Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘War û navê heqîqetê niha Rojava ye’

Navenda Nûçeyan |

Bi wesileya salvegera 8’emîn a 19’ê Tîrmehê Kongreya Star û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û şoreşa Rojava di serî de li jinan li hemû mirovahiyê pîroz kirin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de 19’ê Tîrmehê pîroz kir û bang li tevahî jin û gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk têkoşînê bilind bikin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Kelî hene ku nayên sekinandin. Zeman hene ku nayên qefilandin. Serdem hene ku nayên veşartin. Jin hene ku nayên kuştin. Gel hene ku nayên fetisandin. Tu tarî, tu zilm, tu hêz, tu artêş xwedî qudreta ku ronahiya nûjeniyêke nû derdikeve nikare asteng bike. Wexta gelan, wexta jinan û wexta rastiyan gava cih, mekan û keliya xwe ava bike, tu tişt li ber wê nikare bisekine. Navê vê heqîqetê şoreş e. War û navê vê heqîqetê niha Şoreşa Rojava ye.

Roja şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hesabpirsîna du xalên mezin e. Xala yekemîn; bi şoreşa Rojava jinan, ji zilamên serdest, ji dewleta dagirker, ji koletiya cinsî ya 5 hezar salî hesab pirsî. Di vê hesabpirsînê de, ji kesek maf daxwaz tune bû, mafê xwe pêkanîn hebû. Di vê hesabpirsînê de taleba ku jin bê dîtinê tune bûn, xwe nîşandan hebû. Di vê hesabpirsînê de ji derveyî xwe hêvî tune bû, xwe hevîkirin hebû. Lewra jinên şoreşa Rojava heqîqetek ji dîroka jinên cîhanê keşf kiribû; ger jin têkoşîna azadiya jinan ji bo ku bi azadiyê tacîdar bikin, divê xwe bi çek bikin, bibin artêşa xweparastinê û mafê xwe bi şerekî meydanî bi ser bixin. Lewra tu merhameta zilamên serdest tune bû ku maf lutfî jinan bikirana. Sedema ku di dîrokê de cara yekem e şoreşek bi navê xwe, yanî bi navê şoreşa jinan pênase dikin, ev bû. Çi tiştekî rabûna dîrokeke mezin e. Çi tiştekî tola mezin a jinên cîhanê ye. Me di cihê ku şoreşa jinê ya neolîtîk de ku jin hat kolekirin, şoreşa azadiya jinê bi ser xist. Ev mizgîniya jiyana bêmirin e. Di vê şoreşê de felsefa Rêber Apo ya ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’ hêvî, hêz û ronahiya me bû. Em bi coşa salvegera 8’emîn a şoreşa jinan, silavên xwe digihînin Rêber Ocalan.

Pîroz be!

Xala duyemîn; gelê kurd bi şoreşa Rojava, ji sîstema qirkirina gelek dike hesab pirsî. Ji pergala Lozanê, parçekirina welatê xwe hesab pirsî. Ji dewleta dagirker ku wê înkar dike, tune dike, axa wê ya pîroz qir dike, hesab pirsî. Ev hesab ji konjonktura navdewletî ya ku li ser gelê kurd sîstema dewleta yeknetew ferz kir, hat xwestin; li dijî dewleta yeknetew neteweya demokratîk, li dijî yekdewletê sîstema konfederal, li dijî nîjadperestiyê yekitiya gelan, li dijî qirkirina gelan bi sîstema xweseriya gelan, li dijî ji du aliyan girtina yekalî bi rêya sêyemîn hesaba xwe pirsî û bi ser ket. Hat îspatkirin ku gel ji mirinê, ji lêdanê, ji sêdaran mezintir in. Nîşaneya vê mezinbûnê şehîdên kurd, ereb, ermenî, suryan û ji her deverên cîhanê hatine ku bi deh hezaran in. Nîşaneya vê mezinbûnê gaziyên bi deh hezaran in. Em bi artêşa şehîdan dimeşin û bimeşin.

