Ji bo şermezarkirina xespkirina şaredariyên Kop, Gimgim û Lîzê ji hêla AKP-MHP’ê ve, HDP’iyan xwestin li ber Şaredariya Kopê daxuyanî bidin. Lê bi hinceta ‘Qedexeya walîtiyê heye’ polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn
Bi armanca şermezarkirina xespkirina şaredariyên Gimgim, Kop û bajarokê Lîzê, komeke ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mensûr Işik, hevserokê HDP’a Mûşê Aynûr Sarica, hevserokên HDP’ê yên navçeya û ji gelek welatî û endamên HDP’ê pêk dihat, xwestin daxuyaniyê bidin. Lê girse ji hêla polîsan ve hate astengkirin.
Polîsan avahiya Şaredariya Kopê dorpêç kirin û destûr nedan ku daxuyanî bê xwendin. Polîsan sedema destûrnedayînê weke ‘Qedexeya walîtiyê’ nîşan dan. Li ser vê yekê HDP’î derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de parlamenter Işik axivî û wiha got: “Tayînkrina qeyûman, redkirina vîna gelê kurd e. Em vê bêhiqûqiyê nas nakin. Kesên ku van biryaran didin, sûc dikin. Em ê di pêşerojê de li dadgehan ji van kesên biryar dayîn hesabê bipirsin.” MÛŞ