Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, bal kişand ser biryarên walîtiyan ku çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo qeyûman qedexe dikin û got: “Hikûmet, di ser walîtiyan re biryaran digire. Walîtî wekî qeyûman dixebitin.”
Piştî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê, qeyûm tayînî şaredariya Pasûr û Qereyaziyê jî hat kirin. Piştî qeyûm hatin tayînkirin li gelek deveran walîtiyan çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo qeyûman qedexe kirin. Walîtiya Mêrsînê jî 3 caran carê 15 rojan çalakî qedexe kirin. Serokwekîla Koma HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, biryarên walîtiyan nirxandin.
Kûrtûlan anî ziman ku hikûmetê biryarên qedexekirinê yên di dema Rewşa Awarte de girtin mayînde dike û bi van biryaran bertekên li hemberî bûyerên taciz, tecawiz, veşartina cenazeyan û gelek bûyerên civakiyî digire. Kûrtûlan, bilêv kir ku çalakiyên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman jî di nav vê yekê de ye û ji ber ku hay ji xurtbûna van bertekan heye di ser walîtiyan re biryaran digire û çalakiyan qedexe dike. Kûrtûlan, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber reflek û bertekên wan bên qedexe dikevin dewrê û got: “Tenê ne walîtî, qeymeqamtî, emniyet hemû di xizmeta îktîdarê de ne. Lê divêtiya welatîbûyînê, parlementerîbûnê, muxalifbûnê ew e ku li dijî van zext û zoriyan derkeve. Loma em li qada ne.”
Kûrtûlan destnîşan kir ku piştî qeyûman, walîtî jî wekî qeyûman tev dgerin û got: “Tenê îcraateke vê hikûmetê heye ew jî biz ext û zoriyan, bi qedexeyan bi ser civakêd e biçe. Walî bi awayekî kêfî van tiştan dike. Çend roj berê li hember partiya me stand hatin vekirin, îmze hatin berhevkirin. Hatiye wê astê ku nahêlin em peyva qeyûm jî bilêv bikin. Dibêjin, ew ê nehêlin daxuyaniyeke ku peyva qeyûm tê de derbas bibe, pêk bê. Li Mêrsînê ji bo tevahiya çalakiyan qedexeyek tune ye. Tenê çalakî û daxuyaniyên derbarê qeyûman de hatine qedexekirin. Çimkî nikarinq eyûman rave bikin. Ne ew ne jî dozgerên wan nikarin vê xespkirinê biparêzin. Di dest dozgeran de hinceteke zelal a derbarê tayînkirina qeyûman de tune ye. Loma bertek û îtirazên li hemberî vê neheqiyê ditepisînin.”
Girîngiya tifaqê
Kûrtûlan anî ziman ku armanca AKP’ê ew e ku bi darê zorê welat bi rê ve bibe û got, lê belê li hemberî vê ew ji bo çêkirina tifaqeke demokrasiyê tev digerin. Kûrtûlan, got: “Di pêş de em ê vê yekê bia wayekî hîn xurtir nîşan bidin û encamên wê nîşanî civakê bidin. Wê hikûmet bibîne ku nikare bi qeyûman bi rê ve bibe. Ji bo vê jî bang li tevahiya gel dikim ku ji bo feraseta qeyûmî ji holê rabe û demokrasî çê bibe, divê em bia wayekî rêxistinbûyî têbikoşin.” MÊRSÎN