Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Walî, dozger, leşker û rayedar hewl didin cînayetê veşêrin

Bavê 11 zarokan Turan Sati dema ku li ser rêya Tetwan-Bedlîsê bi kamyona xwe bar dibir, wesayîta leşkeran li seyareya wî xist û Satir jiyana xwe ji dest da. Malbata Satir xwest ku gilî bike lê dozgerê navçeya Adilcewazê daxwaznameya gilî nexist meriyetê. Her wiha Walî, rayedarên leşkerî û dewletê jî ji gundiyan xwest ku gilî nekin

Binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên bakurê Kurdistanê bênavber didomin. Li Bedlîs û navçeyên wê jî mîna li her deverên bakurê Kurdistanê, kiryarên Rewşa Awarte berdewam dikin û ewlekariya mirovan tune ye. Di 30’ê mijdarê de li gundê Qerekeşîş ê Adilcewaz a Bedlîsê dema ku welatiyê bi navê Turan Sati (40) bi kamyona xwe ya bar diçû, wesayîta leşkerî li seyareya wî qelibî û Sati jiyana xwe ji dest da.

Bi mirina Sati re jî ji 3 heta 16 salî bi giştî 11 zarokên wî bêxwedî man. Sati ji bo debara malbata xwe, bi şev û roj bi kamyona xwe bar dibirin. Piştî ku Sati jiyana xwe ji dest da, malbata wî û gundiyan xwestin giliyê leşkeran bikin lê belê serdozgerê Adilcewazê daxwaznameya malbata Sati û gundiyan nexist meriyetê.

‘Ji ber xemsariya leşkeran mir’

Gundiyekî Sati ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide têkildarî mijarê wiha dibêje: “Me xwest tevî malbata Sati giliyê leşkeran bikin. Ji ber xemsariya leşkeran mirovekî me jiyana xwe ji dest da. Her wiha 11 zarokên Turan bêxwedî man. Êdî bavê wan zarokan nîne. Yê herî biçûk 3 salî û yê herî mezin jî 16 salî ye. Guneha van zarokan çi ye?”

Walî çû gund û xwest ku şênî gilî nekin

Di berdewamê de jî xizmê Sati ev tişt anî ziman: “Bûyera ku Turan jiyana xwe ji dest da qeza nîne, cînayete. Wesayîta leşkerî di rê de lampeyên xwe pê naxe û bi vî rengî diçe. Ji ber vê yekê jî li kamyonê dixe û Turan jiyana xwe ji dest dide. Di vê qezaya cînayetê de dewlet berpirsyaran diparêze. Nahêle ku em giliyê wan bikin. Waliyê Bedlîsê, rayedarên leşkerî û rayedarên dewletê hatin gundê me û xwestin ku em giliyê leşkeran nekin.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar