Sorgul Şêxo |
Warê Mîtaniyan ango Serêkaniyê, destpêkeke şaristaniya mirovahiyê, dergûşa jidayikbûna dîrokê û paytexta Mîtaniyan e, ku dîroka wê xwe dispêre 12 hezar sal berê. Sal û 9 meh in bi dagirkeriya dewleta tirk re rû bi rû ye, ji guhertina demografiyê heya guhertina çand û dîrokê, ji qetilkirina jin û zarokan heya ferzkirina çarçefa reş û binçavkirin û îşkencekirina wan.
Di peymana Lozanê de hat parçekirin
Di peymana Lozanê ango beriya 98 salan de, bajar di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de hate parçekirin. Parçeyê li rojavayê Kurdistanê bi navê Serêkaniyê bi erebî jî Rasûleyn, parçeyê li bakurê Kurdistanê jî wekî Ceylanpinar tê binavkirin. Serêkaniyê ew xeleka ku herêmên Cizîrê bi Firatê ve girê dida bû. Serêkaniyê bi çanda Til Helef a ku bûbû destpêka mirovahiyê, tê nasîn.
Kanî qut kirin, ger ji dest hatiba wê oksijen jî bibiriya
Ji aliyî erdîngariyê ve, Serêkaniyê dikeve navbera bakurê Sûriyê û bakurê Kurdistanê. Ya ku herî zêde mirovan mest dike xwezaya wê û 360 kaniyên wê bû, ku jêdera wê ji bakurê Kurdistanê ne. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango çirûska azadiyê û serxwebûnê re, dewleta tirk hemû kaniyên ku ji bakurê Kurdisatê derbasî Serêkaniyê dibû, qut kirin. Di dîrok û siyaseta dewleta tirk a dijberî gelê herêmê de, êdî avê wekî çekekî bikar tîne. Ger ku oksîjen destê Erdogan de jî ba, wê li ser gelê rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê qut kiriba. Serêkanî kilîda ku herêmên Cizîrê û Firatê bi hev de girê dide ye. Gelê kurd, ereb, şîşan, mardilî, tirkmen, suryan, ermen û êzidî, bi rengekî azad bi çand û zimanê xwe lê dijiyan.
Binpêkirina zagonan navneteweyî ji Erdogan re, rewa dikin
Dewleta tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe şopa dewleta osmanî di 12’ê Mijdara 2012’an de êrîşî Serêkaniyê kir, dewam dike. Ji kêliya destpêkirina êrîşên hovane li dijî Serêkaniyê, warê mîtaniyan ango dergûşa mirovahiyê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de sûcên şer tên kirin. Ji hedefgirtina sivîlan û qetilkirina wan heya rûxandina dibistanan û kirina nuqte û baragehên leşkerî. Ev yek a ku di zagonên navneteweyî ve qedexe ye, ji dewleta tirk re tê rewakirin. Di rewşên şer de divê ku ewlehiya sivîlan, jin û zarokan were parastin lê dewleta tirk û çeteyên wê, wan wekî mertal bikar dianîn. Bikaranîna çekên qedexekirî wekî kîmyewî û hwd. qedexeye lê hemû hêzên serdest û desthilatdar, çavên xwe ji dewleta tirk re digirin. Gunehê Mihemed ê 12 salî ku bi çekên kîmyewî şewitî û Sara ya ku birayê wê yê biçûk şehîd bû û lingekî wê qut bû, çi bû? Gelo di vir de, ji ber ku gunehê wan kurd in, êş a wan nayê dîtin û hîskirin ango bihîstin? Ger ku bi vî rengî be, ew bi kurdewariya xwe serbilind in, ji sûcên dewleta tirk bi kîn in, rast e dibe ku bi temenê xwe biçûk bin lê baş dizanin ku çi hovîtî tê meşandin.
Warê Mîtaniyan ber bi ku diçe?
Piştî dagirkeriyê, rewşa jin û zarokan çi ye, ber bi ku ve diçe? Serêkaniyê ya ku warê kurd, ereb, aşûrî, suryanî, şîşan û êzidî bû, niha malbatên çeteyên Heleb, Idlib, Lazqiyê, Humis, Şam û gelek parêzgehên sûrî tevî malbatên çeteyên ji welatên derve yên Ewropayê, lê bicih dibin. Di kêliyên de ku malbatên Serêkaniyê li kampan di bin vê serma û germê de dijîn, hinek malbatên bê wîjdan û dil kevir şûna wan li ser axa wan dimînin, hene. Amûrên zarokan ên muzîkê, mala dayikeke ku hemû emrê xwe di avakirina wê de derbas kiriye, bikar tînin. Mifteya mala wê bikar tînin, kincên zarokan şewitandin û rûreşiya xwe li ser ferz kirin. Li ser axa wan bicih dibin û ew ji mirovahiyê dûr in. Sal derbas bûn, lê serdema DAIŞ’ê zîvirî, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diyar bû. Li gorî agahiyan, jin di hundirê zindanan de bi îşkence, tecawîz û tacîzê re rû bi rû bimînin. Ya ku çarçefa reş li xwe neke, dest û rûyê xwe negire, tê lêpirsîn kirin û gelek caran jî tên revandin. Jinên ku neçin erdê çeteyan û leşkerên tirk cot nekin, ji malbatên wan fidyeyê dixwazin, yan jî şûna fidyeyê keça wan digirin û bi darê zorê wê dibin û tecawîz dikin. Zarokên Sûriyeyê ne lê zimanê tirkî, çanda tirkan û ala tirkan li ser wan ferz dikin. Çawa di serdema Baasê de hinek netew wekî kurd, aşûr û suryan ji zimanê xwe mehrûm bûn, niha li herêmên dagirkirî wiha dibe. Gorên ku cenazeyên êzidiyan lê diman, xira kirin û şûna wê baragehên leşkerî çêkirin. Goristana Şehîdên Serêkaniyê rûxandin û li ser goran baragehên xwe yên leşkerî çêkirin. Wijdan miriye, rûreşiya cîhanê xwe dide der. Navên gundan diguherin. Çanda herêmê diguherin û kurd ên ku li wir jî dimînin, yan binçav dikin, an jî qetil dikin. Xaniyên sivîlan şewitandin, tenê dîwar hiştin. Gund veguherandine baragehên leşkerî. Gelo di vir de, nêrîna dewletan û hêzên cîhanê ji vê yekê çi ye?
Li pişt bêdengiyê çi heye?
Li pişt bêdengiya li Serêkaniyê, guhertina demogragiyê heye. Li pişt vê bêdengiyê qêrînên azadxwestinê heye, li pişt vê bêdengiyê volkanên ku dikele heye. Li pey vê bêdengiyê daxwazên vegera sîstema demokratîk û ala zer heye. Li pey vê bêdengiyê ax diqîre, bajar diqîrin û daxwaza vegera xelkê xwe yê resen dike. Ax daxwaza dayika xwe dike, dibistan gazî zarokên rû bi ken û dil geş dike, bazar gazî şêniyên xwe dike. Radyo banga nûçegîhanên xwe dike ku mizgîniya rizgarkirina bajarê xwe, ji guhdarvanên xwe re pêşkêş bike. Em bêjin çi û ne çi, dibe ku Serêkaniyê dagirkirî be, lê xelkê di hundirê wê de ji dagirkeran bi kîn in. Rojek heye ku em ê dîsa vegerin kolanên wê yên sêwî û dîsa wê geş bikin.
Beriya çend rojan, di saetên serê sibehê, min çavên xwe vekir û li gundên di bin dagirkeriyê de û li gundên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, meyze kir. Tava ku li herêmên rêveberiyê taveke wisa geş bû û hêvî jê dibariya, di asîmanekî sayî de. Lê li ew gundên di bin dagirkeriyê de ewirekî reş bi ser de girtibû. Wê demê min got: Tiştekî ecêb e! wekî ku xweda jî dizane, dagirker çi dikin heya ku ew ewirê reş bi ser wan de girtiye. Di wê kêliyê de ez hizirîm û min got ew ê rojekê, ew ewir li ser van gundan biçe û xelkê vê herêmê lê bizîvirin û em ê nûçeyên kêfxweşiya dilê dayik û zarokan, ji cîhana rûreş û bêbext re ragihînin.
Em ê bi nûçe û çîrokan, kêfxweşiya mizgîniya rizgarkirinê van gund, gir, newal û bajaran ve kêlî bi kêlî, roja xwe derbas bikin. Dibe ku ne îro û ne jî sibe be, dibe ku berovajî be lê teqez, ew ê tava azadiyê li ser van gundan hilê. Wê ew tav ji nû ve axê zindî bike, ji nû ve baxçe bi dîtina dayikan wê şîn bibe. Ew ê ruh vegere kolanên vî bajarê westiyayî.
Serêkaniyê birîneke kûr e, ew birîna ku tu carî qalik nagire ye.