Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li Kurdistanê dişewitin. Ev çend hefte ne zeviyên li rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tên şewitandin. Vê yekê jî ne cara pêşî dike. Her sal di dema çinîna berhemên xelkê de vê yekê dike. Li bakurê Kurdistanê jî her salê ji çiyayê Cûdî û Gabarê bigrin, heta çiyayên Omerya û Bagokê agir bi daristanan tên xistin. Yanî tevahiya havînî bi vê şewatê re derbas dibe.
Dewleta tirk a dagirker çiya û daristanek li Kurdistanê nehiştiye ku agir bernedayê. Ev dewleta ku li Kurdistanê mirovan bi saxî dişewitîne, ma wê çi bi serê xwezaya wê neyne. Seranserê Kurdistanê di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk de ye. Xwezaya li Kurdistanê jî bi heman rengî tê qirkirin û talankirin. Beriya bi çend rojan jî agirek ji Şemrexa Mêrdînê dest pê kir û heta Çinara Amedê dewam kir. Bi qasî 66 kîlometreyan agir bi wê herêmê ket. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û zerareke mezin li xwezaya herêmê bû. Dîsa bi hezaran sewalên xelkê jî mirin. Sedema wî agirî jî saziya belavkirina ceyranê DEDAŞ bû. Di nava 4-5 salên dawî de gelek caran me nûçeyên DEDAŞ’ê çêkirin. Vê DEDAŞ’ê çiqas zilm li cotkaran kiriye tê zanîn. Ew cotkarên ku zeviyên xwe av didin û bîrên wan hene, fatûrayên giran li wan tên birrîn. Yên ku fatûrayên xwe nadin jî ceyranên wan tên birrîn. Li dijî vê zilmê ji navçeyên Mêrdîn û Rihayê dehê caran çalakî çêbûn. Yanî zilma DEDAŞ’ê ji berê ve jî tê zanîn.
Vê carê jî DEDAŞ’ê trafoyên ceyranê yên kevin û bi pirsgirêk di nava taxan de hiştin û bi zanebûn rê li ber komkujiyê vekir. Xelkê ji wê herêmê berê çend caran hişyarî dabûn û gotibûn divê ew trafo werin guhertin, lê tevî vê yekê jî nehatin guhertin. Wê demê em fêm dikin ku ev komkujiyek plankirî ye. Dewletê dizanîbû wê encamek wiha derkeve. Çi bûyereke bi vî rengî li Kurdistanê pêk were encama wê jî siyasî ye. Yanî mirov nikare van bûyeran wekî xwezayî, felaket û karesat bi nav bike. Divê ti kes bûyerên bi vî rengî wekî qederekê bi nav neke. Jixwe malbatên qurbaniyan jî bi heman rengî nerazîbûna xwe nîşanî dewletê dan û Waliyê dagirker ji nava xwe qewitandin. Ew gel dizane ku dewlet bi xwe agir e û xelkê dişewitîne. Zilma dewletê her tim ji karesat û felaketan xerabtir e. Ji ber ku ew dewlet heye, zilm û zordarî heye. Hebûna dewletê bi xwe agirê herî mezin e.
Ev dewleta ku îro Kurdistanê dişewitîne û dide ber agir, divê zanibe ku wê agir we jî bişewitîne. Kurdistan ne bêxwedî ye. Eger balafir û helîkopterên we tenê ji bombeberankirina Kurdistanê be, wê roj were heman felaket bi serê we de jî were. Ji bîr nekin ku dinya bi dorê ye. Wê helbet dora we jî were…