aborî de cihê xwe nagirin. Aborî hilberîna civakî ye. Kesên ku di vî warî de ked nadin lê berhemên madî yên ku civak ava dike desteser dikin û dewlemend dibin. Ji bo vê yekê mirovan dikin kole, karkeran ava dikin, jinê ji pergala aboriyê bi giştî dûr dihêle. Di rastiyê de jin xwediyê esasî ya aboriyê ye. Keda jinê dibe keda herî erzan.

Di mînaka Tirkiye de jî, hem di yekdestî de komkirin hem jî di destê çend patronan de komkirin çêdibe.

Rast e. Yekdestiya beşeke di nav civakê de cudahiyeke mezin ava dike. Li aliyekî xîzantiyeke pir mezin, li aliyekî jî jiyana lûks, şatafat heye. Desthilatdariya civakî heye. Di civakê de, malbat de xwe rêxistin dike. Di malbat de temsîliyeta desthilatdariyê bav e. An jî li Tirkiye de gelek netew, gelek bawerî hene. Lê temsîliyeta desthilatdariyê Tirkên Sûnnî dikin. Desthilatdar ew in. An jî zilam temsîliyeta desthilatê dike.

Ev hemû olperestî, zayendperestî, netewperestiyê jî pêş dixin.

Rast e, bi van mantiqan nêzîkatî raber dikin. Yanî temsîliyetên xwe di civakê de rêxistin dikin. Di nav zayendan de zilam e, di nav malbatê de bav e, di nav netewan de kî serdest be ew e. Ji bo bindestî rewa bike xwe rêxistin dike. Desthilatdarî xwe di qada îdeolojîk de rêxistin dike. Xebatên perwerde dimeşîne, xebatên ajîtasyon-propaganda dimeşîne, medya û dibistanên girêdayî xwe ava dike. Qada leşkerî ji bo bi dara zorê desthilatiya xwe bide qebûlkirin dişixûlîne. Di aliyên netewan de xwe rêxistin dike û desthilatiyê teslîmî yek netewî dike. Li gel van desthilatiya gerdûnî heye. Çawa? Ew ê çawa li hemû gerdûnê desthilatdariya xwe bide şixûlandin, ev e. Mînak, di roja me îro de pêşengtiya vê Emerîka dike. Berê Îngîlîstan bû, bi şerê cîhanê ya duyemîn re bû Emerîka. Niha temsîliyeta vê Emerîka dike. Wê Rojhilata Navîn çawa desteser bike, wê hemû Emerîkayê çawa desteser bike, polîtîkayên xwe yên li dijî Afrîka wê çawa bimeşîne? Yanî wê çawa xwe gerdûnî bike, hegemonyaya xwe ya navendî wê çawa gerdûnî bike, li ser vê yekê nîqaşek heye.

Nêzîkatî û ferasetên desthilatdariyê bandoreka çawa jinê dike. Yanî hem zirareke çawa digihîje jinan, hem jî jinê çawa bi kar tîne?

Belê, mijara jinê di vî milî de girîng e. Ji ber ku faeliyetên yekem yên desthilatiyê li ser jinan hatin meşandin. Dema em dîrokê dinêrin, zilamê bi hêz û qûrnaz, hiyerarşiya zilamsalarî, pergala dewlet êrîşa yekemîn li ser jinê pêk anîn. Pergala xwezayî ya civakî desteser kirin. Ji jinê dizîn. Di pêvajoya şaristanî de jî dema ku merhele tê guhertin hedefa yekemîn her tim jin e. Ji bo jin desthilatdariya wan qebûl bikin, serî ranekin bi taybetî polîtîka dan avakirin. Hemû pêkanînên li ser jinê tên kirin xebatên desthilatiyê ne. Jin anîne asteke ku ji xwe ne bawer e, rastiya xwe, dîroka xwe nas nake, ew ê çawa bibe ya xwe nizane. Jin bi polîtîkayên zayendperestî re rû bi rû hiştine. Saziyên zewacê, saziyên malbat ji bo van bi jinê bidin qebûlkirin taybet kar dikin. Ji bo ku ger jin desthilatdariya bav, desthilatdariya zilam qebûl bike dikare henû desthilatdariyan qebûl bike.

Di serî de li malê jinan dikin kole?

Viyan Leyla: Di malê de desthilatdarî bi awayekî sîstematîk li ser jinê dilîze. Mînak, keda jinê nayê dîtin, tê desteserkirin. Di hêla jiyanî de rûyê jinê ya jiyanî naye dîtin. Ji hêla zilam ve tê desteserkirin. Jina herî baş, xanima zilamekî ye, jina bêdeng e, jina ku her tiştên jê re hatî dayîn qebûl dike ye. Vana bi jinan çawa didin qebûlkirin ev jî girîng e. Mînak, şîddet heye, gefên tacîz û tecawîzê her heye. Jixwe qada cinsîtî bûye qada desthilatiya zilam. Hemû têkiliyên cinsî di roja me îro de çalakiyên desthilatdariya zilam in. Ji bo jinê bitirsîne, bêîrade bihêle şîdeta cînsî pêş dixînin. Pergal bi xwe vê rêxistin dike. Em binêrin medya çawa tê şixûlandin, zilam çawa tên teşwîqkirin. Gelek gotinên zayendperestî hene. Mînak zilamên ku di vê qadê de ne serkeftî ne wekî zilamê bêdesthilatdarî tên pênasekirin. Li gel vê yekê ev jî heye. Desthilatdariyê bi hindek jinan didin tamkirin ji bo xwe bidin qebûlkirin. Helbet dîsa sînorên wî hene. Ji jinan re dibêje, “erê tu yê di qada siyasî de cihê xwe bigrî, lê li gor min. Wek şêwaz, rêbaz tu yê di terzê min de, terzê zilam de siyasetê bimeşîne. Tu yê di qada aborî de cih bigrî, lê tu yê jî kedê desteser bikî, kedxwar bî.” Mesela niha qada leşkerî ji bo jinan vekirine û vê yekê nîqaş dikin. Li hemberî tevgera me jî wek alternatîf vê yekê rêxistin kirin. Lê, li wir tiştên zilam dike, jin jî dike. Leşkertî bi awayekî sîstematîk tecawûzî jinan dike. Yanî divê jin bi vê xwe nexapînin. Xebatên desthilatdarî, xebatên desteserkirina beden, rih û fikrê jinê ye.

Hûn dewletê wekî saziyekî desthilatdariyê pênase dikin. Ger em piçekî din vekin, dikarin dewletê çawa şîrove bikin?

Dewlet jî wek desthilatdarî ji hêla pergalê ve hatiye berevajîkirin. Jixwe pergala modernîteya kapîtalîst her tim vê yekê dike. Di roja me îro de dewletê çawa pêşkeşî me dike. Wekî saziyeke ku hemû pirsgirêkên civakî çareser dike, civakê bi rê ve dibe, saziyeke nebe nabe ye. Lê em dewletê di hêla dîrokî de nas dikin. Dewlet bi destê mirovan ve hatiye avakirin. Ev teoriya me her heye. Tiştên bi destê mirovan ve hatiye avakirin, bi destê mirovan ve jî dikare bên hilweşandin. Tiştekî wekî pîroz e, amûrekî esasî ya însana ye nîne. Mirov dikare bêje rastiya dewletê her derê veguherandina deryaya xwînê ye, rastiya asîmîlasyonê ye, rastiya civakekî naxebite, tembel, napirse, bêaqil avakirin e. Dewlet di aliyê hiqûqî de halê xwerêxistinkirina desthilatdarî ye. Dewlet beden be, rihê wê jî desthilatdarî ye. Dewlet çi dibêje? Dibêje ji bo civak xwe bi rê ve bibe saziyek pêwîst dike. Divê ev sazî qaîdeyan diyar bike, zagonan derxîne. Her wiha otorîteyeke ku civak bi rê ve bibin pêwîst. Ji bo vê jî sazîbûnên hiqûqî, leşkerî, tenduristî, ol, aborî lazim dike. Ger dewlet nebe civak nikare xwe rêxistin bike. Bi van derewan xwe rêxistin dike. Lê civak bê dewlet jî bi vê şêwazê jiyan dikir. Hetta dewlet kaos, qeyran tenê ava kiriye.

Bi hezaran salan civak jixwe bêdewlet jiyane.

Belê, heta roja me îro jî komên ku dewlet nûfuzî wan nekirine hene. Dewlet, berhemên madî û manewî ya civakê desteser dike, talan dike, didize. Amûrên bîrdozî, amûrên zorê dişûxilîne. Hindek jî bi hunera rêveberinê xistiye nav. Bi giştî vana re dibe dewlet. Dewlet pergala xesp û talan e.

Bi kapîtalîzmê re netew dewlet ava bûn. Em temaşe bikin herî zêde polîtîka li ser jinan tên meşandin. Çima û ev polîtîkayên çawa ne?

Netewe dewlet piştî sedsala 19’emîn şûndetir ji aliyê hêzên desthilatdar ve wekî amûrekî rizgariya gelan hate pêşkeşkirin. Yanî ji bo her civak xwe bigihîne azadiyê divê xwedî netew dewletek be. Bi vê hatin xapandin. Niha jî em krîzên wê dibînin. Di roja me îro de netewe dewlet ji bo ti pirsgirêkan çareserî nabîne. Netew dewlet bi taybetî ji bo hemwelatiyan ava bike kar û xebat dimeşîne. Hemwelatiyên jin û zilam wê çawa xizmetî netewe dewletê bikin, bi taybetî li ser vê dixebite. Bi taybetî li ser jinê bi awayekî pergalî xebat dimeşîne. Di vê derbarê de yek netewperestî dişûxilîne, hemû nirxên netewî pir pîroz nîşan dide. Her kesî qûrbanî wî dike, fedaî wî dike. Balê dikşîne ser û milet çavkorî diçe ser. Yanî netewperestiyê mîna madeyekî hişbir, afyonê dide şixulandin. Desthilatdariya siyasî ewqasî baş nîşan dide ku ji bo her kes bibe desthilatdarê siyasî dikevin pevçûnê, rekabetê, pêşbaziyekê. Di nav jinan de jî vê dijberiyê her tim ava dikin. Jina herî pêş ketî çi ye? Li gorî wan jina herî modern e, jina li gorî qalibên kapîtalîzmê dijî ye. Yanî dibêje, eger tu dixwazî bibî desthilatdar divê tu li gorî min be. Netew dewlet her kesî dixe karker û memûrên xwe. Bi vê şêwazî kar dike. Mirovan çawa tehdît dike. Dibêje ger hûn ne li gorî min ez ê we ji kar bavêjim. Her netew dewlet beşekî bêkaran di destê xwe de dihêle û wekî amûrekî gefê dişûxilîne. Dema em vegerin jinê, kesên herî zêde bêkar dimînin jin in. Eger jin di nav kar de be jî, pereyê distîne li gorî zilam kêmtir e û em di sedsala 21’emîn de vana nîqaş dikin. Keda herî zêde li malê dide. Zarokan mezin dike, perwerde dike. Malê rêxistin û tanzîm dike. Lê keda malê nayê dîtin. Wekî qadeke ne kedê ye tê dîtin. Pergala hiqûq bi vê şêwazî hemwelatî ava dike. Her kesekî wê bi hiqûqê ve çawa girê bide. Rêbazekî esasî nasname ye. Her kes xwedî nasnameya netew dewletan e. Jixwe tu ne xwedî nasname bî, tu wekî mirov naye dîtin. Di demên borî de me vê yekê di rejîma Sûriyeyê de dît. Mirov bê nasname hiştin. Statuya kurdan li Sûriyeyê wekî statûyeka heywanan jî nebû. Ji ber ku dibêje ger nasnameya te nîn be tu ne mirov î.

Ji hemû mafan jî bêpar dimîne.

Erê rast e. Mafên ku dide wekî qanûnên hiqûqî pênase dike. Jixwe em qanûnên hiqûqî yên dewletan binêrin. Hemû dijberî jinan e. Di gelek makezagonên dewletan de qanûnên malbatan heye ji bo desthilatiya zilam pêk bîne. Gelek tundî, tecawûz an jî kuştinên li ser jinan heye. Ji bo zilaman biparêzin van qanûnan dişûxilînin. Yanî ji bo ev kiryar hemû bibin rewa hiqûqên dewletan hene. Hindek destkeftiyan jinan çêbûne. Niha ji bo van destkeftiyan ji holê rabikin nîqaşan dikin. Li Emerîka nîqaşên kûrtajê xistin dewrê. Ji bo jinan ji vê mafê bêpar bihêlin xistin dewrê. An jî li Tirkiye Peymana Stenbolê betal kirin. Ji bo van ol dişûxilînin. Dibêjin, ger hûn li dijî dewletê derbikevin, hûn ê ji dînê xwe derbikevin. Yanî ji bo netew dewletan pîroz bikin olan dişûxilînin. Îtaatkirina dewletê wekî îtaatkirina xweda nîşan dide. Ji bo hemwelatî ava bikin amûrên wekî leşkertî, perwerde, medya tên şixulandin. Zayendperestî jî polîtîkayeke esasî ye. Serokatî di parêzname de wekî etîmolojîk dema behsa dewletê dike wekî ‘tecawûz’ pênase dike. Yanî şeveke bi jinê re hatî derbaskirin e. Ji bo hebûna dewlet zayendperestî tiştekî hewce ye. Bi van polîtîkayan re însanekî çawa ava dike. Însanekî ku hemû armancê xwe erebeyek, malbatek e. Mirovên ku tenê xerc dike ava kirine.

We hemû xirabiyên dewlet û desthilatdar anî ber çavê me. Lê hê jî wek civaka Kurd daxwaza me ya dewlet avakirin çêdibe. Hê jî xilasbûn û azadiyê dewlet avakirinê de dibînin. Ji bo feraseta civaka Kurd dikarin çi bêjin?

Di vê derbarê de dewlet xwe dispêre 5 hezar salî. Li gorî vê sazîbûyîn, pergalîkirin, li ser civakê zextkirin heye. Kes jî li dijî vê yekê derneketiye. Hindek tevgerên reel sosyalîst desthilatiyê xistin rojeva xwe. Lê wan jî çareseriyê di dewlet de dîtin. Modelek, alternatîfek nîn bû. Kes vê nafikire. Gelo bê dewlet wê jiyan çawa bibe? Pêdiviyên civakê wê çawa bên pêşwazîkirin? Civak ewqasî ji rastiya xwe dûr hatiye hiştin ku alternatîf jî nîne. Kurd her tim di bin gefa qirkirina çandî, fizîkî û her wekî din de bû. Ji bo ku alternatîfek jî nehatibû avakirin çareseriyê di dewletê de dîtin. Mînak çareseriya herî nêz Marksîst bûn lê ew jî çareseriyê di dewlet de dîtin. Li Kurdistanê jî bi vî şêwazî dewlet hat destgirtin. Avabûna Tevgera me jî bi vê şêwazê bû. Erê lêpirsînên me yên desthilatdarî hebû lê wekî paradîgmayî em ê dewleteke çawa ava bikin şerê vê yekê hate meşandin. Lê dûre bi dahûrandinên kûr yên Rêber Apo re me paradîgmaya xwe guhert. Dewleta feodal, koledar, dewleta lîberal, dewleta kapîtalîst hemû derew in. Dewlet, dewlet e. Di mantiqê wî de talan heye, desthilatdarî û desteserkirin heye. Me wekî Tevger vê yekê dît. Em ê pergaleke bê dewlet çawa ava bikin. Nîqaşên van hatin meşandin. Bi van nîqaşan re di civaka Kurdistanê de guhertinên mezin çêbûn. Hindek polîtîkayên netewperest ên kevneşop ku li Kurdistanê tên meşandin, lê em rewşa wan jî dibînin. Rojevkirina paradîgmaya bê dewlet di nav civakên Kurdistanê de êdî hîn zêdetir tên nîqaş kirin. Rast e destpêkê şaşîtiyên bi wî rengî hebûn. Wekî ku dewlet hebe gel tê parastin. Lê tevgera me van rastiyan berevajî kir. Em wek Tevger hebûneke li dijî dewletê ne. Pergala me jî li gorî vê yekê ye. Li gorî nirxên dewletê na, li gorî nirxên civakî sazîbûnên pêwîst e. Pergala Rojava her tiştî berevajî kir. Niha Rojava bê netewe-dewlet e. Dibe ku axekî biçûk tê dîtin lê balê hemû cîhanê kişand. Erê li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke pir mezin jî hebû. Lê li gel vê ji gelek netewan mirov tên dişopînin, meraq dikin. Ji ber ku ji deh sal zêdetir e bê dewlet civak xwe rêxistin dike, xwe bi rê ve dibe, pirsgirêkên xwe çareser dike.

Bi dehan netew û bawerî bê desthilatdariya dewletê çawa jiyan dikin, Rojava li vir mînaka herî ber bi çav e.

Rast e, ji tevahî cîhanê re bû mînak. BêyÎ ku zilam li ser jinê desthilatdariyê bike, bêyî ku baweriyek li ser baweriyekî desthilatdariya xwe bimeşîne, bi hev re jiyaneke wekhev û azad dijîn.

Wekî pirsa dawî, fikrên me yên desthilatdarî an jî dewletparêz çawa dikare bên derbaskirin?

Alternatîfa me avakirina hevpeymaneke civakî ye. Em dixwazin vê hevpeymanê li gorî Konfederalîzma Demokratîk pêşkeş bikin. Di aliyê jinan de jî me vê nîqaşê daye destpêkirin. Alternatîfa paradîgmaya dewlet, paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê em ê çawa rêxistin bikin. Em van nîqaş dikin. Em ê di civakê de nêrîneke ekolojîk, li gorî hemû kesên ku di rêvebirina civakê de cihê xwe digre û li gorî pêşengtî û azadiya jinê ve pergala xwe alternatîf ava bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar