PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin

Em kelogirî bûn. Di qirika me de hêsir nîvco man. Hêsirên kêfxweşiyê. Vê carê em bi hev re kêfxweş in, vê carê dengê azadiyê digihîje guhê me. Berxwederên ku bi mehan e bedena xwe dihelînin, vê carê stranên serkeftinê dibêjin. Gelê kurd kêfxweş e. Rastî û heqîqet bi ser ket, dayik bi rûmet in, ewladên wan dilgerm û serfiraz in. Rûmeta mirovahiyê şên û şa dibe.

Êdî di siyaseta Tirkiyeyê de têgeha ‘Bandora Ocalan’ heye. Bandora Ocalan, dijberê qelsiyê, xemsariyê, bêteqiyê, hêvîşikestinê ye. Bandora Ocalan bihar e, xweşbînî ye, hêvîdarî, serfirazî, serkeftin e. Kengê ku Ocalan dikeve dewreyê hêviya aştiyê derdikeve holê, kengê hêviya aştiyê jîn bibe jî dewlet li hemberî vê yekê operasyonan li dar dixe. Bandora Ocalan tenê bi rewşa Tirkiyeyê ve têkildar nîn e. Bandora Ocalan îro ji sînorê Rojhilata Navîn jî der bûye û li ser siyaseta cîhanê bandor dike. Bandora Ocalan azadîxwaz û aştîxwaz e. Bandora Ocalan li her derê li hemberî qerisandinê û hevsenga xirabiyê, guherînê ferz dike.

Di encama greva birçîbûnê de bi sînor be jî deriyê Îmraliyê nîvco bû. Ji wê deriyê niha ronî diherike. Ji peyamên Ocalan tê fêmkirin ku motivasyona Ocalan a herî mezin der barê Rojava de ye. Peyamên Ocalan nîşan dide ku çareseriyek li Rojava bê ditîn dê bandora xwe li ser hemû heremê bike. Çareseriya Rojava dê modela Tirkiyeyê çareseriya Tirkiyeyê bi xwe re bîne. Serfiraziya herî mezin a berxwedana greva birçûnê ew e ku pêşî li vê pêvajoyê vekiriye.

Her tim li hemberî bandora Ocalan konseptên taybet hatin afirandin. Ji bo ku bandora Ocalan bê şikandin, komploya navneteweyî yek ji van konseptên taybet bû û hîn jî bi awayekî ev konsept di meriyetê de ye û didome. Tecrîd yek ji van konseptên taybet e. Dixwazin hêza Ocalan bişikînin, bandora wî jî bi sînor bikin. Lê Ocalan çiqas bê dorpêçkirin, çiqas bi ser de biçin bandora wî ewqas mezin dibe.

Her wiha dewlet dev ji van politîkayên têkçûyî bernade. Her dem defikan diafirîne, her dem komploger e, her dem aktorek ku pê bawerî nabe ye. Niha cardin di demeke ku hêviya aştiyê derketiye holê de operasyonek berfireh da destpêkirin. Ev operasyon li hemberî hêviya aştiyê ku bi hevdîtinên Ocalan re derketiye holê tê lidarxistin. Dewlet îhtîmala aştiyê jî ji xwe re wekî tehdîd dibîne. Ev operasyon li hemberî bandora Ocalan tê lidarxistin.

Îhtîmal heye ku di rojên pêşiya me de hîn provakasyonên cuda derkevin holê. Ev konseptên vala derxistina hêviya aştiyê, rêbazên dewletên serdest in. Di pirsgirêkên bi vî awayî de tu pêvajo di demek bêpirsgirêk de negihîştiye encamê. Dîsa demên hevdîtinê demên ji enfeksiyonê re vekirîne. Di navbera Îsrail-Filistîn de ev 40 sal e hevdîtin hene. Neteweyên Yekbûyî di dewreyê de ye. Dîsa jî 40 sal e şer didome. Şerê Sûriyeyê li gel hevdîtinên Cenevre û Astanayê didome. Her wiha mînakên bi vî rengî gelek in.

Lê çi dibe bila bibe berxwederên greva birçîbûnê, girtiyên azadiyê bi ser ketin. Ev operasyon nikarin bandora Ocalan bişikînin. Tu hêz nikare rastî û heqîqetê asteng bike. Delîla di straneke xwe de bang li jinên şoreşger dikir û digot “wa bihar hat hûn ku ve diçin.” Wa bihar hat welatê me bi berxwedanê… Geş û şîn bû zozan û çiyayên me. Kurd niha cejnê dijîn. 40 sal e hemû cejn li kurdan hatin herimandin. Niha kurd bi berxwedana xwe cejnê dijîn. Berxwedêr bi ser ketin. Bihara gelên heremê daîm û mayînde be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar