Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de axivî û diyar kir ku ji ber ku Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket divê mirov reşbîn nefikirin û got, “Ev tê wateya ku divê mirov her tiştî ji hilbijartinan hêvî neke. Tiştekî wiha tune. Nêzîkatiyeke me ya wisa tunebû. Lê bêguman, divê hilbijartin werin nirxandin. Divê ev yek bibe parçeyek ji têkoşînê û wisa were dîtin. Fikira ku dibêje mirov dikare bi hilbijartinê encamê bistîne, karê mûxalafeta nav pergalê ye. Ya me ne mûxalefeta nav pergalê ye, ya me mûxalefeta demokrasiyê ya şoreşger e. Em ê vê hilbijartinê jî tevî gel, bi rêxistinbûna gel, têkoşîna xurt û helwestan bi dest bixin.”
Karasû diyar kir ku hikûmeta AKP’ê qels e, wê bi têkoşînê hilweşe û got, “Di vî warî de hişkbûna faşîzmê, êrîş û nexwestina wê ya ji hilbijartinê tê vê wateyê, çawa ku li cihên din ên dinyayê dîktator dikevin ew ê jî wisa bikeve. Wê dawiya Erdogan jî wisa be. Wê wekî dîktatorên din bikeve. Ji ber ku pir êrîşkar e. Faşîzmê bi awayê herî zêde bi kar tîne. Heke têkoşîn were kirin, dibe ku faşîzm were şikandin.”
Nirxandinên Karasû wiha ye: “Rêber Apo 25 sal in girtî ye. Ji xeynî çend salan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Dema ku desthilatdariya AKP’ê çend sal di nava şert û mercên zehmet de bû, dema ku li hemberî têkoşîna me ditengijî, hinek nermbûn çêbû û tecrîd lawaz bû. Hin hevdîtin hatin kirin. Ev pêvajo tên zanîn. Jixwe em jî di vê pêvajoyê de bûn. Ew pêvajoya hevdîtinên Osloyê bû. Di wê demê de tecrîda li ser Rêber Apo sist bûbû.
‘Rêber Apo rastiya dewleta tirk bi her awayî daniye holê’
Tecrîda giran a li ser Rêber Apo didome. Nahêlin parêzerên wan hevdîtinê bikin, malbatên wan jî nikarin hevdîtinê bikin. Jixwe ev yek dide xuyakirin ku dewleta tirk çawa nêzî Rêber Apo bûye. Tecrîda bi vî rengî ya giran a li ser Rêber Apo ne zexta li ser kesekî ye. Ev zext li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Encama polîtîkaya qirkirina kurdan e. Divê ev wisa were dîtin. Ji ber ku vê Rêbertiyê azadî anî ji gel re, ew bi rêxistin kir û kişand nava têkoşîna azadiyê. Di vî warî de tola xwe distîne. Li aliyê din paradîgmaya nû ya Rêber Apo jî li dijî pergala qirker a dagirker a dewleta tirk weke xetere tê dîtin. Ji ber ku dibînin fikra Rêber Apo dikare rejîma faşîst a antîdemokratîk a li Tirkiyeyê dikare hilweşîne; fikra Rêber Apo feraseteke demokrasî û azadiyê ye û ji ber vê li ser Rêber Apo tecrîdeke giran dimeşînin. Li aliyê din mijareke din girîng heye dewleta tirk li dijî gelê kurd şerekî qirêj dimeşîne û şerekî taybet heye. Ez dixwazim balê bikişînim ser vî tiştî; yek ji taybetiyên bingehîn ê rêbertiya Rêber Apo ev e ku rastiya dewleta tirk fêm kiriye, şerê qirêj, taybet, qirker û mêtinger ê ku dewleta tirk li dijî gelê kurd dimeşîne, diyar kiriye. Di vî warî de Rêber Apo rastiya rastiya dewleta tirk derxistiye holê û li gorî wê têkoşîneke bandor daye meşandin. Rêber Apo li dijî polîtîkayên wan ên şerê taybet, lîstik û dek û dolabên wan têkoşîna xwe domandiye; dek û dolabên wan xera kiriye. Ji ber ku dewleta tirk bi vê rastiyê dizane, îro tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî li dijî gelê kurd şerê taybet ê dijwar dimeşîne. Ne bi tenê şerê çekdarî dike, şerê taybet jî li dijî gel dimeşîne, şerê psîkolojîk jî dimeşîne.
‘Heta ku rastiya şerê taybet yê dewleta tirk nê fêmkirin serkeftin pêk nayê’
Ji ber ku dibînin rastiya Rêbertiyê wê vê yekê pûç bike, Rêbertiyê tecrîd dikin. Ji ber ku dizanin wê Rêbertî polîtîkaya wan a şerê taybet pûç bike, dizanin wê bandora Rêbertiyê hebe, ji ber vê jî li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin. Divê ev tişt wisa were zanîn. Divê gelê kurd vî tiştî jî bizanibe, rastiya herî mezin a Rêber Apo ev e ku rastiya dewleta tirk û şerê taybet nas dike. Ev ji bo kurdan gelekî girîng e. Kurd heta şerê taybet ê dewleta tirk, şerê wê yê psîkolojîk û fêlbaziyên wan nas nekin, nikarin di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi ser bikevin. Di serkeftina têkoşîna azadiyê de faktora herî girîng naskirina rastiya dewleta tirk, naskirina şerê wê yê taybet, şerê psîkolojîk, şerê qirkirinê yê mêtinger ê bi hemû aliyên xwe ve ye. Wekî din têkoşîn û berxwedan têr nake. Berxwedan û şerkirin esas e. Lê ji bo ku berxwedan û şer bi ser bikeve divê mirov rastiya şerê taybet ê dewleta tirk baş bizanibe.
Ji bo rastiya şerê taybet a dewleta tirk were fêmkirin, ez mînakekê bidim. Turgut Ozal serokkomar bû û hat kuştin. Cara pêşîn Rêber Apo ev tişt got. Dema ku bihîst ku Ozal miriye, got “Ozal hat kuştin” û rastiya wê jî ev e. Ji ber ku rastiya dewleta tirk, ruhê wê, fikr û refleksa wê nas dike. Ji ber ku dizane wê li ku, kîngê û reflekseke çawa nîşan bide, derbarê mirina Ozal vê helwesta zelal û aşkere nîşan daye. Dema rastiya Rêber Apo û vê rastiya tecrîdê tê nirxandin, divê gelê kurd siyaseta demokratîk a kurdan, dostên wê baş bi van tiştan bizanibin. Di vî warî de gelek tişt hene ku mirov ji Rêber Apo hîn bibe. Gelek tişt hene ku gelê kurd, siyaseta demokratîk a kurdan û hemû hêzên siyaasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê, divê di vî warî de gelek tiştan ji Rêber Apo hîn bibin. Heta ku fêm nekin Rêber Apo rastiya van hêzên mêtinger û qirker çawa derxistiye holê, tu tevgereke siyasî ya kurdan li hemberî dewleta tirk û li hemberî hêzên mêtinger û qirker û li Rojhilata Navîn li hemberî dijminên gelê kurd wê nikaribin bi ser bikevin.
‘Em soz didin ku em ê xewn û xeyalê Leyla bi cih bînin’
Berî ku pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an binirxînim, ez dixwazim şehadeta Leyla Sorxwîn a ku herî dawî şehîd bû û li ser vê bingehê kesayeta wê binirxînim. Berî her tiştî ez wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez bawer dikim ku em ê teqez daxwazên wê li Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Ez soza vê yekê didim, em vê sozê didin. Heval Leyla Sorxwîn bi rastî jî yek ji fermandarên girîng ên têkoşîna me bû, bi taybetî jî ya têkoşîna me ya gerîla. Dîsa hevaleke me ya wisa bû ku di pêkanîna Pêngava 1’ê Hezîranê de bi awayekî serkeftî cih girt. Leyla Sorxwîn yek ji hevalên me bû ku li hemberî tasfiyeya 2003-2004’an a ku hewl da pêşiya Pêngava 1’ê Hezîranê bigire, helwesta herî xurt nîşan da. Di vî warî de di têkoşînê de keda hevala Leyla Sorxwîn gelek e. 30 salan li her dera çiya û geliyên Kurdistanê ma. Wê tu carî coş û berxwedana xwe winda nekir, di şertên herî dijwar de baweriya xwe ya serkeftinê winda nekir. Hevaleke me ya mutewazî bû. Wê xwe dabû xizmeta têkoşîna vî gelî û fikra wê ev bû. Ji ber vê hemû hevalên wê jê hez dikir. Têkoşîna hevala Leyla wê bidome û bijî. Di vî warî de têkoşîna wê, bi taybetî jî şer û berxwedana wê ya bi fedayî ya li Botanê, wê neyê jibîrkirin.
Heval Leyla li ser xeta azadiya jinan têdikoşiya. Di heman demê de yek ji nûnerên herî baş ên xeta azadiya jinên kurd bû. Di vî warî de divê jinên kurd hemû jinên ciwan, şehîdên me yên weke Leyla ji bîr nekin. Jinên kurd û jinên ciwan heta heval Leyla nas nekin, nikarin rastiya xwe nas bikin. Di vî warî de naskirina van hevalan gelekî girîng e. Ji bo ku weke kurd hebin, weke kurd jiyaneke azad û demokratîk pêk bînin, di rastiya civaka kurd de hebin, beriya her tiştî divê şehîdên weke Leylayê nas bikin û fêm bikin. Divê em bi wan ve werin girêdan. Divê peyamên wan ên têkoşînê gelekî baş fêm bikin. Divê fêm bikin ku jiyana wan berpirsyariyeke çawa daye. Heke ev werin gotin, wê bibin zarokên rastîn ê gelê kurd. Wê karibin jinên kurd, jinên ciwan wan ên kurd bi awayê herî xurt temsîl bikin.
‘Nêzîkatiya PKK’ê ya aştîxwaz hat beralîkirin’
Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo me pêngaveke dîrokî ye. Weke ku tê zanîn beriya wê 5-6 sal şer nebû. Demên agirbestê hebûn. Piştî komploya 1999’an Rêber Apo di 1’ê Tebaxê de agirbest îlan kir. Û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê di esasê xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ked da. Di vê pêvajoyê de em jî li gorî rêgezên agirbestê tev geriyan û rewşa bêçalakiyê me dom kir. Lê dewleta tirk li gorî hewcedariya wê demê tevnegeriya. Ew fikirî: Rêber Apo hat girtin, PKK qediya. Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav neavêt û fikirî ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bûye û nema dikare rabe ser piyan û got pirsgirêka kurd qediyaye, tiştekî ku were kirin nîn e. Bi gotina qediya jî nêzîkatiyek nîşan da. Gelê me gelek behsa aştiyê kir. Me jî gelek behsa aştiyê kir, me behsa çareseriyê kir. Lê gavek herî biçûk jî nehate avêtin. Ya rastî tu gav nehat avêtin, ji tasfiyekarên di nava PKK’ê de jî bendewariyek wan hebû. Û tasfiyekar difikirîn ku aloziya di nava PKK’ê de piştî dîlgirtina Rêber Apo wê bi tevahî PKK’ê têk bibe û di vî warî de di înkarê de israr kirin. Tu gav neavêtin. Piştre hikûmeta AKP’ê hat ser desthilatdariyê. Ew jî tu gav neavêtin. Bangawaziya me ji bo wan jî çêbû. Me ji wan xwest ku gav bavêjin, lê wan jî gav neavêtin û hêviya xwe hinek bi tasfiyekaran ve girêdan.
“Bivirên şer ên ku hatine binax kirin êdî careke din dernakeve wê birizin”
Li hemberî vê yekê me bi israr xwest ku gav bên avêtin, lê ev yek pêk nehat. Bi rastî jî di sala 2003’yan de me xwest li dijî vê helwesta dewleta tirk, hikûmeta AKP’ê têkoşînê bimeşînin. AKP’ê hat ser desthilatê û me şans daye, lê dema ku ew jî tu helwest neguherand, em fikirîn ku domandina vê rewşa agirbestê ji bo tevgera azadiyê wê bibe hevwateya tasfiyekirinê û li ser vê me dest bi têkoşînê kir. Lê tasfiyegeriyê di sala 2003 û 2004’an de hewl da ku têkoşîna me asteng bikin. Armanca tasfiyegeran ew bû ku, me ji têkoşînê dûr bixin û bînin rewşek ku êdî nekaribin şer bikin. Ketina nava nêzîkatiyeke wiha. Helbet li pişt vê nêzîkatiyê DYA hebû, PDK jî hebû. Bi destekkirina tasfiyeyê re, armanca wan ew bû ku tevgera me ji têkoşîn û xetê qut bikin, bikin rêxistineke ku nikare şer bike. Armanca wan a sereke ev bû. Tasfiyekaran jî ev yek aşkere anîn ziman. Gotin em têkoşîna we qebûl nakin, em ê asteng bikin. Gotin û hewl dan ku pêşî li têkoşînê bigirin. Lê li ser esasê helwesta hevrê Leyla û gelek şehîdên me, li dijî tasfiyekirinê helwest hat nîşandan. Rêbertî jî helwesta tasfiyekaran qebûl nekir. Xeteke nû ya têkoşînê danî pêşiya tevgerê. Ji ber ku nekarîn wê xeta nû ya têkoşînê bişopînin reviyan. Reva wan di heman demê de dihate wateya têkçûna tasfiyekaran ku têkoşîna me asteng kir û Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an pêk hat. Ev pêngavek pir girîng e. Ji ber ku piştî 5 salan pêşxistina têkoşîneke wiha ne hêsan bû. Wê demê Gerînendeyê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok gotibû, “Bivirên şer ên ku hatine binax kirin, êdî careke din dernakeve, wê birizin.” Wî gotibû ku PKK’ê êdî nikare şer bike.
‘Bi hamleya 1’ê Hezîranê re planên tasfiyegeran vala deket’
Fikrên wiha pir zêde bûn. Dihate gotin ku êdî PKK’ê nikare rabe ser piyan. Nêrîna dewleta tirk ev bû. Ew difikirin ku ew bi ser ketin. Lê belê Rêbertî xeta têkoşînê danîbû holê. Di paradîgmaya nû ya Rêbertiyê de têkoşînek hîn bibandortir dihat pêşbînîkirin. Di vî warî de me biryara pêngava 2004’an girt û dest bi pêngavê kir. Ev pêngav piştî reva tasfiyegeran pêk hat. Ji ber ku tasfiyekar di lijneya duyemîn a giştî ya KONGRA-GEL de reviyan. Me pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an piştî lijneya giştî ragihand. Ev pêngavek pir girîng bû. Ger ku me nekarîbûya vê pêngavê bi pêş bixista, wê Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bibûya û wê avabûna li başûrê Kurdistanê jî tasfiye bibûna. Wê demê li parçeyê din ê Kurdistanê têkoşîn pêş neket. Ya rastî tasfiyekeran, PDK’ê, helbet bi AKP’ê re, bi MÎT’ê û dewleta tirk re dest bi kampanyaya propagandayê kirin. Bi rastî MÎT li pişt wan bû. Ji ber ku PDK û AKP’ê bi hev re tevdigeriyan. MÎT bi tasfiyegeriyê re tevdigerî. Teza ku dan ber xwe ew bû ku me ji têkoşînê dûr bixin. Li gorî PDK’ê û tasfiyekaran qaşo Rêbertî li Îmraliyê bi dewleta tirk re li hev kiriye û ev biryara şer girtine. Bi vî rengî em ê hemleya 1’ê Hezîrana 2004’an pêk bînin û dewleta tirk jî wê bike hincet û bikeve başûrê Kurdistanê û destkeftiyan têk bibe. Lê eger pêngava 2004’an dest pê nekiriba, wê dewleta tirk ev rêveberî li başûrê Kurdistanê tasfiye bikira. Têkoşîna me ne tenê li hemû Kurdistanê têkoşîna azadiyê zindî kir û geş kir, di heman demê de planên dewleta tirk ên ji bo başûrê Kurdistanê jî têk bir. Ger niha li Başûr federasyon heye, hin destkeftî jî hebin, ev bi saya pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an e. Ger ne wisa bûya dewleta tirk ji bo tasfiyekirina vê federasyonê her rê û rêbaz bi kar anîbû. Ji ber ku têkoşîna me li Başûr rê li ber vê yekê girt, dewleta tirk ji bo ku PDK’ê li dijî têkoşîna me bi kar bîne, bi vê federasyonê re têkiliyên xwe xurtir kir.
‘Pêngava 1’ê Hezîranê tasfiyeya tasfiyeyê bi xwe re anî’
Jixwe di sala 2007an de, piştî hevdîtina Bûsh-Erdogan, dewleta tirk bi şertê ku DYA piştgiriyê bide da ku Tirkiye PKK’ê tasfiye bike, dewleta tirk jî federasyona li Başûr nas kirin. Piştî hevdîtina Erdogan û Bûsh dewleta tirk federasyon nas kir. Jixwe Baykal jî gotibû ‘Heke em ê bi kar bînin û sûdê jê wergirin, li hemberî PKKê em dikarin têkiliyê bi wan re deynin’. Beriya wê dijberî dikirin.
1’ê Hezîrana 2004’an tam 19 sal in didome. Ew berdewamiya Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Ji ber ku hatibû sekinandin. Ew agirbesta pênc salan bû. Bi pêngava 2004’an ev pêvajo domiyabû. Di heman demê de Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an ne bi tenê helwesteke li dijî êrîşên tasfiyekar a dewleta tirk bû, di heman demê de bûye serdemeke nû ya têkoşînê. Pêngava 1’ê Hezîranê tasfiyeya tasfiyeyê jî bi xwe re aniye. Bi Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an re tasfiye jî tasfiye bûye. Polîtîkaya wan têk çûye. Polîtîkayên ku wan li ser rêxistinê ferz dikirin, bi ser neketin. Ez careke din balê bikişînim ser, di vî tiştî de bandora Rêber Apo gelek e. Bi vê minasebetê ez hemû şehîdên me yên ku Pêngava Hezîrana 2004’an dane destpêkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Îradeyek ji aliyê wan ve hatiye afirandin heye. Vîna pêşxistina Pêngava 15’ê Tebaxê û parastina vînê derketiye holê. Ev tişt gelekî hêja ye. Di têkoşîna me ya pêş de jî wê bandora vê pêngavê û rêbertiya pêngavê jî bidome.
‘Li Tirkiyeyê tu wextan hilbijartinek normal çênebûye’
Divê mijara hilbijartinên li Tirkiyeyê bi kûrahî bê nirxandin. Divê bi awayekî rast bê nirxandin. Ji ber ku rastiya dewleta tirk bêyî nirxandina hilbijartinên li Tirkiyeyê rast nayê fêmkirin. Wê neyê fêmkirin ku divê têkoşîna li hemberî vî tiştî jî çawa bidome. Ev mijareke girîng e. Tirkiye bi têkoşîna xwe ya ji bo dînamîkên demokrasiyê neket jiyana ku bi gelek partî hebûn. Helbet têkoşîna van kesan hebû, têkoşîna gelê kurd hebû, têkoşîna kurdên sosyalîst hebû. Di vî warî de li dijî pergala yekpartî ya heyî helwestek hebû. Bi dawîbûna Şerê Cihanê yê Duyemîn û têkçûna faşîzmê re li Tirkiyeyê pêleke demokrasiyê bi taybetî ji aliyê rojava ve derket holê. Li rojavayê dinyayê li ser vî tiştî hate sekinandin. Tirkiye ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re xurt bike û li hemberî Sovyetê rewşa xwe mîsoger bike, ji bo ku li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê têbikoşe, kete jiyana pergala ku du partî hene. Ji bo ku di wê demê de DYA piştgiriyê bide wan, ketin pêvajoyeke wisa. Tirkiye tevlî NATOyê bû. Paşê bû endamê gelek saziyên navneteweyî. Armanca sereke ya van tiştan jî tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û qirkirina kurdan bû. Ji ber vê yekê divê ev yek pir baş were dîtin. Heta ev tişt neyê dîtin rastiya siyaseta li Tirkiyeyê, rastiya dewletê û rastiya hilbijartinê baş nayê fêmkirin. Ez dixwazim balê bikişînim ser vî tiştî.
‘Hilbijartinê Tirkiyeyê demokrasiya şerê taybet e’
Pêvajoya bi navê demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ku jê re hilbijartin tê gotin, di rastiyê de ji bo nixumandina sîstema qirkirinê tê kirin. Ji ber ku polîtîkaya bingehîn a Tirkiyeyê, tekane polîtîkaya wê qirkirina kurdan e. Hemû sazî li gorî wê hatine avakirin. Saziyên wê yên aborî, saziyên siyasî, saziyên çandî, hunerî, spor, hemû jiyana civakî, her cure sazî, hemû pergala li Tirkiyeyê li ser qirkirina kurdan hatiye avakirin. Di vê serdemê de pergala pirpartîtiyê hate danîn. Armanca sereke ya sîstema pirpartîtiyê ev bû. Min ji vê bûyera bi hilbijartinê ya Tirkiyeyê digot, demokrasiya şerê taybet. Belkî têgeheke wisa tune, lê ger em vê rastiyê di dema nirxandina hilbijartinên Tirkiyeyê de, pergala hilbijartinê ya di vî karî de bibînin, belkî em bikaribin rasttir binirxînin. Niha ji bo pergala hilbijartinê demokrasî çiqas kêm be jî, demokrasiya Ewropayê jî be jê re demokrasiyek hewce ye. Lê li Tirkiyeyê him hilbijartin hene û him jî dijberiya demokrasiyê heye. Ev paradoks ji ku tê? Ji ber vî tiştî ye. Dibêjin; heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe, kurd jî wê jê sûdê wergirin. Ji bo ku kkurd sûdê jê wernegirin ji demokrasiyê dûr dikevin, li dijî demokrasiyê derdikevin, pêşiya gavên demokratîk tên girtin û dijberiya demokrasiyê tê kirin. Divê em vê rastiyê bizanibin. Hilbijartin hene, lê hilbijartin nikarin bibin parçeyek ji demokratîkbûna rasteqîn. Sedem ev e. Divê ev rastî bê dîtin.
Ji aliyekî din ve dema mirov ji vê çarçoveyê lê dinihêre, rewş xwesertir dibe. A niha piştî Plana Çokdanînê ya rejîma AKP û MHP’ê, 8 sal in tekane armanca wan têkoşîna azadiyê ya gelê kurd têk bibin û tasfiye bikin. Armanca wan e. Ji ber vê êrîşan dikin. Hemû polîtîkaya xwe ya derve û hundir li ser vî esasî amade kiriye. Dibêje heke kurdek li kuhebe ez ê wan bipelçiqînim. Hikûmetek, desthilatdariya AKP-MHP’ê ku êrîşên wisa dike, hemû polîtîkaya wê tunekirina gelê kurd û têkoşîna azadiyê ye, gelo dikare bi rastî jî hilbijartineke demokratîk pêk bîne? Berê jî digotin lê di van demên dawî de zêdetir dibêjin. Dibêjin heke mesele welat be, hemû tiştên din ne girîng in. Him hilbijartin him jî demokrasî teferûat in. Di vê demê de armanca wan ew e ku azadiya gelê kurd bi tevahî ji holê rakin. Ji bo vê çi hewce ye? Pêwîst e têkoşîna azadiyê ya gelê kurd were pûçkirin. Ji bo vê çi hewce ye? Pêwîst e hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bên şikandin û bêdengkirin. Dibêjin ji ber ku gelê kurd ji her cure pêşketinên demokratîk sûdê werdigirin. Gelo mirov dikare bibêje ku wê hikûmetek wisa, hilbijartineke adilane bike. An jî em bala xwe bidinê, ew li ser maseya xwe behsa çi dikin. Ew dibêjin pirsgirêka mayindebûnê. Dibêjin ji bo mayindebûn û dahatûya Tirkiyeyê û ji bo yekîtiya Tirkiyeyê em ê hilbijartinekê bikin. Gelo dikarin van tiştan fedaî hilbijartinê bikin? Dema qala van tiştan were kirin, tu wateya hilbijartinan heye? Nexwe wê hilbijartineke wisa pêk neyê. Dibêjin divê em hilbijartineke wisa bikin ku bila xizmetê ji pergala me ya qirkirinê û xizmetê ji polîtîkaya me ya niha re bikin. Ji bo xizmeta van polîtîkayan bike, rewabûnê bi dest bixin yanî ji bo ku van polîtîkayan dîsa bidomînin û êrîşan zêde bikin, ev hilbijartin kirin. Lê her tişt ji bo xwe eyar kirin. Wê kî çiqas dengan bistîne? Wê kî serokkomarê nû hilbijêre? Ev hemû tişt hatin eyarkirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind di destê wan de ye. Mêrik doh diaxivî, hemû coşa wî ji derve dihat dîtin. Kî dikare bibêje ku ev hilbijartineke adilane bû? Heke hilbijartin hebe divê adil û demokratîk bibe. Ger ne adil û demokratîk be, ew hilbijartin ne hilbijartin e.
‘Li cihanê hilbijartinek wiha nehatiye dîtin’
Niha li propagandaya wan binêrin. 40-50 televîzyon xizmeta wan dikin. Berê tiştekî wisa tunebû. TRT’ê derfet dida her kesî. Televizyonên din jî wisa bûn. Niha di hilbijartina dawî de çi qewimî? TRT’ê 400 saet daye Erdogan, 4 an jî 40 saet jî dane Kiliçdaroglû. Televîzyon wisa hatin bikaranîn. Li aliyê din jî her cûre derew û buxtan kirin. Wisa nîşan dan ku wekî ku PKK’ê bi Tifaqa Millet re peyman çêkiriye. Evqasî derew kirin. HDP û CHP’ê peymaneke wisa nekirin. Tiştekî wisa tune. Montaj kirin, kaset çêkirin. Wezîran her cûre tişt kirin. Berê Wezîrê Karên Hundir, Veguhastin û Edaletê îstifa dikirin û kesên bêalî dihatin şûna wan. Niha em dev ji îstîfaya wan berdin, herî çalak ew xebitîn. Di vî warî de ne rast e ku meriv vê hilbijartinê wekî hilbijartinek bi rastî demokratîk û normal bibîne, ev tê wateya meşrûkirina wê. Tê wateya ku ser van zextan digirin. Tê wateya ser rastiyan digirin.
Di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartineke wiha tune ye. Jixwe li dinyayê jî nabe. Kî dikare ji vî tiştî re bibêje hilbijartin. Yan jî li gorî encaman mirov dikare siyaseta Tirkiyeyê û hêzên siyasî yên Tirkiyeyê binirxîne. Heke li gorî van encaman were nirxandin wê şaş be. Bêguman divê hinek nirxandin were kirin. Lê nirxandinên ku bi tevahî li gorî van encaman tên kirin, xizmeta şerê taybet ê dewleta tirk, hikûmeta AKP-MHP’ê dike.
Divê were dîtin ku ev hilbijartin ne hilbijartin bû, di vê hilbijartinê de her cûre dek û dolab hate kirin, divê ev tişt werin nrixandin û li ser astengkirin û pûçkirina van polîtîkayan were sekinandin. Pirsgirêk di vir de ye. Pirsgirêk ew e ku dewleta tirk vê rastî û polîtîkayên hilbijartinê nabîne, li gorî wê tedbîran nagire û li gorî wê gavan navêje. Ez vana hinekî behs dikim. Em li televizyonê temaşe dikin, em li rexneyan temaşe dikin. Di rastiyê de nirxandinên weke ku hilbijartineke asayî hebe, weke ku hilbijartineke asayî be, tên kirin. Ev yek jî dibe sedem ku rastiyan nebînin. Belê, nirxandina kêmasî û qelsiyên muxalefet û ya beşên din cuda ye. Jixwe tên nirxandin. Lê divê bi zelalî were eşkerekirin ku rewşa hilbijartinê çawa bû. Wek mînak em li Kurdistanê binêrin; ma beriya hilbijartinê ev qas girtin nebûn? Ev qas zext nehatin kirin? Ji bo girtina HDP’ê tu zext tunebû? Di tûra duyemîn de hema hema li her derê mirov nehatin girtin? Di vî warî de zextên wisa hatin kirin ku HDP wekî dijmin hate îlankirin. CHP ji ber ku bi HDP’ê ve girêdayî bû xayîn hat îlankirin, weke dijmin hat îlankirin, weke dagirker hat îlankirin. Divê ev rastî bên dîtin. Wekî din, wê xeletiyên mezin çêbibin. Nirxandinên di bin rexneyê de, di bin navê vê û wê de, bêyî dîtina van rastiyan, xizmeta veşartina rûyê rast ê desthilatdariya AKP-MHP’ê û xizmeta vê rastiya dewletê dike. Divê ev rastî ji aliyê her kesî ve were zanîn.
‘Divê girîngiya tifaqê baş were destgirtin’
Berî her tiştî ez bibêjim: Polîtîkaya HDP’ê ya bi tifaqê ketina hilbijartinê polîtîkayeke rast e. Nîqaşa rastbûna vê polîtîkaya tifaqan, derxistina gumanan li ser vê polîtîkaya tifaqan wê ne tenê xizmetê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re bike, di heman demê de wê projeya HDP’ê ya têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re sabote bike. Di vî warî de polîtîkaya HDP’ê ya hilbijartinan bi partiya ku ji sala 2015’an û vir ve dimeşîne gelekî girîng e. Beriya wê bi partî nediketin. Ew tenê dihate wateya çi? Wateya wê yekê ew bû ku hinek kurd wek parlamenter bên hilbijartin. Polîtîkayek an jî stratejiyek îfade nekir.
Bi HDP’ê re stratejiyeke nû, polîtîkayeke nû ket meriyetê. Bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re stratejiya demokratîkkirina Tirkiyeyê dan pêş. Ji ber ku Tirkiye welatekî welê nîne ku qadek deryayî di bin mêtingeriya wê de nîne. Di vî warî de rasterast di navbera çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de têkiliyek heye. Projeya tifaqa HDP’ê li ser vê ye. Ji vî alî ve astengkirin, rexnekirina siyaseta tifaqê pûçkirina vê projeyê ye. Bi rastî jî gelê kurd bê siyaset dihêle. Ev jî wê bibe sabotekirina siyaseta demokratîkirina Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re. Divê ev rastî bê zanîn. Yên ku dixwazin Kurdan ji hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê qut bikin kî ne? MÎT, AKP, MHP’ê ye. Polîtîkayên mêtîngeh ên bi sedsalan e. Dixwazin kurdan bi tenê bihêlin, qirkirinê bikin. Divê kurd neyên vê lîstikê. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî bêyî têkoşîna hevpar a demokrasiyê bi hêzên herî dinamik kurdan re, nikarin Tirkiyeyê demokratîk bikin.
‘Pêwîste Tifaqa Ked û Azadiyê bê berfirehkirin’
Çavkaniya paşverûtiya li Tirkiyeyê mêtingeriya qirker a li Kurdistanê ye. Di vî warî de gelekî girîng e ku gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de bibin yek. Divê hûn vê yekê carekê wisa bibînin. Niha ketin hilbijartinê. Tifaqa Ked û Azadiyê ji sedî 10,5 deng girt. Ji sala 2018’an nîv xal kêm bûye. Ji ber ku di sala 2018’an de HDP’ê bi TÎP’ê re ketibû hilbijartinê. Wê demê TÎP bi lîsteyê neketibû hilbijartinê. Bi TÎP’ê re ket hilbijartinê. TÎP li Hatayê parlementer derxist. Dîsa Erkan Baş bû parlementerê Stenbolê. Divê ev alî wisa bê nirxandin. 10,5 deng girtin. Bê guman, ew mijarek cûda ye. Me TÎP’ê jî rexne kir. Me got ev hilbijartin ne ew hilbijartin e. Me got ketina bi lîsteyên cûda ne rast e. Ev dikare were rexnekirin û nîqaşkirin. Li ser vê yekê nîqaş tê kirin, lê hewl tê dayin ku ev Tîfaqa Ked û Azadiyê bi rêya wê bê tunekirin û hilweşandin. Belê, ev yek dikare were rexnekirin, lê nikare bibe hincet ji bo hilweşandina Tifaqa Ked û Azadiyê. Tîfaqa Ked û Azadiyê diviyabû xwe bigihîne hemû beşên civakî ew rast e. Em tevlî vê yekê dibin. Ew dikarîbû xwe bigihîne hemû beşan. Di lîsteyan de her dem kêmahî çêdibe. Di lîsteyan de tu kes nikare her tiştî rast bike, ev yek zehmet e. Ne hêsan e. Di her lîsteyê de kesên ku her tişt naecibînin hene, dibe ku yên nerazî hebin. Pirsgirêk ne li wir e. Tifaq çawa dikaribû berfireh bibe, çawa dikare bigihîje hemû beşên civakî; Divê zêdetir li ser vê yekê lêhûrbûn çêbibe.
Di vî warî de kêmasî hene. Ev mijareke cuda ye, dibêjin ji ber tifaqê ev encam derketiye. Yan jî vaye bi dengên kurdan nizanim kî weke wekîl hatine hilbijartin. Ev ne tiştên rast in. Berê herî zêde 35 wekîlên wê hebûn. Niha di rewşa xwe ya herî dijwar de gihiştiye 65’an; 30 zêdetir. Di nav van 30 kesan de Kurd jî hene. Divê ev alî bê nirxandin. Divê rexne hebe, lê divê rexneya rast hebe. Di bin rêberiya hinekan de divê rexne neyê kirin. Ji 61 parlementeran 6 ji çepên Tirkiyeyê ne. Çend hevrê jî ji xwe ji berê ve di nava vê tevgerê de ne. Yên ku beriya HDP’ê bi vê partiyê re têkoşiyan ew in. Li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê heye, kevneşopiya çepgiriyê heye. Ji Denîzan, Mahîran, Hikmet Kivilciman… Divê ev jî di nav vê de bin. Lê divê tenê bi van neyê sînordarkirin. Hewceye xwe bigihînin hemû beşan. Lê bi taybetî li ser TÎP’ê nîqaşên wiha hatin pêşxistin. Ev yek wê hema tifaqa Ked û Azadiyê hilweşîne. Nêzîkatiyên mîna ku ji vê yekê tiştek ji me re nabe, xelet in. Rexnekirina kêmasiyan cuda ye. Lê wisa nêzîkbûn têkoşîna siyasî ya Kurdan qels dike. Wekîlên ku Kurdan bi dest xistine kêm dike, zêde nake. Divê nirxandinên wiha erzan neyên kirin. Divê realîst nêzîk bibin, rast bê hesabkirin. Di vî warî de wisa xuya dike ku hin kes tên rêvebirin. Ez wisa difikirim ku ev atmosferek ji aliyê alîgirên MÎT, AKP û PDK’ê ve hatiye afirandin. Li ser navê kurdayetiyê li dijî kurdan e. Ew gotin sûdê nadin Kurdan. Wê kurd ji vê yekê zirar bibînin. Ji ber hilweşandina Tifaqa Ked û Azadiyê wê Kurd zirarê bibînin. Em dikarin bêjin jî: Yek ji mezintirîn destkeftiyên Kurdan; ku bi tifaqeke wiha xwe bigihîne gelên Tirkiyeyê. Li bajarên Stenbol, Îzmîr û Çûkûrovayê li bajarên Tirkiyeyê karîn xwe bigihînin hin beşên civakî. Ev pêşveçûnek girîng e, ev serkeftinek e.
‘Di projeya Tifaqa Ked û Azadiyê de tiştekî kêm tune’
Di vî warî de, dema mirov dibîne bi rastî jî şaş dibe. Nabe ku mirov evqasî saf be. Divê şerê taybet ê dewleta tirk baş were fêmkirin. Armanca wan çi ye, divê baş were fêmkirin. Di destpêkê de me got serkeftina têkoşîna Rêbertî ev e ku rastiya şerê taybet ê li Tirkiyeyê û rastiya dewleta tirk baş fêm kiriye, dek û dolabên wan pûç kiriye û ji ber vê me têkoşîna azadiyê ya gelê kurd aniye vê astê. Niha li ser HDP’ê, li ser Tifaqa Ked û Azadiyê lîstikeke şerê taybet heye, polîtîkayeke wisa heye. Divê ev neyê kirin, divê li ber çavan bê girtin. Dîtin û rexnekirina hin kêmasiyan cûda ye, lê mirov têkeve nav van lîstikan cûda ye. Jixwe HDP û Partiya Çepên kesk gotin ‘Em ê binirxînin, em ê qelsiyên xwe bibînin’ lê qelsî di ku de ye, divê ev tişt were dîtin. Heta ku ev zexta ku çend sal in li ser HDP û gelê kurd heye û girtin neyên dîtin, divê tu kes nirxandinên erzan neke. Bi rastî jî ne hêsan e. Ew hîn jî têdikoşin. Têkoşîna di bin zextan de divê neyê biçûkxistin, encam jî pir lawaz neyê dîtin. Helwesta raya giştî rast e. Dibe ku di rêxistinbûnê de kêmasî hebin, warê tevlêkirina beşên civakê de qelsî hebin. Di helwesta gel de qelsî tune. Gel li ser helwesta xwe ye. Di projeya Tifaqa Ked û Azadiyê de tiştekî kêm tune. Di avakirina wê de qelsî tune lê di warê pratîkê de şaşî û qelsî hene.
Bê guman, divê xwe bigihînin beşên berfireh.Bi rastî em şaş man. Hema bêje ji her alî ve zext li ser HDP û Çepên Kesk heye. Ez difikirim ku ew hinekî bandor bûne. Erê, divê hinekî binirxînin û xwe rexne bikin, lê divê nekevin bin van zextan. Divê bi bandora van zextan, nirxandinan nekin. Bala xwe bidinê jî. Dixwazin çepgiran ji holê rakin. 6 wekîl hatine hilbijartin. Li Stenbolê 1-2, li Mêrsînê 1, li Edeneyê 1, li Îzmîrê jî 6 bi vî rengî hene. Yên din jixwe berê di nav vê partiyê de ne.
‘Têkoşîna rastîn piştî wê dest pê dike’
Tifaqa Ked û Azadiyê 10,5 deng girt. Belê rêjeya dengan hinekî daketiye. Mîna ku bend daketibe ji sedî 7, di wê motîvasyona kevn de hin qelsî hene. Ka em wê jî bibînin. Ya girîng rexnekirina vê qelsiyê ye. Çima ev qelsî hatin nîşandan? Beşên ku berê deng dabûn jî hebûn, ji bo ku dengên xwe bidin HDP’ê û Partiya Çepên Kesk bi awayekî mayînde ji bo vê tifaqê deng dane. Em vê yekê qebûl bikin, hin aliyên nexwestin HDP’ê bikeve bin bende hebûn, deng dan. Ya girîng ew e ku dengên wan mayînde bimînin. Di vir de divê weke dengê emanetkirî neyê dîtin. Li vir kêmasî hene.
Namzetê Parlamenteriyê yê Sêwasê yê HDP’ê vedigot. Digot, ez çûm Sêwasê. Min deng xwest; gotin, “Me di hilbijartina dawî de dengê xwe da we ku hûn bendê derbas bikin. Lê niha hûn nikarin wekîlekî derxin. Di vî warî de em qîmetê didin we, lê em ê dengê xwe bidin CHP’ê.” Belê, yên wisa dibêjin hene. Her wiha pêwîst bû ne tenê li cihên ku wekîl hatin hilbijartin, li cihên ku nehatin hilbijartin jî xebateke baş bê kirin. Ji ber ku min berê ev yek dît, min got ku ev nêzîkatî dê rêjeya dengan kêm bike. Ne tenê li cihê ku wekîl tê hilbijartin, divê li her derê kar bê kirin. Berê deng hatin girtin, pêwîste em careke din bigrin. Lê ev yek nehat kirin.
Divê Tifaqa Ked û Azadiya weke têkçûyî neyê dîtin. Lê wan dikaribû encamên baştir bidest bixistana. Dewlet jî gelek hîle kirin û deng dizîn. Divê ev jî bikevin hesabê. Her wiha divê Tifaqa Ked û Azadiyê tenê weke tifaqeke hilbijartinê neyê dîtin. Têkoşîna rastîn piştî wê dest pê dike. Pêwîste ev tifaq hîn zêdetir bê berfirehkirin. Divê ev tifaq bibe tifaqa têkoşînê. Li hemberî kêmasiyên di nava xwe de divê xwedî mekanizmaya rexne-rexnedayîn be. Em bibêjin TÎP, ger kêmasiyên wê hebe divê rexne-rexnedayîna xwe bide. Em bibêjin divê hem Partiya Çepên Kesk û hem jî HDP’ê kêmasiyên xwe rexne bikin. Divê bi xurtkirina tifaqê re têkoşîna xwe bidomîne. Belê, ez dikarim rexne bikim. Mînak çima piştî tûra yekem yekser tifaq nehatin cem hev û nirxandinek nekirin? Divê tifaq girîng bê dîtin. Divê ev tifaq berdewam bike û xurt bibe. Eger ev proje neyê parastin, xurtkirin û bandorkerîkirin wê zirarê bide kurdan, zirarê bide HDP’ê û wê qels bike. Ger ev yek li gorî rexneyên hinekan bê kirin, dê lawaztir bibe. Ev aliyê hêzên AKP’yî, MÎT, KDP’ê çi dibêjin bila bêjin, divê guh nedin wan û kêmasiyên xwe binirxînin û li pêş xwe bi xurtî bibînin.
‘Kurdan gotin na’
Sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê, li cihanê nîne. Sîstema yek zilamî, bandora meclîsê tune ye. Bi rastî jî bandora meclîsê di binî de ye. Di vî warî de ya girîng di vê hilbijartinê de hilbijartina Serokkomariyê bû, helwesta li ser wê mijarê bû. Helwesta gelê kurd, Tifaqa Ked û Azadiyê di vê mijarê de gelekî zelal bû. Di vê mijarê de helwesta herî zelal gelê kurd û Tifaqa Ked û Azadiyê raber kir. Bi awayek zelal çûn, helwesta xwe nîşan dan. Piştgiriya Kiliçdaroglu kirin, lê wek mînak hemû endamên Îyî Partiyê piştgirî dan maseya şeşan? Biguman e. Di vê derbarê de bi rastî guman hene. Dîsa hinek ji partiyên din ên maseya şeşan, dibe ku alîgirên esasî deng dabin, hinekan nedan. Wisa xuya dike. Yan jî qet neçû ser sindoqan. Bi rastî jî bi taybetî di tûra yekemîn de gelê kurd û dostên wan bi awayekî gelekî zelal helwesta xwe nîşan dan. Di vê derbarê de kes nikare tiştekî bibêje. Tiştek tune ku kesek bêje. Gelê kurd helwesta xwe bi awayekî zelal aşkere kiriye. Nîşan da ku ew alîgirê têkoşîna demokrasiyê ye. Gelê kurd hêza pêşeng a demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Îro jî wisa ye, sibê jî dê wisa be. Ji ber ku li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd siyasetê dimeşîne. Jixwe tevgereke demokratîk e, tevgereke pêşeng a demokrasiyê ye. Tevgereke ku ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî pêşengê demokrasiyê ye. Ya rastî tevgereke ku bi xeta xwe ya azadiya jinan li cîhanê pêşengê demokrasiyê dike. Tevgereke wisaye.
Helbet wê kurd jî di têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê de xwedî helwest bin. Niha rastiyeke kurdan a di bin qirkirinê de heye. Di vê demê de ya ku siyaseta qirkirinê aniye lûtkeyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Di vî warî de pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê tevlîhev e. Di vî warî de kurd jî wê siyasetê bikin. Ev têkoşîn bêyî siyasetê nabe, bê taktîk jî nabe. Heta eger li cihanê hewcedarî bi dewlemendiya siyasî û taktîkî hebe, têkoşîna azadiyê hebe ew jî kurd in. Ev jî ji ber aloziya pirsgirêka kurd e. Di vî warî de kurdan siyaseteke rast dan meşandin. Hêzên demokrasiyê siyaseteke rast dan pêş, dengên xwe dan Kiliçdaroglu. Kurd yan wê bê siyaset bimînin yan jî vê helwestê nîşan bidin. Di vî warî de helbet wê kurd di rêya demokrasiyê de bibin xwedî helwest. Yên ku li azadiya gelê kurd bifikirin, wê helwesta ku xizmetê ji demokrasiyê re dike li ser bingeha kîjan helwestê xizmetê ji demokrasiyê re dike û ya ku nake, derxin pêş. Li aliyê din jî wê helwesta faşîzmê paşve bixin. Ev helwesta rast e. Wan ev kir. Lê di tûra duyemîn de propagandeyên curbecur hatin kirin. AKP, MÎT, trolan, KDP’ê ev kirin; ji bo “Kurd neçin ser sindoqan, dengê xwe nedin”. Ev ne îradeya kurdan e, ne helwesta tu îradeya siyasî ya kurd e. Helbet bingehek ji bo danîna van hebû. Mesela li vir rewşa Ozdag e. Li ser wê bingehê jî ev yek bû zemîna rewakirinê. Ji ber ku mijara qeyûman ku ji bo kurdan mijara herî hesas e, hate rojevê û ji ber vê yekê jî bandorek bi sînor kir. Lê ne rast e. Divê bandor nebe. Em kurd ji xwe re siyasetê dikin, ji xwe re taktîkan çêdikin. Em ji bo kesî nakin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dike û divê bike. Pirsgirêk ne ew e ku kî bi ser dikeve. Kurdan ev yek ji bo xwe kir, ne ji bo Kiliçdaroglû. Ji bo demokrasiyê, ji bo paşvexistina faşîzmê ev yek kirin. Wisa têgihiştinek afirandin ku çûn dengê xwe dan CHP’ê û Kiliçdaroglu. Tiştekî wiha tune. Lê ev polîtîkayeke rast bû. Wê dengê xwe daba wî. Kurdan ev helwest girt. Me ev negot, nêzîkatiyeke me ya wisa nebû.
‘Pêdiviya kurdan bi polîtîka û taktîkên rast heye’
Tevgera siyasî ya Kurd biryareke wiha stend. Bi dîtina me biryara wan rast bû. Ji vî alî ve di tûra dawî de belkî li Kurdistanê ji sedî 4-5 neçûne ser sindoqan. Ne li her derê, lê li hinek deran ev tişt pêk hatiye. Li Êlih û Şirnexê zêde bû, lê li 1-2 cihên wek Agiriyê kêmbûnek wiha çêbû. Divê kêm nebûya. Zemîna bertekan heye lê ne rast e. Ev ne polîtîka ye. Pêdiviya kurdan bi reaksiyona hestyarî nîne, pêwîstiya wan bi siyasetê heye, pêwîstiya wan bi têkoşîna siyasî heye. Pêdiviya kurdan bi siyaset û taktîkên rast heye. Ger kurd bi hestên xwe tevbigerin, wê demê şerê taybet wê bandorê li ser wan bike. Hinek welatparêzan nêzikatiyeke wisa hestiyar kirine û bertek nîşan dane lê divê were dîtin. Ji ber vê yekê baş nehatibû ravekirin, diviya çêtir bihata ravekirin. Qala van nêzikatiyan kirin. Ya rastî ev polîtîkaya AKP’ê, MÎT, KDP, beşên cûda ye. Gotin ew dikin. Lê ev tê wê wateyê ku me nekarî em wan qanih bikin. Ji sedî 4 û 5 kêm bû. Lê ev kêmkirin ne bi tenê ji ber vî tiştî ye. Kurd her çiqas feqîr bin jî hemû karker in, kedkar in. Yan na wê birçî bimînin. Hûn dizanin, kurd bi hezaran sal in li her derê koçber bûne. Bi hezaran sal in li xerîbiyê ne. Li Tirkiyeyê jî wisa ye, li Îranê jî wisa ye. Li Iraqê jî wisa ye, li Sûriyeyê jî wisa ye. Her tim wekî karker çûne derveyî welat. Taybetmendiya sereke ya Kurdan ev e. Bi taybetî niha şert û mercên aborî yên Kurdistanê dijwar in. Berê derketina derve zehmet bû, niha hêsantir e. Li wir xizmên her kesî hene, nas hene. Di vî warî de ji sedî 5 û nîv jî ji ber vê yekê ye. Lê ev ji bo guhertina encamên hilbijartinê têr nake. Em bibêjin hema du milyon û nîv dengên zêde girtine. Ev dengê Kurdan di navbera 200-300 hezarî de ye. Dibe ku ne ewqas jî be. Ev ne rêjeyeke wisa ye ku karibe encamên hilbijartinê biguherîne.
‘Kurd motor û hêza demokrasiya li Tirkiyeyê ne’
Di tûra duyemîn de kurdan bi awayekî aşkere dengê xwe dan Kiliçdaroglû. Li Kurdistanê dengên AKP’ê zêde nebûn. Yên dengê xwe dane Sînan Ogan dengên xwe dane AKP’ê. Di vî warî de ez helwesta kurdan erênî dibînim. Divê her kes vê yekê wisa binirxîne. Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê vê rewşê bibînin. Ev gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku kurd alîgiriya demokrasî û azadiyê dikin. Di vî warî de kurdan berpirsyariya xwe îspat kirine. Wan ev tişt careke din aşkere kirin. Ew motor û hêza demokrasiya li Tirkiyeyê ne. Ger demokrasî were Tirkiyeyê, wê bi helwesta kurdan were. Kurd bi vê helwesta xwe, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dînamîk û zindî dihêlin. Ger îro jî li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê hebe, para têkoşîna kurdan di vê têkoşînê de mezin e. Kurdan ev helwest nîşan dan. Divê her kes helwesta kurdan bibînin.
‘Hêzên mûxalefetê tênekoşiyan’
Muxalefet, muxalefeta di nava sîstemê de û Tifaqa Milletê xeletiyên girîng kirin. Divê em vê yekê diyar bikin. Êdî diviyabû rastiya AKP-MHP’ê bidîtina û tevdîr bistendina. Diviyabû têbikoşiyan. Diviyabû wan helwestek nîşan bidana. Di serî de li dijî qeyûman û parêzbendiyan helwest nîşan nedan. Gav bi gav ev tiştên li dijî demokrasiyê yên desthilatdariya AKP û MHP’ê normalîze kirin, hêdî hêdî paşverûtî hate normalîzekirin. Gelek êrîşên wan hebû. Gotin em danekevin kolanan em bertekan nîşan nedin û pêşiya têkoşîna gel girtin. Ji ber vê têkoşîneke xurt nekirin. Gotin wê Erdogan nikaribe bibe serokkomar. Nekarîn li dijî Saziya Bilind a Hilbijartinê serî hildin, nekarîn zextan li Saziya Bilind a Hilbijartinê bikin. Nikarîbûn vê yekê bikin. Em bibêjin hilbijartinek hebû; Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Gihandinê îstifa nekirin, çavkaniyên dewletê bi kar anîn. Divê wan qiyamet rakirina. Wekî ku tiştekî normal e tevgeriyan. Dora wan hate girtin û ketin vê rewşê. Desthilatariya faşîst a AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê hatibû qelskirin. Heke helwesteke rast nîşan bidana, wê ev hilbijartin ewqasî ne antîdemokratîk bûya.. Dikaribûn bi hilbijartinan di şert û mercên demokratîktir û wekhevtir de ew bibirina. Lê divê ev tişt bidana ber çavên xwe, bi hilbijartinê naçe nexwe divê têbikoşiyane. Dikarin bi hilbijartinê re ew têk bibirina lê tênekoşiyan. Piştre her cure zext û tişt kirin, hemû derfetên xwe bi kar anîn, dek û dolab kirin. Di vî warî de helwesta muxalefeta di nava sîstemê de bi rastî qels bû. Ger ew vê yekê nebînin, dibe ku rewş ji bo wan xirabtir bibe. An jî dibin cîgirê wan. Wisa biçe wê nebin parçeyekî têkoşîna demokrasiyê, wê bibin dûvika desthilatdariya faşîst. Erê CHP’ê demeke dirêj tiştekî wisa kir. Di van demên dawî de hinekî xebitî, hewl da ku jê biqete, lê têr nekir. Têkoşîn qels bû. Eger di nava sîstemê de Tifaqa Millet were rexnekirin, di vê çarçoveyê de divê were rexnekirin. Me jî berê jixwe ev tişt berê nirxandibû û rexne kiribû.
‘Têkoşîn têkoşîn têkoşîn’
Ev potansiyel heye. Dibêjin ji sedî 48’e. Têkoşîna bi bandor a ji sedî 30 jî dikare vê desthilatdariyê têk bibe. Li tu şoreşên li tu devera cîhanê, di têkoşîna demokrasiyê de ji sedî 60-70’ê wan bi xwe re neanî. Ya girîng hêzên bibandor kirina dewrê ye. Ger derbas bibin dê hêzên derdora wan jî bandor bibin û encam jî girîng bin. Ez diyar bikim ku; Tifaqa Ked û Azadiyê wê kalîte û hêza têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê diyar bike. Rewşa hêzên din ên demokratîk, yên demokrasiyê dixwazin wê çawa be? Wê ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve bê diyarkirin. Eger Tifaqa Ked û Azadiyê bi bandor be, ew jî radîkal bibin û bi bandor bibin. Di vî warî de Tifaqa Ked û Azadiyê divê pirsgirêka geşkirina têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê di nava xwe de bibîne û xwe bigihîne derdorên herî berfireh.
Helbet divê di vî warî de sosyolojiya Tirkiyê jî li ber çavan bigirin. Pêwîste miqate bin ku em civakek Rojhilata Navîn in. Nirxên exlaqî yên civakê girîng in. Ewropa şaristaniya madî ye, Rojhilata Navîn cîhana şaristaniya manewî ye. Ev cudahî nayê paşguh kirin. Eger ev cudahî bê paşguhkirin, siyaseteke rast û helwestên rast dernakeve pêş. Di vî warî de hêzên ked, azadî û demokrasiyê wê bibînin ku; Zemîn xurt e, şert û mercên têkoşînê pir mezin in. Desthilatdaran weke berê nînin, hêza xwe ya birêvebirina civakan winda kiriye. Ev desthilatdariya AKP-MHP’ê jî winda kiriye. Ji ber vê yekê ewqas serî li tundiyê dide, serî li zorê dide. Bi dîtina vê, divê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin û geş bikin. Rêxistin, rêxistin, rêxistin… Têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn.. Ji bo rêxistinbûnê rêbazên dewlemend û ji bo têkoşînê rêbazên dewlemend pêş xistin û li ser vê bingehê pêwîstî xwe bigihînin hemû beşên civakê ya Tirkiyeyê.
‘Desthilatdariya Erdogan ji ber lewaze wê êrîşî her deverê bike’
Me hinek guh da axaftina Erdogan a li balkonê. Axaftina li wir hemû vala ye. Esas ev e: Desthilatdariyeke qelse. Ev desthilatdarî ji bo qelsiya xwe ji holê rake, wê êrîşên xwe bidomîne. Wê dijminatiya kurdan bike, êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, êrîşî Rojava bike. Divê wisa bê dîtin. Ji ber ku desthilatdariyeke qels e. Bi xurtkirina şovenîzmê re wê hewl bide pirsgirêkên aborî, erdhej, wêranî û tiştên din bi van êrîşên derve veşêre. Divê ev rastî bê dîtin. Li hemberî vê divê gelê kurd bi dîtina êrîşên dijwartir li Bakûr amade be, xwe bi rêxistin bike. Ji ber eger tênekoşe dê nekaribe li ser piyan bimîne. Helbet li hemberî vê berxwedana gerîla hebû û wê bidome. Rojava, Rojhilat, Ewropa divê kurd li her derê li dijî wê têkoşînê bidin. Divê ew helwestek xurt nîşan bidin. Divê ligel cure zehmetiyan, vê têkoşînê bimeşînin. Ji ber ku desthilatdariya faşîst e; dê êrîş bikin. Me ev yek ji nêzîkatiya Erdogan fêm kir. Her hal Devlet Bahçelî jî ev tişt gotiye. Tiştê ku Devlet Bahçelî gotiye, divê encam ji bilî dijminatiya kurdan û êrîşkariya faşîst tiştek din neyê derxistin. Mîna Erdogan wê êrîşên weke êrîşa li ser gelê kurd, tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, êrîşkirina Rojava, Başûr, Şengal, Mexmûr, sûîqestên li gelek bajaran û êrîşên li ser siyaseta demokratîk bên kirin. Pêwîst e li dijî wê xwe bi rêxistin bikin. Bi hêza rêxistinkirî ew dikare vala bê derxistin. Erê êrîş giran in, lê li dijî vê têkoşînek 50 salî heye. Gelê kurd xwedî hesreta azadiyê ye. Û xwedî kevneşopiya çanda rêxistinkirî ye. Li ser vê yekê divê têkoşîna xwe bilind bike.
‘Têkiliya Hizbullahê bi AKP û PDK’ê re heye’
Gelê kurd rastiya HUDA-PAR’ê baş dizane. Belê, di salên 90’î de dema ku serhildan gelekî zêde bûbûn, HUDA-PAR’ê êrîş kir. Dewletê ev tişt kir. Êrîşa dewletê bû. Dewletê ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bigire, Hîzbullah bi kar anî. Ev teqez e. Dewletê bi kar anî Wê demê jê re JÎTEM dihat gotin. JÎTEM a niha çi ye? Kî ye? Soylu niha serokê JÎTEMê ye. Hizbullah bi kar anîn. Wan ew bi rastî bikar anîn û paşê çûn ser. Ez serokên wan pir baş nas dikim. Em bi hev re di siyasetê de hevalên polê bûn. Bi rastî ji aliyê dewletê ve dihat bikaranîn. Piştî vê yekê dihat hizirkirin ku PKK bi dawî bûye. Hat gotin ku PKK westiyaye. Piştre hatin tasfiyekirin. Ev dîroka Hîzbullahê ye, ev dîroka HUDA PARê ye. Niha jî bi heman awayî tê bikaranîn. Divê kurd vê yekê bibînin. Niha ev HUDA-PAR bi kê re di nava têkiliyan de ye? Têkiliya xwe bi PDK’ê re heye. Dewleta tirk çawa HUDA-PAR û Hîzbullahê bi kar tîne, PDK’ê jî bi kar tîne. Soylu dibêje, wê ji bo Tirkiyeyê pir bi fêde be. Dema dibêje Tirkiye wê feydeyê bibîne, tê wateya ku ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd wê feydeya wê hebe. Heman tiştî niha ji bo PDK’ê jî dikin. Niha herî zêde têkiliya Hizbullahê bi AKP û PDK’ê re heye. Niha PDK û Hizbullah bi hev ve girêdayî ne. Di vî warî de divê hemû kurd vê bibînin. Di rastiya HUDA-PAR’ê de, di rastiya têkiliya HUDA-PAR’ê ya bi AKP’ê re, di nirxandina HUDA-PAR’ê ya Suleyman Soylu de.. Divê şerê taybet ê dewleta tirk nas bikin. Di vê çarçoveyê de divê bibînin ku PDK çi ye. Divê hemû kurd aşkere bikin ku ev nirxandina Suleyman Soylu tê çi wateyê. Ev yek nayê paşguhkirin. Ew ê HUDA-PAR’ê ji bo qirkirina siyaseta azadiya kurd û qirkirina gelê kurd de bi kar bînin. Ya girîng niha ji bo wan tasfiyekirina PKK’ê ye. Ji bo tasfiyekirina PKK’ê her rêxistinê dikarin bi kar bînin. Ji bo wan ne girîng e. Wê HUDA-PAR’ê bi kar bînin. PDK’ê jî bi kar tînin. Di vî warî de ev pir girîng e. Carinan ditengijin dibêjin we çima tifaq kirin. Ji bo îzahkirina vî tiştî, ji bo nêta şerê taybet were dîtin. Ji ber vê ji bo kurdan divê ev daxuyanî baş were nirxandin.
‘Mexmûr nirxên moralê ya Iraqê bilind dike’
Ez berxwedana gelê Mexmûrê silav dikim. Gelê Mexmûrê tê wateya Botanê. Ew mîna modeleke biçûk a Botanê ye. Welat e. Ruhê berxwedanê yê Botanê li Mexmûrê hebûna xwe dibîne. Şehîdê hemûyan hene. Wargeha Şehîdan e. Di her malbatekê de çend şehîd hene. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dijminatiya Mexmûrê dike. Tirkiye û PDK’ê li pişt êrîşa Iraqê ya li ser Mexmûrê ne. Divê ev rastî bê zanîn. Divê her kes vê bizane. Divê hemû Kurd bizanibin. Ev êrîş ne êrîşeke Iraqê ye. Ev êrîş êrîşa Tirkiye û PDK’ê ye. Tirkiyê şantajê dike, dibêje ez avê nadim te. Dibêje: “Ez ê ava te bibirim”,”Ez ê te ji tîbûnê bikujim.” PDK’ê jî dibêje, “eger hûn vê nekin, ez ê zêdetir bi Tirkiyê re hevkariyê bikim û ez ê te tengav bikim.” Li ser vê yekê Iraq jî tê û êrîşî Mexmûriyan dike. Mexmûrî dibêjin tu pirsgirêka me bi Iraqê re nîne. Bi rastî tu pirsgirêkek Mexmûrê bi Iraqê re nîne. Ji bo Iraqê sûd e. Mexmûr nirxên moralê ya Iraqê bilind dike. Ji bo Iraqê ne zirar e, sûd e. Ger zerar wiha bê dîtin; Va Mexmûr e, ev kurdên welatparêz in, dewleta tirk ji wan hez nake, Tirkiye zextê li me dike. Sedema ku dewleta tirk zextê li Iraqê bike îro ev e, sibe tiştek din, dusibe wê tişteke din be. Eger Iraq vê yekê nebîne, tê wateya ku dewleta tirk nas nake. Armanca dewleta tirk dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Ew aşkere ye. Vê yekê aşkere qebûl dikin. Ew ê kengê bikin? Ew li benda dema wê ne. Ev yek aşkere ye. Di vî warî de em dixwazin dewleta Iraqê dev ji vê siyasetê berde. Mexmûr tu ziyanê nade Iraqê. Ji bo Iraqê sûd e. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de berdêl da. Di vî warî de divê hemû kurd xwedî li berxwedana gelê Mexmûrê derkevin. Her wiha divê zextê li PDK’ê jî bikin. Ji ber PDK’ê vê yekê dike. Divê ev rastî jî were zanîn.