Ji ber vê, hêzên pergala kapîtalîst û dewletên yekneteweyî ji rûxandina hegemonyaya xwe aciz dibin û wek xetereyeke paradîgmayî dibînin. Ji ber vê êrîşên dagirkeriya neyarê gelê kurd a dewlata tirk destek kirin û dikin. Pêşî bi tifaqa TC û DAIŞ’ê êrîş li şoreşa Rojava bû; bi êrîşa Kobanê xwestin şoreşê bi bin bixin. Lê binketin û bi serfiraziya şoreşa Kobanê şoreşa Rojava bû şoreşeke cîhanê. Niha bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û başûr dixwazin hebûna gelê kurd bi temamî di sedsala nû de tune bikin. Lê li dijî êrîşan, dagirkirinê û tenêkirinê em ê bi felsefeya artêşa şehîdan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava bi ruhê berxwedanê li jinan, li gelan, li cîhanê pîroz be. Ji ber ku pêkhatina şoreşa Rojava bi felsefe û keda Rêberê Gelê Kurd û şehîdan pêk hat, em minetdar in û şoreşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz dikin. Em gelê xwe yê ku bi mirinê, bi kedê, bi berxwedanê, bi xweydanê xwediyê şoreşê derket, pîroz dikin.

Em bang li hemû jinan, gelan û cîhanê dikin ku li dijî êrîş û dagirkeriya tirkan û DAIŞ’ê bi ruhê şoreşa Rojava têkoşînê bilind bikin. Lewra em dibêjin heya li giştî cîhanê ji bo jinan bibe warê şoreşa jinan em nesekinin. Wek Che Guevera ji bo Vîetnamê gotibû, em jî ji bo Rojava dibêjin; … du, sê, zêdetir Rojava.”

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê modela demokrasiyê ya bi tevlêbûna jinan e’

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Piştî 8 salan, di şoreşê de berê bûyeran ber bi avakirina pergaleke siyasî, aborî û leşkerî ya nû ve guhert û gaveke nû di mîrasa şaristaniyê ya mirovî de avêt.

Ji berxwedana Kobanê çirûska şoreşê dest pê kir û nîşaneyên asoyeke nû ji herêmên paşguhkirî re xêz kir. Ji rehîma xeta sêyemîn pêkhateyên herêmê ji kurd, ereb, suryan û asûrî gavek rast avêtin û bi rêya ciwanên xwe herêmên xwe ji wêraniyê parastin.

Her sê rêveberiyên xweser bi rêya hevpeymana civakî pirên baweriyê di navbera pêkhateyan li ser bingeha hevgirtinê û qebûlkirina hev du dirêj kir. Jinan jî rolek di xêzkirina wan nîşaneyan de lîst û zincîrên berê şikandin. Jinan bi vê yekê cihek guncaw li gorî asta têkoşîna xwe girt. Li hember hovanetirîn hêzên tarî DAIŞ`ê li ber xwe da û ew tune kir.

Avakirina nimûneya rêveberiyeke nû ya ku demokratîk û jiyana hevpar ji xwe re kir bingeh, li ser tevahiya pergalên şovenîst mîna dewleta tirk a dagirker, xetere ye. Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve mudaxele kir û beşên mezin ji Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe, dagir kirin û beşên din tehdît dike, di hewldaneke diyar de ji bo ku vê nimûneya demokratîk li ber çavên civaka navdewletî û bêdengiya wê têk bibe.

Em wekî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê şoreşa pîroz bi bîr tînin. Em soza girêdana bi nirxên xwe yên resen dubare dikin. Têkoşîna me ji bo parastina destkeftiyên ku jinan bi têkoşîn û fedakariyên xwe di qadên leşkerî, siyasî û rêveberî de bi dest xistine, berdewam e. Em bang li pêşxistina vê tecrubeyê û nimûneya demokratîk û bilindkirina asta xebatan ber bi avakirina pêşerojek baştir ji tevahiya gelan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her wiha divê ev nimûne wek çareseriya aloziya Sûriyeyê bê dîtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar