Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Walîtiya Amedê bi agahiyên derew hevkariya înfazê kir

Dîmenên ciwanê bi navê Recep Hantaş ên kêliya ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla polîsan ve dihat înfazkirin, derketin.  Di dîmen de berevajî daxuyaniya Walîtiya Amedê, polîsan tu hişyarî nedane û bi awayekî raste rast Hantaş û hevalê wî gulebaran kirine û Hantaş kuştî ye

Di 14’ê nîsanê de polîsên dewleta tirk li Parka Sumer a Yenîşehîr a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş înfaz kir. Têkildarî mijarê, Walîtiya Amedê jî bêyî ku encama lêpirsînekê di destê wan de be, bi lez û bez daxuyaniyek dabû û ketibû nava hewldana berevajîkirina bûyerê. Walîtiyê bi gotinên; ‘hişyariya polîsan guhdar nekirin û polîsan jî lêxist’ raste rast piştgirî da înfazkirinê.

Têkildarî înfazkirina Hantaş, Yekîneyên Şaxa Asayîşê ya Polîsan a Amedê dîmenên aydê kameraya Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) lêkolîn kir û ev dîmen jî li dosyayê zêde kir. Di kameraya kodê 054G de dîmenê kuştina Hantaş pir zelalî tê dîtin. Dîmenên hatiye kişandin û temaşekirin, daxuyaniya Walîtiya Amedê jî diderewîne.

Kêliyên înfazê

Saet di 03.19:45’an de R.Y. û Recep Hantaş di dîmen de dema li ser bankekê parqê rûniştî, tên xuyakirin. R.Y. cilekê reş û bi kapşon li xwe kiriye. Li ser Recep Hantaş jî cilekê bi kapşon heye û stûmalek li stûyê xwe girêdaye. Di dîmenê 03.22:36’an de jî yekîneyên polîsan ên ewil dikevin parkê. Yekîneyên duyemîn jî bi 2 maşîneyên zirxî ketine qadê. Li gorî dîmenê kamerayê,  S.E., K.B., H.S.S., E.K. û R.E. hatine cihê bûyerê û cihê xwe girtine. Guleya yekemîn R.E. saet di 03.26:34’an de teqandiye. Recep Hantaş 4 saniye piştî teqandina guleya yekemîn, reviya ye.

2 saniya piştî êrîşê Hantaş dikeve

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de di got ku Hantaş piştî guleya yekemîn ber bi polîsan ve reviyaye û ji polîsan dûr ketiye. Lê di dîmen de tê dîtin ku piştî polîsê TEM’ê K.B. guleyan ber dide, Hantaş reviyaye. Her wiha di dîmen de tê dîtin ku 2 saniye piştî guleberdana polîs K.B., Hantaş li cihekî tarî dikeve. Polîs B. di parastina xwe de îdia kiribû ku gule li hewa berdane.

Şahidê bûyerê jî walîtî derewandibû

Der barê mijarê de demek berê jî şahidê bûyerê R.Y. hatibû berdan. R.Y. tev li şîna malbata Hantaş bûbû û bûyer wiha vegotibû: “Ez û Recep li ser bankê rûniştibûn. Bêyî ku em bên hişyarkirin, dengê çekan hat. Min jî bi refleks, xwe avêt bin bankê. Recep jî kete nava panîkê û reviya. Di wê demê ji piyê xwe birîndar bû û ket. Polîsan tu hişyarî nedan me û em gulebaran kirin.”

Malbata Hantaş jî duh li dozgeriya Amedê serlêdana sûc kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar