Li Mêrdînê yek ji deverên ku herî zêde turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didinê Ava Spî ye. Welatiyên diçin Ava Spî, bilêv dikin ku ew bêhna xwe vedidin û stresa wan kêm dibe.
Li Mêrdîna dîrokî, ji xeynî warên dîrokî gelek deverên xwezayî jî hene ku turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didin wan. Ji van deveran yek jî Ava Spî ye ku di navbera Midyad û Nisêbînê de ye. Gava welatiyên ji bo betlaneyê tên bajêr berê xwe didin Ava Spî û bêhna xwe vedidin. Welatiyên ku tên vê derê dibêjin bi Ava Spî bêhna wan dertê û stresa wan kêm dibe. MÊRDÎN