Polîsên dewleta tirk demek berê tevî kûçikan bi ser mala malbata Şeyhmûs û Menîce Yilmaz de girtin. Di dema serdagirtinê de bi kûçikan îşkence li endamên malbatê kirin. Li ser vê yekê jî endamên malbatê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê polîsan kir. Piştî giliya malbatê, walîtiya Amedê neçar ma ku têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.
Walîtiya dewleta tirk îdia kir ku di dema serdagirtinê de Şeyhmûs Yilmaz pêhn li kûçik daye û li ser vê yekê ‘Kûçik refleks nîşan daye.’
Walîtiyê diyar kir ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. AMED