Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Wargeha Mexmûrê zêdetirî 6 meh in di bin ambargoyê de ye

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) diyar kirin ku dewleta tirk û PDK’ê di demên berê de jî ambargo danîbûn ser kampa Etrûş ê û ambargoya niha jî berdewamiya heman polîtîkayê ye. Welatiyan got ku bi ambargoyê dixwazin vîna wan teslîm bigirin lê dê tu hêz nekarin wan teslîm bigirin

Ambargoya ku rêvebariya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 184 rojin berdewam dike. Tevî hemû hewldanan jî heta niha ambargo nehatiye rakirin. Şêniyên Mexmûrê têkildarî ambargoyê axivîn û bertek nîşan dan.

Têkildarî mijarê endamê  Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê Bapîr Yildiz anî ziman ku armanca ambaragoyê teslîmgirtina vîna gelê Mexmûrê ye û wiha dom kir: “Dewleta tirk û hevkarê wê PDK, li Wargeha Etrûşê jî 3 mehan ambargo danîn ser wargehê. Lê bi ser neketin. Bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan lê teslîmbûn qebûl nekirin. Ambargoya niha li ser Mexmûrê tê meşandin jî berdewama heman polîtîkayê ye.”

‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Yildiz da zanîn ku bi girtina rê û jikarderxistina karkerên wargehê ve dixwazin çavên şêniyên Mexmûrê bitirsînin û ev tişt anî ziman: “Ev 40 sal in em li ber xwe didin. Em li hemberî vê yekê tu caran teslîm nabin û em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Cîhan li hemberî ambargoyê bêdeng e

Der barê mijarê de ji welatiyên wargehê Songul Guler jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Raya giştî ya cîhanê jî li hemberî vê amabargoyê bêdeng e. Ev 184 roj in ambargoyeke giran li ser wargehê heye. Dixwazin bi ambargoyê vîn û baweriya gelê penaber bişikînin. Lê gelê Mexmûrê xwedî vîneke xurt e. Ew bi van polîtîkayên ambargoyê bi ser nakevin. Ambargo biryareke siyasî ye. Dixwazin me teslîm bigirin. Em tu caran teslîm nabîn û em ê li dijî van polîtîkayan berxwedana xwe mezintir bikin.”

Encama ambargoyê giran dibin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber ambargoya heyî heta niha li wargehê 5 pitik û zarokekî 6 mehî jiyan xwe ji dest dan. Di heman demê de bi dehan kes hatin girtin û zêdetirî 100 karker jî ji kar hatin derxistin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar