Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Walîtiya Wanê qedexeya 983 rojan parast!

Walîtiya Wanê 983 roj in hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kiriye û vê qedexeyê diparêz e. Baroya Wanê bi daxwaza “rawestandina birêvebirinê” li Dadgeha Îdarî doz vekir. Walîtiyê bi “yekperestî” û “sadîst” Baroya Wanê sûcdar kir

Walîtiya Wanê ji serdema Rewşa Awarte (OHAL) ve ji 21’ê mijdara 2016’an de heta niha hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe dike. Walîtî ji 15 rojan ango ji mehê carek qedexeya li bajêr radigihîne. 983 roj in li pey hev qedexe tên ragihandin. Baroya Wanê bi daxwaza astengiyên ji pêşiya maf û azadiya bingehîn, civîn û rêxistinê bên rakirin 6 caran serî li Dadgeha Îdareyê û yek jî takekes 7 caran serlêdana rawestandina birêvebirinê doz vekir. Walîtiya Wanê derbarê vê serlêdana Baroyê de parastinê şand û Baroyê bi “yekperestî” û “sadîstiyê” sûcdar kir.

Bûyerên Kobanê mînak nîşan da

Walîtiya Wanê parastina ji bo Dadgeha Îdareyê şand îdia kir ku destûr dane 771 çalakî û şahiyan û behsa şahî û çalakiyên qedexe kiriye nekir. Walîtiyê di parastina xwe de bûyerên 6-8’ê cotemha 2014’an ên ji bo Kobanê bi bîr dixe û bûyerên li bajarên wek Amed û Îzmîrê hênceta van qedexekirina şahî û çalakiyan dide nîşandan.

Parastina şaredariyan kir hêncet

Walîtiya Wanê her wiha di parastina xwe de tedbîrên ji bo şaredariyên Tuşba, Artemêtê û Ebexê ku ji aliyê AKP’iyan ve hat desteserkirin jî wek hênceta qedexekirina çalakî û şahiyan dide nîşandan.

Walîtiyê angaşt kir ku bi biryara digirin di herîkina xwezayî ya jiyanê de, bikaranîna mafên bingehîn ên maf û azadiyan de tu neyîniyek derneketiye.

Dadgeha Îdareyê hemû serlêdanên baroyê red kir û hênceta biryarên redkirinê jî aşkere nekir.  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar