Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Wê bombeyê ji destê zarokên xwe derxin!

Dayik û bav mamosteyên sereke yên zarokan e. Dayik û bav hem zimanê zikmakî fêrî zarokên xwe dikin û hem jî çand, dîrok û kevneşopiya civaka xwe fêrî zarokên xwe dikin. Dayik û bav çiqas zana, rewşenbîr, demokrat û mirovên exleqî-polîtîk bin, zarokên wan jî ew qas xwedî siûd in. Bi vê ve girêdayî civak jî ew qas xwedî hêz, zanîn e. Civakek demokratîk, ahlaqî û polîtîk pêş dikeve. Lê eger dayik û bav bîr, bawerî, tecrûbe û zanîna xwe bi zarokan re parve bike, wê demê xwedî siûd in. Eger ken, girî, hêrs û coşa wan parve bike û zanîna xwe bi zarokan re parve bike, wê demê dayik û bav dibin mamosteyên rastîn. Çand, dîrok, bawerî, ziman hemû ji pîr û kalan derbasî dayik û bavan, ji dayik û bavan derbasî zarokan bûye û her wiha hatiye. Dayik û bav çiqas li siberoja civakê bifirin, divê ew qas li siberoja civakê bifirin.

Dema em di salên dawî de li civakê dinerin, em dibînin pira ku zanîn, çand, ziman û dîrok, dab û kevneşopî di ser re derbasî zarokan dibe, hildiweşe. Têkiliya di navbera zarok û dayik û bavan de qut dibe. Hûn dikarin bipirsin “Ev çawa qut dibe? Çawa hildiweşe?” Ez bawerim îro ev mayîn û bombeya ku vê pira di navbera dayik û bavan de hildiweşîne her kes dibîne. Lê ji ber şeklê mayinê guhertine, dayik û bav vê mayin û bombeye ferq nakin. Ji ber dengê teqînê tune, teqîna wê nabihîzin. Teqîn di rojekê te pêk nayê. Di kêliyekê de hilnaweşîne. Hêdî hêdî, hûrik hûrik, nerm nerm, bêdeng bêdeng, vê pira çand, ziman, dîrok û nasnameyê hildiweşîne. Ne di ferqê de ye ku çawa di navbera dayik, bav û zarokan de zinarekî, dolekî û newalekî ava dike. Êdî zarok û dayik ji hev dûr dikevin. Kal, pîr û zarok zimanê hev nizanin. Zarok derdor û cîranên xwe nas nakin. Hûn ê bibêjin “Ev bombeyek çawa ye?” Bombeyek wekî pêlîstokê ye. Zarokan wekî miqnatisê dikişine xwe. Zarokan dike tiryakê xwe. Bombeyek teknolojîk e. Endezyarên ku ev ava kirine, belkî zêde nefikirîne ku dê rojekê zirarê bide zarokan.

Zanyar Thomas Alva Edîson di sedsala 20’an de ji bo mirovahiyê xizmetên gelek baş kir. Mûcîdê amerîkî di heman demê de karsaz bû. Enerjiya elektrikê keşif kir. Qeyda dengan keşif kir. Ambûl îcad kir.

Dîsa zanyar Julîus Robert Oppenheimer fîzîkzanê Amerîkî ye. Pişti şerê cihanê yê duyemîn di laboratuvara Los Alamosê de bombeya atomê îcad kir. Di sala 1942’an de li Eyaleta New Mexico tevî komek zanyar li ser îcada bombeya atomê xebitîn. Di serî de armanca van zanyar û pisporan, belkî çawa xizmeta civak, netewe û dewleta xwe bikin bû. Lê hêzên kapîtalîst, ev berhemên ku ji bo xizmeta mirovahiyê li gorî xwe guhert û li dijî mirovahiyê pêş xist. Enerjiya elektrîkê hem ava dike, hem dukuje. Bombeya atomê jî hem bi enerjiya xwe dikare gelek tiştan ava bike, hem jî dikare komkujiyên pir mezin jî pêş bixe. Du alî ne. Hem tune dikin û hem ava dikin.

Îro teknolojî gelek pêş ketiye. Gelek sûdên wê jî hene û zerarên wê jî hene. Di serî de piştî înternet pêş ket, cîhan biçûk bû. Sînor ji holê rabûn. Mirov dikare di heman kêliyê de xwe bigîne her agahiyan. Lê ku kompîtûr û telefon tune bin, zêde qîmeta înternetê jî tune ye. Ku înternet tune be, qîmeta zêde qîmeta kompîtûr û telefonê jî tune. Telefon îro di destê her kesî de heye. Telefona bê înternet jî tune ye. Dema mirov diçe malbatan û li zarokên malbatê dinere, dibîne ku her zarokek telefonek di destan de ye û li quncikeke odê rûniştiye û li berhemên înternetê temaşe dike. Bombeya ku ez qala wê dikim telefonên baqil in. Telefon bêguman gelek fêdeyên wê hene. Lê bi qasî fêdeyan telefonan hene ew qas jî zirarên wan hene. Eger mirov bi zanebûn û li gorî berjewendiyên civakê bikar bîne gelek fêdeyên wê hene. Lê ger mirov nezan bikar bîne û xwe ber bi pêlên bayê wê de berde, mirovan di zinar û kendalan de werdike.

Îro ne dayik û bav, telefon zarokan perwerde dikin. Sirf ji bo zarok bêdeng bin û daxwazekê ji dayik û bavan nekin, telefona ku piştî demekê dibe bombeya bêdeng dixin destê wan. Ji ber ku ew telefon zarokan li gorî daxwazên desthilat, patron, pergala kapîtalîst arasteyî tiştên xerab dike. Ew agahî, dîmen û bernameyên ku zarok di telefonê de temaşe dikin, zerarê didin pêşeroja zarokan. Mejiyê zarokan felç û pûç dikin. Zarokan ji hest, raman, çand û ziman qut dikin. Ji civakê qut dikin.

Hest û ramana zarokan tune dike. Ruh û kelecana zarokan tune dike. Li şûna dayik û bavan êdî telefon dibin mamosteyên zarokan. Di telefonê de çi dîmen û bername hebe, zarok fêrî wan dibin. Lê yek jî xizmeta pêşeroja zarokan û civakê nake. Heta ku telefon di destê zarokan de be, dê mamosteyên zarokan jî telefon be. Heta ku mamosteyên zarokan telefon be, dê zarok jî ew qas ji malbat, civak, çand, ziman û siberoja xwe dûr bikevin. Dibe wekî bombeya bêdeng û pira di navbera malbat û zarokan de hildiweşîne. Zarokan bêhiş û bêaqil dihêle. Divê sazî û rêxistinên eleqeder li hemberî vê yekê malbatan hişyar û zane bike. Malbat jî êdî vê talûkeya bombeya ku zarokan şa dike bibînin û li hemberî vê yekê têkevin nava hewldanan.

Nûçeyên Têkildar