Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

We çima ji şer re got ‘erê’

Malbatên kesên di 10’ê Cotmehê de li GAR’a Enqereyê hatin kuştin, di 4’emîn salvegera komkujiyê de bertek nîşanî erêkirina CHP’ê ya teskereyê da. Xizmên kuştiyan bertek nîşanî CHP’iyan dan û gotin: “We çima ji şer re got erê.”

Li GAR’a Enqereyê ya li dijî Mîtinga Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an xwekujan êrîş pêk anîbûn û 103 qasidê aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Di 4’emîn salvegera Komkujiya GAR’a Enqereyê de xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û nûnerên rêxistin û saziyên civakî û sivîl li GAR’a Trênê kom bûn û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, Parlamenterên CHP’ê, nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TTB, TMMOB û gelek kesên din amade bûn.

Bi sedan kesên li pêş Îstasyona Ulus Metro kom bûn, heta GAR’a Trenê meşiyan. Girsê di meşê de wêneyê 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane vekirin û pankarta “Ji şer re na” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” vekirin. Girsê di meşê de  dirûşmeya “Ji dagirkeriyê re na, heman niha aştî” berz kirin. Polîsên hêzên çevîk xwestin meşê asteng bikin. Piştî demekê di navbera girsê û polîsan re rageşî derket, girseyê dîsa meşa xwe dewam kir. Girse piştî hat GAR’ê ewil ji bo 103 kesên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre Serokê Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz axivî. Korkmaz anî ziman ku 4 sal berê li qada GAR’ê ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman hatin vir û wiha got: “4 sal şûnde dîsa qêrîna şer bilind dibe. Em ê her dem li dijî êrîşên emperyalist û li dijî şer alîgiriya aştiyê bikin. Em ê disa bêjin xwişk û biratiya gelan.”

Koramaz anî ziman ku ewê her dem tekoşîna jiyanek azad û bi hevre bidin û wiha axivî: “Têkoşîn û doza kesên di oxira azadî, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan deynê stuyê me ye. Serokwezîrê berê Davutoglu îtîraf kir ku di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de agahdar e. Ev daxuyaniya wî li xwe mukurhatin e. Em wekî TMMOB, TTB, KESK, DÎSK û 10 Ekîm-Der ji bo li qadê bîrdarî bê avakirin wê xebatên xwe berdewam bikin. Em armanc dikin du di sala 2020’an de temam bikin. Me tu carî hevalên xwe ji bîr nekirine û em tu carî wan ji bîr nakin.”

Girsê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştina 5 deqîqeyan li dar xist.

Girsê piştî çalakiya rûniştinê qurnefîl danîn pêş bîrdariyê. Girsê bertekên xwe li dijî parlamenterên CHP’ê anîn ziman û gotin “We çima piştgirî dan şer û we çima şer erê kir”. ENQERE  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar