Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Viyan Soran li dijî bêdengiyê bû deng

Komîteya Jinên Başûr a pêngava ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ di salvegera şahadeta Viyan Soran de silav ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand û diyar kir ku çalakiya Viyan li Başûr li dijî bêdengiyê bûye deng

Komîteya Jinên Başûr a pêngava ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ bi boneya 13’yemîn salvegera çalakiya fedaî ya Leyla Walî Hisên bi nasnav Viyan Caf ku di 2’yê Sibata 2006’an de li Heftenîn li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bedena xwe dabû ber agir, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Silav ji hemû berxwedêr û çalakvanên greva birçîbûnê re dişînin. Heval Viyan li dijî komploya navneteweyî, tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya gelê kurd û hemû jinan ev çalakî li dar xist. Viyan Caf li Başûr bû deng li dijî hemû bêdengiyê.”

Her wiha di daxuyaniyê de çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, hatin silavkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Leyla Guven bi çalakiya xwe derba herî mezin li faşîzmê xist û tecrîdê parçe kir. Mînaka parlementer û nûnertiya rasteqîn a gel nîşanî hemû cîhanê da. Di heman demê de armanca vê têkoşînê azadiya Rêber Apo ye. Çalakiya heval Viyan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakgerên di grevê de ne, ne ji bo xwe dikin, ev çalakî ji bo hemû gelê kurd, mirovatî û bi taybetî ji bo gelê başûrê Kurdistanê tên kirin. Ji ber ku berdewamkirina tecrîd û komployê tê wateya înkarkirina îradeya hemû kurdan û berdewamkirina dagirkeriyê ya li ser hemû parçeyên Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar