Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Walîtiyê dîmenên îşkenceyê veşart!

Dozgeriyê, piştî bi mehan dîmenên bûyera polisên ku di 15’ê Sibata 2019’an de li taxa Xaçortê îşkence li 3 zarokan kiribû, ji Walitiya Wanê xwest. Walîtiyê angaşt kir ku bûyer ne bûyera îşkenceyê ye û dîmenan ji dozgeriyê re neşand. Daxwaza serlêdana sûc a Baroya Wanê ya ji bo Miduriyeta Polisan a Giştî jî neket kirariyê

Di 15’ê Sibata 2019’an de li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polisan 3 zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) binçav kiribûn û hem di kêliya binçavkirinê de û hem jî li Miduriyeta Şaxa Asayîşê îşkence li zarokan kiribûn. Baroya Wanê têkildarî polisên ku îşkence li zarokan kiribûn serlêdana sûc kiribûn. Li gel ku bi ser lêpirsîna ku hat destpêkirin de 7 meh derbas bûn jî bi qasî serê derziyê jî pêşveçûn çênebû. Dîmenên ku dozgeriyê têkildarî bûyerê ji Walîtiya Wanê xwest jî Walîtiyê neşand. Daxwaza serlêdana sûc a Baroya Wanê ya ji bo Miduriyeta Polisan a Giştî ku baroyê hedef nîşan dabû jî neket kirariyê.

Piştî pêşnûmapirsê dîmen tên xwestin

Hat hînbûn ku serdozgeriye ji bo lêpirsînê heta niha mînakeke dosyayê xwestiye lê daxwaza dîmen û guhdarkirina bersûcan nekiriye. Piştî ku Parlamenterê CHP’ê yê Mersînê Alpay Antmen têkildarî îşknceyê pêşnûmapirsekî daye Meclisê, Wezareta Dadê têkildarî lêpirsînê ji dozgeriyê agahî xwestiye. Piştî destpêkirina lepirsînê 3 meh şûn de di 21’ê gulanê 2019’an de dozgeriyê ji bo tespîtkirina bersûcan dîmenan xwestiye.

Walîtiya Wanê: Dîmen jî îşkence jî tuneye!

Walîtiya Wanê têkildarî dîmenan di 8’ê tîrmehê de ji bo lêkolîna bûyerê ji dozgeriyê re nivîsek şand. Walîtiyê her wiha di nivîsa xwe angaşt kir ku dîmenên ku hundirê bînayê nîşan bidin tunene û di dîmenên heyî de ji ber ku îşkence nehatiye kirin nepêkane ku tespîta bersûc bê kirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar