Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Wê bi hezaran Kawa li dijî dehaqan dakevin qadan’

Komîteya Amadekar a Şemzînan ku wê agirê Newrozê yê ewil lê bê vêxistin xebatên xwe bênavber didomînin wiha gotin: “Li dijî Dehaqên hemdem ên roja me bi hezaran Kawa wê dakevin qadan.”

Newroza ku hers bi tev li bûna milyonan kesan bi girseyî tê pîroz kirin wê îsal bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” were lidarxistin. Starta Newroza ku diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin bi deklarasyonekê li Amed û Stenbolê hate dayîn. Deklarasyona Newrozê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10’ê adarê de li Amedê, di pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê jî di 11’ê adarê de li Stenbolê hate aşkerekirin. Sibê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê wê bi vêxistina agirê ewil starta Newroza 2023’yan bê dayîn. Endamên Komîteya Amadekar têkildarî xebatan agahî da û gel vexwend Newrozê.

‘Newrozê bibe destpêka xelasiya ji desthilata heyî’ 

Hevberdevkê Komîteya Amadekar ê Newroza Şemzînanê Rojhat Geylanî, diyar kir ku ji ber kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane konsepteke Newrozê bi coş derbas bibe amade nekirine û wiha got: “Karesatek hate jiyîn. Wê pîrozbahiyeke Newrozê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatiye kirin bibe. Dibe ku govenda me, hunermendên me û dika me nabe lê bi agirê Newrozê yê li qada Newrozê bê vêxistin peyamên civakî bidin Tirkiyeyê. Ev wê bibe wesîleya guhertina desthilata AKP’ê.”

‘Heke Dehaqên hemdem hebin Kawayê hemdem jî hene’ 

Geylanî destnîşan kir ku ji paşerojê ve Şemzînan xwediyê ruhê berxwedanê ye, diyar kir ku agirê Newrozê ji bo gelê Şemzînanê semboleke ku tarîtiyê ronî bike ye û wiha berdewam kir: “Newroza Şemzînanê wê bibe wesîleya hemû destpêkên baş. Agirê Newrozê her çiqas ewilî li dijî Dehaqan hatibe pêxistin jî di roja me de wê li dijî Dehaqên hemdem pêkeve. Heke Dehaqên hemdem hebin li dijî wan bi hezaran Kawayên ji dayik bûyî hene. Kesên ku îsal dakevin qadan wê Kawa bi xwe bin.”

Geylanî, bi lêv kir ku Şemzînan cihekî xwedî kevneşopiya berxwedanê ye ku li dijî hemû polîtîkayên ji dema Şêx Ûbeydûllah Nehrî û vir ve tê xwestin bê afirandin e û got: “Em difikirin ku şewitandina agirê yekemîn ê li Şemzînanê ji bo rabirdûya dîrokî peyamek e. Ji ber ku hîmên ji aliyê berxwedana azadiyê ya Şêx Ûbeydûllah Nehrî ve hatine danîn, agirê Newrozê tu carî venemirî ye.”

‘Bibin meşale û dakevin qadan’

Endamê Komîteya Amadekar Ferhat Ozeroysal jî ji gelê Şemzînanê xwest ku di agirê Newrozê yê ewil de bibin meşale û tev li Newrozê bibin û wiha got: “Şemzînan cihekî ku gavên ewil ên berxwedan û azadiyê lê tên avêtin e. Ji ber vê yekê pîrozkirina Newrozê ya di serdemeke ku desthilata siyasî têk diçe de wê bibe wesileya çûna desthilata AKP’ê-MHP’ê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya em ê desthilata AKP’ê-MHP’ê bişînin de di agirê Newrozê yê ewil bê vêxistin de bibin meşale û dakevin qadan. Em ê agirê xwe yê Newrozê di 15’ê adarê roja çarşemê de saet di 11.00’an de li qada Organîzasyona Pêsan a li ser Çemê Pêsan vêxin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar