Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Wê êrîşê dagirkeriyê bê bersiv nemîne’

Dewleta tirk a dagirker êrîş birin ser çeperên berxwedanê, di bersivdayîna Hêzên Gerîlayan de dagirkerek hat cezakirin, droneyek û sîstemeke kamera ya Mobese jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, li hemberî hêzên me yên ku cihên xwe diparêzin, êrîşan bênavber dewam dike. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa çalakî kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.”

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

18’ê adarê saet di 17:00 de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek ceza kirin.

19’ê adarê saet di 19:00 de artêşa tirk a dagirker sîstema kamera ya mobese li derdora çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi cih kir. Hêzên me li ser bingeha xweparastinê bersiv dan dagirkeran û sîstemeke kamera ya mobese îmha kirin.

Li herêma Metînayê;

18’ê adarê saet di 18:00 de artêşa tirk a dagirker ji bo cihê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tespît bike, drone şandin qadê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin droneyek îmha kirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

18 û 19’ê adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar